spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dax

Şener Ozmen
Şener Ozmen
Weswese 2

Strana Ew î Ku Diçe

diçime bajarekî nû

pê dizanim

ez ê li wir jî binivîsim

tûrikê min mişt bi tîpên xav

hogirno, diçime bajarekî nû

selbendî, kuçeyên bêpeyase

ku berejêrî deryayê dibin

û darên bedew, evînên min

ez ê li benda reşbelekekê bimînim

ez ê pala xwe bidime xema xwe

ez ê bibêjim û bigirîm, hey bigirîm

“bi tenê tu yar î

bi tenê tu ne sozdar î lê lê”

dil bihar

ez ê vê stranê bistrêm

ez guveguv, tu daristan

Kawa Nemir, Ji Bîşenga Deşta Dûr

Helbestvanê min î gewre yê salên min yên xortanîyê Vladîmîr Mayakovskî, di serhilbûna xwe ya Amerîkayê de kat kiribû; “Min hêja Chicago dît û destana xwe raberî Chicagoyîyan kir. Ne mizicîneke mizawir li rûye wan hasil bû, ne jî milikê xwe hilkirin… Berevajî. Min dît ku kartêkirina wê baş e. Lewre, destana min rûçikê din ê Chicagoyê rêyî wan dabû.” Herçî ez bûm, min hîn Chicago nedîtibû û destaneke min a ku rêyî wan bidim jî –ji xên ‘tîpên min yên xav’– tune bû.  Dewletin hebûn, helbestvanên xwe yên mîna Ezra Poundî avêtibûn binê tîmarxaneyan, yê ku gotibû; “Amerîka tîmarxaneyek e.” Heman dewletê, di wan rojan de yekemîn xelata helbestê ya dewletê jî –fena ku tinazên xwe pê bike– pêşkêşî helbestkêr kiribû. Heye ku rast bû, heye ku Amerîka tîmarxaneyeke berra bû û Pound, dojeha xwe ya li vê cîhanê, bi çavên serîyan dîtibû lê wisan be jî, ometek regez, bêyî ku hevûdin bi qaqa reş asê bikin, li ser erdê wê dijîyan.

Çend lêpirsîyarîyên lasayî

Çaxa balafira me serê pozikê xwe zîvirand Amsterdamê; dilê min çargopal lêdixist. Ji tirs û şayîşa ku dê polîsên tirk (ku berîya bi saetekê, min her sê pasaport û belgenameya fermî ya destûra derketina derveyî welêt radestî wan kiribû û wan jî li ser qedexeya derketina derveyî welêt û rewşa mamosteyan bi pistepist peyivîbûn da ku hema li wir aqilê xwe bavêjim), têkevin zikê balafirê û rasterast bên nik me û me ji balafirê derînin, wek gayê ku li kêrê binêre, min çavên xwe kutabûn derîyê balafirê. Xweşbextane, senaryoya min a tehlûtirş bi pêk nehat, belam dîsan jî, çawan vebibêjim, ez di nava niq û fîqê de bûm, qey ev jî qedera min bû, nizanim êdî! Piştî ku em gihîştin Balafirgeha Schipolê, kabirayekî bedlekî reş li xwe kirî, ji nava ewqasê mirovan bi tenê nav û paşnavê min hilda û bi tirkîyeke bi şêwaza amerîkîyan got: “Ji kerema xwe re bi min re werin, ez ê çend pirsan ji we bikim…” Me jî da dû wî û em çûn, kabira li pêşberî laptopekê dasekinî û bi dû çend tik û mikan pirsên xwe arasteyî min kirin:

“Ji kerema xwe re bibêjin wekî hûn bi çi sedemê diçin Amerîkayê?”

“Ez hunermend im, min serî li bûrseke hunerî dabû, ji ber hindê…”

“Gelo tu dişêy hinekî qala hunera xwe bikî?”

“Wekî çi?”

“Tu li ser çi dixebitî?”

“Li ser vîdeo û wênesazîyê…”

“Vîdeoyên bi çi rengî? Gelo tu dişêyî qala vîdeoyên xwe bikî? Ez dixwazim tu min serwext bikî…”

Rabûm min kurtemêjûya hunera vîdeoyê jê re kat kir; wekî di kîjan salê de derketiye, bi çi awayî bi pêş ketiye, cîyawazî û pêwendîyên di navbera sînema û vîdeoyên hunerî de çi ne û ez çi dikim. Kabira gelek cidî bû gava ez wiha, fena ku ez di guftûgoyekê de bim, dipeyivîm.

“Min bibexşînin Mr. Ozmen, belam ez tênegihîştim… Ev çito huner e?”

“Hevçax dibêjin… ez jî hindê dizanim…”

“Baş e, spas dikim. Fermo pasaportên we, ji kerema xwe di vî alîyî re derkevin.”

