26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gotin sar e

Derya Ozdemîr

Rewşenbîr û fîlozofên ewropî di sedsalên 17 û 18’an de, ji aliyê felsefe û zanyariyê de fikr û ramanên xwe bi tevgerên ronesans û reformê danîn holê. Armanca van tevgeran azadî û bextewariya gelên xwe bû. Ev dem wekî serdema aqil an jî serdema rewşenbîriyê hate binavkirin. Bîrewer û fîlozofên demê bi zanebûn dixwestin gel bi rêberiya aqil ji fikr û ramanên serdema tarîtiyê derxînîn. Di serdema tarîtiyê de gel di bin serdestiya ola mesîhî de dihat kuştin, jin weke pîrebokan dihatin binaxkirin û dihatin şewitandin; gel di bin zextên aboriyên mezin de tî û birçî diman û bi hûkmê olê dihatin xapandin. Piştî vê serdemê bi derketina çapxaneyan û zêdebûna pirtûkan pêşî serdema aqil vebû û vê bi xwe re pêşketinên endustriyê anîn. Bi hatina endûstriyê re rê li ber fabrîqeyên çek û amûrên şerên modern vebû.

‘Serdema Aqil’ yek ji navê pirtûkên J. P. Sartre ye ku ji sê pirtûkan pêk tê û wekî rêyên azadiyê bi nav dike. Di sala 1941’an de dinivîse. Salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn in. Sartre di vê pirtûka xwe de behsa çîroka Marcelle û Mathieu yê di salên 1930-1940’an de dike. Salên êş, komkujî, hebûn û nebûn, xizanî û birçîbûnê ne. Dîsa sal û serdemên tarîtiyê ne lê vê carê tarîtî bi rêberiya aqil û ferasatê hatiye. Îroniya serdema aqil û tanq, top, makîne û çekên kîmyewî ne vê carê. Komkujiya mirovan bi aqil dibe pêk tê. Jan û êşên lehengên vê pirtûka Sartre mirov dikare di xwe de jî bibîne.

Di emrê mirovan de jî du serdemên bingehîn hene; yek serdema zarokatiyê yek jî serdema aqilbûn ango kamilbûnê ye. Di serdema aqilbûnê de mirov bi bîr dibe, difikire, diêşe û dibêje. Mirov bi xem û êşên gelê xwe, xizanî, birçîbûn, azadî û pirsgirêkên gelê xwe bi bîr dibe, pê diêşe û dibêje. Gelek car tên gotin ku gotin xelas dibin, na gotin xelas nabin lê gotin sar in, gotin bêwate ne ango têra vegotina tiştên mirov jiyane nakin.

Gotinên jinên êzidî jî sar in, kêm in, bêwate ne. Ango gotinên wan têra pênasekirin û ravekirina êş û tiştên jiyane, tiştên hatine serê wan nakin. Gotin sar e; jinên êzidî gundên wan hatin şewitandin, malbatên wan hatin qetilkirin. Gotin sar e; jinên êzidî hatin revandin. Gotin sar e; jinên êzidî hatin qetilkirin. Gotin sar e; jinên êzidî li bazaran bi dehan car hatin firotin. Gotin sar e; jinên êzidî bi dehan car hatine tecawizkirin. Gotin sar e; jinên êzidî bi zordarî ducanî bûn û dergûş bi zordarî ji ber xwe kirin. Gotin sar e; jinên êzidî vegeriyan lê civaka wan, bav û birayên wan, ew qebûl nekirin. Gotin sar e; jinên êzidî mecbûr man laşên zarokên xwe yên ji tîbûn û birçîbûnê mirin li dû xwe bihêlin. Gotin sar e; jinên êzidî bi rojan tî û birçî mane, pêsîrên wan bêşîr mane û dergûşên wan birçî mane, koçber bûne lewma nikarîbûne ji zarokên xwe re li gorî dilê xwe xwarinekê çêkin, zarokên xwe li zivistanan ji sermayê, li havînan ji germahiyê nikarîbûne biparêzin. Gotin sar e; jinên êzidî îzolekîrî ne, derûniyên wan xirab bûye, bi tirs û xof in, bi hesreta xeweke kûr in, ji aliyê hiş û mejiyê xwe ve parçebûyî ne, xwediyê laşekî îşkencekirî û tije şopên tecawizê ne. Gotin sar e; jinên êzidî xwediyê bîreke şikestî ne, bîreke tijî êş û hesret e. Gotin sar e; jinên êzidî di navbera jiyan û mirinê de mane, jiyan hilbijartine li ber xwe dane lê jiyan ji mirinê xirabtir bûye û xwezî li miriyan anîne. Gotin sar e, kêm e û bêwate ye.

