4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jineolojî zanista xwegihandina heqîqetê ye

Em di hevpeyvîna xwe ya vê hafteyê de, bi endama Komîteya Jineolojiyê ya Ewropayê Necîbe Qeredaxî re li ser jineolojiyê diaxivin.

Wekî têgeh jineolojî çi ye û hewceye çawa were pênasekirin?

Jineolojî zanisteke civakî ye. Wateya wê zanista jinê ye. Bêguman jinê ne tenê weke hebûneke biyolojî, weke hebûneke civakî, siyasî , çandî ku hemû zindîtiya gerdûnê di xwe de dihewîne dibîne lê di zanistên heyî de weke mijara zanistê nehatiye dîtin. Jineolojî cara yekemîn di pirtûka parêznameya ‘Sosyolojiya Azadiyê’ ya Rêber Abdullah Ocalan de hat pêşniyarkirin. Jin di gelek zimanên din de jî peyveke nêzî jiyan û afirandinê ye û peyveke tenê cînsekê yan jî rêgezekê îfade nake lê girêdana jin, xweza, civak û jiyanê îfade dike. Ji bo wê jineolojî zanisteke civakî ye û hemû wateyan di xwe de dihewîne. Di wergerên materyalên nivîskî û hemû belgeyan de ku di nav 8 salên dawî de hatine amadekirin, êdî jineolojî di hemû zimanên din de jî hatiye qebûlkirin û peyva jin êdî bi wateya xwe ya rastîn tê nasîn. Ji bo wê jî em dikarin bêjin ku jineolojî zanista jinê ye, zanista jiyanê ye, zanista civakê ye, zanista hevjiyana azad, zanista xweparastinê ye.

Gelo çi pêdevî bi pêşxistina jineolojiyê heye, dê bandora vê zanistê li ser civakê çi be?

Jineolojî ne tenê guhertina zîhniyeta li ser koletiya jinê hatiye avakirin, ji bo bidestxistina hêza wateya jiyanê ye. Ji ber ku mirovahî bi kolekirin û dagikirina aqil, hest û zayenda jinê wateya jiyanê wenda kiriye û bi avabûna zîhniyeta bavsalar hemû têkiliyên civakê li ser bingeha hêzê hatine avakirin. Ev hem di asta mîkro û hem di asta makro de bandoreke bingehîn kiriye û mirovahî bi hezaran sal in xistiye nav şerekî berdewam. Jineolojî lêkolîna koletiya ku bi dagirkirina aqil, hest û zayenda jinê derketiye holê dike. Hûr û kûr dikole û aşkera dike. Ji ber ku herî zêde bi avakirina nasnameyeke çêkirî mêr xwezaya jinê berovajî kiriye. Nax, xislet û nasnamyên cuda li jinê hatine barkirin û rastiya jinê hatiye reşkirin. Jineolojî ronahî dixe ser vê dîroka nivîskî û rastiyên hatine berovajîkirin, aşkera dike û yên nehatine nivîsandin lêkolîn dike û dinivîse. Dema em qala dîrokê dikin ne tenê weke têgeheke raborî û mirî lê weke têgeheke zindî û herikbar dikin. Jineolojî bi lêkolîna li ser dîroka koletî û nivîsandina dîroka berxwedana jinê dê xwe bigihîne heqîqetê. Ji bo wê jî jineolojî zanista xwegehandina heqîqetê ye.

Îro xebatên li ser zanista jineolojiyê tên kirin çi ne û niha di çi astê de ne?

Xebatên jineolojiyê li qadeke berfireh tên kirin; hem li hemû beşên Kurdistanê û herêmê, hem li qada navneteweyî. Xebat di qonaxa yekemîn de hema hema em dikarin bêjin ku nêzî 8 sal in didomin. Mirov dikare bêje li gorî qadan giranî daye ser mijarên lêkolîn û nîqaşan; bi watayeke din çarçoveyeke kilêşeyî nîne ku li her derê û her beşeke civakê heman tiştî bike. Mînak; rêbaznasî – metodolojî, yek ji mijarên herî sereke ye ku bi şêwazên cuda li her derê tîne ziman. Li hin cihan giranî dide ser şîroveyên bandora ol, felsefe û mîtolojiyê; li hin cihên din jî giranî dide ser felsefe, aborî û hevjiyana azad lê bêguman tiştên bingehîn hene ji bo nasandina jineolojiyê ku em wan bi astên cuda tim tînin ziman. Qadên em berê xwe ji bo nasandina jineolojî û lêkolînan didin wan, hem qadên rasterast ên civakê ne û hem jî tevgerên jinan, tevgerên civakî û femînîst û ekolojiyê û hwd… aliyekî din jî qada akademiyê ye. Jineolojiyê li van qadan lêkolîn kirine û dike.