Şaş û metel bûbûm ji vê lêpirsîyara nepayî. Tam û temam du saet û nîv hebû bo firîna me ya duwemîn re. Me yê parîyekî tapa xwe bihanîya, em ê bêxew û tengezar bûn. Şeva berîn, li Stembolê, li jûra wê otela bimêrês ya li Taksimê, ji xem û xereqan xew neketibû çavên min û Zelalê, herçî Robîn bû, ji ber talaşa ku –bêhtir ji ber coş û peroşa balafirê û hizra çûyîna Amerîkayê– ez ê wî di tarîya şevê de şîyar bikim, zû raketibû. Me jî xwe bi temaşekirina televîzyonê û çixareyê gîro kiribû heya ku wext hatibû. Romana min a dawîn, XEYB’a min, di destê min de bû.

Welcome To The United States Of America yan jî Supermuslim

Gava min qala vê lêpirsîyarîyê kir, ji min re gotin ku ev e tiştekî gelek seyr e wekî çawa di lênihêrîna pasaportan de polîsê pasaportê ji kompûtera xwe ya li pişt camê, berhemên te yên xwerû îronîk şanî te bide û pirsa vê yekê ji te bike, wekî yên di wan wêneyan de tu yî yan na? Jinika Afro-amerîkayî ya li Balafirgeha Newarkê ku serê carê deng bi xwe dixist û li gorî nimroyan berê rêwîyên ku ji bitûmê dinyayê hatibûn –parîyekî jî bi hêrs– dida deskan, bi me da zanîn ku dor dora me ye.

“Thirty nine! Thirty nine! Thirty nine!”

Thirty nine em bûn. Ka çi di tûrikê min de hebe (pasaportên me, sîgortayên me yên tendûristiyê, belgenameya wîzeya J-1 û J-2’yê, vexwendnameya zanîngehê û ya dezgeha sereke, belgenameya sînorê û yên mayîn) min giş dirêjî polîsê navosere kiribû û li bendî gotina wî mabûm. Polîsê di pişt wê zirecamê re ji nişka ve berê monîtorê dabû min ku berhema min a ku min di sala 2003’yan de çêkiribû û ji duwanzdeh wêneyan dihat pê, şanî min dida. Ne hemû rêzewêne, bi tenê û xasma ew a dawîn. Bi mizicîn ji min pirsî:

“Ev tu yî?!”

“Belê ez im…” min gotiyê. Monîtor cardin rast kir û berê wê veguhest xwe û tiştin lê kirin. Dû re dîsan berê wê bi min ve kir û pirsî:

“Û ev jî tu yî?!”

“Yes sir…ew jî ez im…”, kenîya û tiştekî din negot, nepirsî jî. Vê carê, berhema min a fotoyê ya ku min serê xwe di nava kefîyeyê ku min di nîvekê re veçirandibû û serê xwe tê re deranîbû, şanî min dabû. Piştî çend pirsên din yên pêwîst, a soxîn em derbasî hêla din bûbûn û me qesta cîyê bahol û walîzên xwe kiribû. Axirî soxirî em li Amerîkayê bûn, herdu berpirsîyarên Beşa International Student/Scholar Coord. Global Education Centerê ya Zanîngeha Parêzgeha Montclairê, Stî Angela û Stî Domenica li bendî me bûn. Em mêhvanê malbateke Amerîkayî bûn û bi qasî du mehan yan jî mehek û nîv em dê li wir bijîyana.

Nasîna derr û dor û kes û kûs û hizr û bîrên seyr

Montclairê ku girêdayî parêzgeha New Jerseyyê ye bajarekî mezin, bi pîr û pergal û xweşerengîn e û bi populasyona sivorîyên şûm î berzeq yên hûr û gir ku li ser banên xanîyên şêwê-Victorian, çiqlên dar û berên bi heybet, têlên karebayê, peyarê û rêqîrê akrobasîyê dikin û di hewş û bexçeyên ku bi gul û kûlîlkên cihêreng xemlandî de bê çawan li ser herdu pepikan radiwestin, terîyên xwe yên sertopikî radikin û wilo ziq li mirovan dinihêrin, bêgûman rengîntir dibû. Min yeke ji wan di nava satila avê de dîtibû ku yexsîrê ji zû de ling kiribûn cot. Katrina (profesora perwerdehîyê) û Gay (mamostayê zimanê Îtalî), herdu dotên wan Sarah û Tali, bi hatina me gelekî kêfxweş bûn, bi me û bi rewşa me ya aloz serwext bûn û bi tirkî lêkiribûn postera pêşwazîyê ya bi derîyê me yê li qatê dawîn ve kirî, wekî; “Hûn bi xêr hatine mala me.” digel du alayan; li milê çepê alaya Amerîkayê, li milê çepê alaya Tirkîyeyê. Demek wiha, bi nasîn û tomarkirina xênî û xanîyan, der û dorê, peyarê û kûçeyên fireh û dirêj yên ji mirovan xalî, seyrangehên ne serî û ne binî û guhdêrana bêdengîyê, temaşekirina ziresiwareyên li tenişta xanîyên du-sê tebeq yên fenanî qesran, çûn û hatina îstgehan û bi kirarîyên nav-zanîngehê û der-zanîngehê derbas bû, bi dû re min xwe gihand çend hevalên xwe yên ji derdora hunerê ku exleb li NYC’yê bi cî bûbûn. Em jî ne dûrî New York’ê bûn, di serê gir û girkokên Montclairê re, balaxaneyên Manhattanê û xasma zireavahîya Empire State’ê xweş xuya dikir. Tramwaya Vîyanê (2013) ya Tennessee Williamsî ya ku Kawa Nemir wergerandibû di çavikeke çentepişta min de bû, gava li trênekê yan li subwayê siwar dibûm, min jî pirtûka xwe derdixist û wekî gelekan dest bi xwendinê dikir, heya ku hinek pirsan ji min bikin wekî bi kîjan zimanî ye.