Jinên êzîdî koçber bûn, cih û warên xwe terikandin û meşiyan, bi rojan tî û birçî meşiyan ji hêleka welatê xwe çûn hêleke din a welatê xwe. Ji komkujiyeke rojeke germ a wê hêlê direviyan ber bi axa ku di rojeke sar de komkujiyeke din lê qewimîbû. Berê xwe dabûn Roboskiya ku deng û qêrînên zarokên parçebûyî jê dihat. Roboskiya ku axa li ser gora wan zarokan zûha nebûyî. Berê xwe dabûn axa ku bêhna xwînê jê dihat. Niha her du hêlên welatê jinên êzidî bêhna xwînê jê dihat. Di serdema welatên din li fezayê lêkolîn dikirin, li welatekî taştê li welatê din firavîn dixwarin zarok, ciwan, kalepîr û jinên êzidî ji aliyê hovên sedsala 21’ê ve dihatin qetilkirin, serjêkirin, li kolanên bajarên modern! Dihatin firotin. Li ber çavê hemû dinyayê û bi alîkariya dewletên serdest ên ku zanyariyê pesnê xwe didan cihên pîroz ê miletekî dihatin bombekirin, çete û rêxistinên hov miletek qetil dikir û di gorên komî de diavêtin ser hev, keç û jinên êzidî jî li bazaran difirotin.

Ev rûreşiya serdemê ye. Li hember hêviyên asta mirovahiyê, rewşa gelê kurd û jinên êzidî hemû zanistan û hişmendiyan gotinan bêwate û pûç dikin.

Serdema aqil û serdema tarîtiyê li bin guhê hev ketine. Serdema aqil êdî nabe sedema ronahiyê. Êdî her du hev xwedî dikin. Di bin rêberiya aqil û peran de xwesteka desthilatdariyeke bêdawî û tarî ava dibe. Xeyala bihuşta wan dibe dojeha gelê û jinên me. Dema ew di rêberiya aqil û endustriya xwe de di qesr û qonaxên xwe yên bêhempa de rûdinin, mey û şeraba xwe vedixwin, hesab û kîtabên desthilatdariya xwe dikin, behsa kirîn û firotina çek, petrol, tanq û topên xwe dikin, em li ser axa xwe rastî erîşên hovane û dermirovahî tên. Di serdema aqil de em bi aqil ji aqil derdikevin. Lê dîroknasên sedsalên pêşerojê dê şerm û rûreşiya wan, berxwedan û rûmeta jinên êzidî û gelê me binivîsin. Ev berxwedana li hemberî vê hovîtiyê dê di nav rûpelên dîrokê yên binaxkirî de nemîne. Di dawiyê de em gotinên xwe bi Sartre dawî bikin, di wê pirtûka xwe de Sartre dibêje ‘heta mirinê mirov mehkûmê azadiyê ye.’

Heta mirinê jin û gelê me jî mehkumê azadiyê ne, wekî ku her car li me diqewime, em bi berxwedanên xwe sax dimînin û bi berxwedanên xwe dijîn. Em ê bi berxwedanên xwe ji bin serdestî û desthilatdariyên dewlet û rexistinên hov xelas bibin û azad bin.