Zanisteke mîna jineolojiyê, çima di nav kurdan de her wiha li Rojhilata Navîn dest pê kir?

Pirseke pir xweş e û watedar e. Cewhera felsefeya ku jineolojî pala xwe didê ev e ‘me li ku derê wenda kiribe, em li wir lê digerin’ lê di serî de me pirsyar kir, ‘me çi wenda kiriye ku di cîhana me de ewqasî tije dagirkerî, şer, tundî, koçberî, birçîbûn, xerabûna xwezayê û hwd… heye.’ Em di lêgerîna heqîqetê de gihiştin hin rastiyan ku me civakbûnê, wateya rastîn a azadî û jiyanê wenda kiriye û di encama vê wendakirinê de hemû cureyên desthilatdariyê qat bi qat hatine avakirin. Van qatan jî bi rêbazên hem tund û hem jî nerm, bi zimanên mîtolojî, olî hatiye avakirin û bi felsefe û zanistê jî hatiye rewakirin. Çavkaniya yekemîn jî Mezopotamya ye, ji bo wê jî divê em li wê derê lê bigerin. Me di vê lêgerînê de zanist û felsefe xist bin lêpirsînê, ji ber ku diviyabû hemû çewtî, derew û qurnaziyên bi rêbazên metolojî û olî hatine kirin aşkera kiriba. Ji bo wê jî me di hemû kampên jineolojiyê de, nîqaşên xwe li ser esthilatdariyê kir ku li ser beden, ruh, aqil, zayenda jinê hatiye avakirin. Weke din jî têkoşîna 42 salan a tevgera azadiyê ku tevgera jinê cewhera vê têkoşînê pêk tîne, yek ji çavkaniya esasî ya jineolojiyê ye.

Li tevahiya Kurdistanê xebatên jineolojiyê di çi astê de ne?

Li hemû beşên Kurdistanê jineolojî xebatên cuda û di astên cuda de bi rê ve dibe. Bêguman xebatên herî sazbûyî û nîqaşên kûr li rojavayê Kurdistanê ne. Di asta akademiyê de xwe ava kiriye, lêkolînên sosyolojî kirine, dewrêyên perwerdeyê vekirine, bingeha fakulteya jineolojiyê ava kiriye û hwd. Li hemû beşên Kurdistanê jineolojî beşeke esasî ye. Li bakurê Kurdistanê kovareke jineolojiyê ya demsalî heye ku heya niha li ser mijarên cuda 15 berg derketiye. Li rojhilatê Kurdistanê komeke ji bo analîza sosyolojiyê hat avakirin da ku bi perspektîfa jineolojiyê lêkolînan bike. Li başûrê Kurdistanê jî xebata jineolojiyê di asta nîqaşan de her diçe berfireh dibe. Ne tenê ji bo jinan, ji bo mêran jî li ser têgînên cuda dewreyên perwerdeyê vebûn.

Aktîvîstên femînîst ê cîhanê ji bilî nêzîkatiyên oryantalîst, gelo îro bi jineolojiyê re çiqas eleqedar in?

Qadên me yên hevpar pir in ku em li ser wan biponijin û me bigihînin hev lê rexneyên jineolojiyê ji bo femînîzimê hene. Bi qasî jineolojî xwe bi tevger û kesayetî da nasandin lê ewqas jî bi zelalî rexneyên xwe ji bo femînîzmê, rewtên cuda yên femînîzmê, parçebûna wan, ketina nava xefika desthilatdariyê, pergala neo-lîberalîzm û xwequtkirina ji civakê û xwesînokirina bi qadên teorî û akademiyê jî kirin. Mirov rastiyekê bêje dê gelek bi feyde be; piranî tevgerên femînîst û heta nivîskar û teorîsyen û akademisyenên femînîst rexneyên jineolojiyê red nekirine berovajî weke hêz û nûbûnekê ji xwe re dibînin. Ew jî dihêle ku jineolojî di têkoşîna li hemberî sêgoşeya bavsalarî, netewe-dewlet û kapîtalîzmê de bibe zanista xwenûkirina femînîzmê.

Jineolojî çiqas dikare pêşiya qirkirinên li ser jinan bigire û hişmendiyekê li hember çewisandin û tunehesibandinê ava bike?