Di hevdîtina min a bi sergenîndeya PEN Americanê Julie Trébault re de, Işın a hevala min a kurator –ku bi wênegira navdar Susan Meiselasê re kar dikir û me ji zanîngehê hev nas dikir– jî hebû, li hundirê wê zireavahîyê, tekane postera mezin û nasyar, ya nivîskar Aslı Erdoğanê bû. Li mal û kargeha Susanê, ez bi wêne û yadgarên li derr û dorê derketim gerr û geştekê li seranserê welêt.

Li stûdyoyê…

Hefteyeke bi şûn de, Livia ya gerînendeya Beşa Huner û Sêwiranê ya Zanîngeha Parêzgeha Montclairê, mifteya studyoya min a li Finley Hallê, radestî min kir ku di jîyana min ya hunerî de ez yekem car dibûm xwedîyê xwe û stûdyoyekê, belam wekî hunermendê hevçerx î tirk Huseyin Bahri Alptekin berîya mirina xwe ya trajîk gotî, ez ne hunermendê stûdyoyê bûm. Min hemû berhemên xwe yên hunerî li mala xwe ya li Amedê, li jûra xwe ya xebatê afirandibû û hizra dûrketina ji mal û jûrê na, lêbelê berhemhênerîya li devereke din û li welatekî din, xasma jî li stûdyoyê bi min gelekî xerîb dihat. Çend caran ez çûm, min derîyê xwe yê stûdyoyê vekir, danişîm, çend xêz avêtin ser kaxezê û min kir û nekir, min nekarî xwe ji geremola hizr û bîrên xwe yên ku min ew ji welêt anîbûn, rizgar bikim. Aya hunermendên din bi saetan di stûdyoya xwe de diman, çi dikirin, xasma bi çi û çi mijûl dibûn!? Adetekî min î nexweş hebû, min bi ti teherî guhdarîya muzîkê nedikir wilo bi saetan, muzîk wexteke taybet dixwest û min jî ew wext nedida pê. Ha, li vî welatî ez hînî vê yekê jî bûbûm, anika berguhkên xwe dixim guhên xwe û guhdarîya Memet Atliyî dikim, albûm bi albûm pê de diçim. Lewre, min fam kir ku mirov, li gorî rûpîva xaka xwe difikire, bîr û boçûn û xewn û xeyal jî li gorî wê rûpîvê yan fireh dibin yan jî –mixabin– tengtir dibin û Amerîka, tekane welat e ku bi firehîya rûpîva xwe, hizrên mirovan jî berfirehtir dikir. Belam, ev yek, ji bo tirkên ku pirranî ji Enedolîya Navîn û Deryaya Reş hatibûn û li derr û dora Paterson, Clifton û Little Fallsê akincî bûbûn, ne derbasbar bû. Keçika kuafor a ku digot; “Ev e hevdeh sal e ez li Amerîkayê me, belam ez hînî îngilîzî nebûm, ji bilî axaftina bi çend mişterîyan re û hînbûna çend peyvên vî şixulî, pêdivîya min pê nebû, mirov dikare wehakîno jî bijî…”, di esasê xwe de rastîya rêgezeke sosret a ku şîrê çilîtîyê di pozê me re dianî, bi lêv dikir. Li vî serê Amerîkayê be jî, îmana tirk û ereban ji kurdan diçû, ew li alîyekî, belam kurd jî bêtifaq bûn. Têkilî û hevaltîya bi çepgirên tirkan re, ji avakirin yan dûristkirina pêwendîya bi kurdên ji parçeyên din re zehmettir bû qey. Yekcaran muzîkê radiwestînim û xwe davêjim derveyî stûdyoyê; baran hûre hûr lê dike, çixareyek vêdixim…

Baranê danenî, dû re lehî rabû, vedigerim stûdyoyê, tiştekî ku ez bikim tune ye, çend rûpel ji Bartlebyê Nivîsevan dixwînim, Kawa her bi min re ye…

NYC

Hest pê dikim ku bajarê min NYC ye, ne dereke din.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê