Rojnameya Heftane

Bi pirtûka xwe civakê rakir ser pêyan

“Dilê min ji ber xemgîniya hovîtî û neheqiyên ku gelê min ji koleyan re reva dibîne, parçe dibe. Hin şevan dema li gel te radizam dayikên kole ku zarokên wan ji destê wan tê girtin difikirim…

Bîlançoya zilma li ser kurdan

Li Tirkiyeyê êrîşên ku ji hêla dewlet û nijadperestan ve li kurdan tên kirin, didomin. Hefteya borî ev êrîş derketin asteke bilind ku dilê kurdan dag kirin û qet nayên qebûlkirin. Di êrîşan…

Jinika jîr…

Dayê nizam bextê min e, yan jî bêbextiya hinekan e! Ez bi ku de herim, çi bikim jî hemû caran bêbextiya hinekan derdikeve pêşiya min. Em gundî, li gundê xwe û di navbera xwe de di hemû kar û baran de alîkariya hev dikin; her kesek destê xwe diavêje karekî û em bi ser dikevin.

Lê di nav me de jinek heye, xwedê neyne serê tu kesekî. Em hemû ji wê hez dikin, xeberxweş e, sivik e, di mala xwe de wisa jîr e ku meriv nizane ew wan karên giran bi tena serê xwe çawa dike û bi lez û bez diqedîne û xwe li bin dara ber derî dirêj dike.

Ya me jî, heta em zikê zarokan têr dikin, heta em mêrikê malê bi rê dikin, heta nav malê didin hev, em hew dibinîn ku dîsa êvar bi ser me de hat. Mehên havînê, em hemû cînar, ji bona tivdarekên zivistanê bi ber hev de bînin, alîkariya hevûdu dikin. Rojek mala min, roja din mala cînara min, rojtira din mala cînara din û wisa. Duh em li mala Heydê bûn. ( navê wê yê rastî Hediya ye, lê em bi kurtasî jê re dibêjin Heydê) Heta êvara dereng û bêrawestan, me kar û barê Heydê kir. Bê malmîratê koma te ewqas mezin jî nîne, tu dibêjî ew ê haziriya deh salan bike, bi xwe jî dema devê xwe vedike, mecalê nade kesekî ew jî du heb û sê heb peyvan bibêjin. Heta êvarê virt û virt. Dîsa jî me di navbera xwe de got; heyran dema karekî dike, dev jî dixebite û dest jî; tişt nabe, em ê carna guhê xwe bigirin, hema bila kar biqede…

Weyla bexteqar li serê min hatê. Dema dor hat mala cînara min a din, em bi kêfxweşî li ba hev civiyan, kêf û henek, xwarin û vexwarin, tu dibêjî qey em di nav dawetekê de ne û mil bi milê hev direqisin. Me dî Heydê hinekî dereng û bi rû pirçî hat, xwe da kêleka min, of û pif kir, got ez îro qet ne baş im, serê min, madê min, dest û lingên min diêşin lê ez ê alîkariya we bikim. Me jî got; heyran ger tu ne baş bî, here malê, hinekî bi ser xwe de were, roja din were em herin mala cînara din. Got erê û çû.

Rojtira din nehat, çend rojan li ser hev got ez hê baş nebûme lê ez ê bêm alîkariya we. Paşê nizam çi bû, me got hela ka em herin pirsa wê bikin gelo baş e an na! Em çûn ber derî, me dî ne li malê ye, em bi aliyê malê de vegeriyan.  Wîîî, Heydêya me li paş malê bi dest û lingan ketiye nav heriyê, tendûrê çêdike. Gava çav li me ket, hema xwe avête erdê, wî serê min, wî diranê min, wî pişta min, vir de û wê de. Qutê got; qet tu şerm nakî, em hemû hatin mala te, me hemû tedarikên te yên nizam çend salan çêkirin û dagirtin. Dema dor hate me te got ez nexweş im, waye tu ne nexwaş î, tu ji me hemûyan qewîntir î, tu ji me jîrtir î, em nikarin ji te re tiştekî bêjin, sala pêşiya me em nayên mala te, got û got.

Em wisa hatin xapandin, bi dilekî xemgîn vegeriyan. Di navberê de çend roj derbas bûn, me dî waye Heydêya me, di destê wê de beroşên xwarinê, hat ji me re sifre danî, nizam çend cure xwarin çêkirine, hazir kir, em jî wisa bala xwe didinê wê gelo çi bêje ji me re. Got; werin heta we xwarin xwar, ez ê li şûna we bixebitim. Me dengê xwe nekir, li dora sifrê rûniştin, heta me xwarina xwe xwar, Heydê hemû karê me yê wê rojê bi tena serê  xwe qedand. Qutê vegeriya jê re got; ger dil bixwaze, dest û ling jî hêzê didin, me tu efû kirî vê carê lê careke din hay ji xwe hebe. Lê Heydêya me her tim wisa ye, jîr e lê ku bixwaze xwe biwestîne…