Jineolojî bi rastiya ‘zanisteke ku li dora jinê were pêşxistin dê ji bo sosyolojiyeke rasteqîn bibe gavek’ derket rê û ji bo ji nû ve rastî û wateya jiyanê bi dest bixe, hişmendiyê biguherîne, çiqas maskeyên bavsalar biçirîne, ewqas jî qadên têkoşînê vedibin lê bi misogerî, jineolojî di gava yekemîn de bi xebata ronîkirina rastiya jinê dest pê kiriye. Jinan bi guherîn û veguherînê, xwe bi rêxistin kir, qadên xweser ava kirin, bi pêşxistina mekanîzmayên xweparastinê ji alî teorî û pratîk de, di hemû qadên jiyanê de xwe serwextkirin û bi perspektîfa jineolojiyê dikarin pêşî li qirkirinê bigirin. Bala xwe bidê, di van salên dawî de hêzên hegemonîk ên navneteweyî û bavsalar herî zêde êrîşê dibin ser jinên birêxistinkirî. Ji ber ku ev jinên pêşeng ji bo azadiya civakê mînak in. Pêşîlêgirtina qirkirina jinan girêdayî asta rêxistinbûna jinê ye. Jineke asta serwextbûna li ser hebûna xwe, pêşxistina zanebûna xwe di hemû aliyan de bizanibe çawa bijî û çi dixwaze, ne mumkun e bikeve xefika tu hêzeke serdest.

Em dikarin bêjin ku materyal û dokûmanên jineolojiyê –li gorî îdeayeke zanistî- gelek kêm in. Ji bo vê yekê hewce ye çi werin kirin?

Hûn rastî bixwazin, materyalên jineolojiyê ji bo perwerdeyê ne kêm in. Weke destpêk hûn dizanin ku niha hem daxwazî pir in û hem mijarên cuda yên qadên jineolojiyê jî li gorî herêman hewceyî hene. Ji ber ku weke min got, jineolojî di qadeke fireh de xebatên xwe dike. Bi hin zimanan gelek materyal hene û bi hin zimanên din jî kêm in lê divê em jineolojiyê, ruhê vê zanistê tenê di materyalên nivîskî de nebînin. Rast e ev materyal girîng in lê divê em materyalên nenivîskî bi taybet ji kesên bi ezmûn û dapîran, kesên li gundan dijîn û di stranên gelêrî, çîrok û destanan de, di sembolên ku her malekê de hene weke materyalan bibînin. Marija Gimbutas femînîst û nivîskara lituanî bi salan dûrî welatê xwe ma lê dema xwest xwe bigihîne rastiya jinê 2 hezar stranên jinan li gundên derdora gundê xwe kom kirin. Bi vî awayî karî rastiya veşartî ya civakê derxe holê. Ev rêbaz ji bo jineolojiyê jî heman tişt e. Tevgera azadiya jina kurd li kokê li rastiyan geriya û kir çavkaniya esasî ya materyalên perwerdeyê û li ser bingeha ‘ŞÎROVEKIRIN’ê ji nû ve li dîrokê nêrî. Her çawa ku Hêlîn Dêrsim bi lêkolîna xwe ya dîrokî li ser rastiya peyvên ku li herêma Dêrsimê û hin herêmên çiyayî ji bo mêr dihatin bikaranîn derxistine holê. Ev daneyên girîng û hêja yên pêşiya me ronî dikin, roj bi roj zêde bibin.

Ji bo pêşerojê, dê jineolojî xwe çawa bihêztir bike?

Jineolojî qadeke xweser e; zanisteke civakî ye, loma jî wê li gor vê rastiyê tev bigire. Em li hemberî nêrîna ku dibêje ‘zanist hêz e’ derketin. Ji ber ku tiştên jinê bi hezar salan kirine û gotine weke zanist nehatine dîtin lê em dibêjin zanist şîrovekirina wateyê, potansiyela heqîqetê ye û ev potansiyel jî di jinan de hatiye tepisandin. Jineolojî zanista derxistina vê potansiyelê ye. Wê li ser bingeha ezmûnên berxwedana jinan, ezmûnên zanista erênî ya dûrî desthiladariyê û bi rêbaza şîroveyê dixwazin potansiyela heqîqetê derxin holê û li ser wê jî derî li ser nîqaşên fireh di nav jinan û civakê bi giştî veke.

Divê were gotin ku jin bi qadeke fireh a navneteweyî bi rêya jineolojiyê ji ezmûnên têkoşîna azadiya jinên kurd, têgîn û teorî, rêxistinên xweser serwext bûn. Ev jî ji bo jinan û civakê enerjî û hêzeke mezin a xwebirêxistinkirinê ye. Weke din jî jineolojî mîna hawzeke hevpar a ezmûn û zanînên jinan e; jê sûd werdigirin û xwe ji nû ve ava dikin.

[accordions]
[accordion title=”Necîbe Qeredaxî kî ye?” load=”show”]Necîbe Qeredaxî li Bexdayê Zanîngeha Mustensirye beşa Kîmyayê qedandiye. Di sala 1997’an de hem li başûrê  Kurdistanê  di rojnameya Jiyana Azad û piştre jî li Belçikayê di tv û  radiyoyan de xebitiye. Bi tevahî 18 sal karê rojnamegeriyê kiriye. Niha endama Komîteya Jineolojiyê ya li Ewropayê ye.[/accordion]
[/accordions]