3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kopî ye yan tesaduf e

Şêwekar Luqman Ehmed li ser malpera xwe ya tevna civakî ragihand ku şêwekar Mehmet Yucel berhemên wî kopî kirine û di pêşangehekê de pêşkeş kirine.

Luqman Ehmed û Mehmet Yucel têkildarî mijarê ji rojnameya me re axivîn. Mehmet Yucel pirsên me bersivandin û wiha got: “Ez li vê herêmê mezin bûme û her tiştê der barê xelkên herêmê de dizanim. Ji çand û baweriyên wan heta bi cil û berg, sembolên wan, deq û motîfên wan baş nas dikim. Derdora 25 sal in ku bi karê hunerê re mijûl dibim. Min li fakulteya hunerên ciwan xwendiye, her wiha min perwerdeya bilind û doktora xwe jî kiriye. Ez  navdar û destan û dengbêjiya xelkê herêmê nas dikim û haya min ji Ehmedê Xanî, Cergerxwîn, Derwêşê Evdî, Mem û Zîn, Siyamend û Xecê, Mehmet Uzun û hwd heye.  Haya min ji çand û hunera Mezopotamyayê heye.”

Gazinên Mehmet Yucel

Mehmet Yucel gazincên xwe wiha bi lêv dike: “Ez Luqman Ehmed nas nakim, tenê beriya 15-20 rojan min ew bi tesadufî nas kir, dema min dît ku min li ser malpera civakî dişopîne. Heta piştî ku min tabloyên wî dîtin min ji rengê wî hez kir. Ji ber koleksiyona min heye, min xwest tabloyekî wî bikirim lê wî bersiv neda min. Dibe ji min fêm nekiribe, ji ber min bi tirkî jê re nivîsandibû. Ji 10’ê tîrmehê şûn de gelek name û çêr ji min re hatin. Piştî wê ev mesele li ser tevna civakî hate parvekirin û çêr û sixêf li min hatin kirin û hê jî berdewam dikin. Heke idiayeke mirov hebe bi vî rengî nabe, xwezî berê ez naskiribûma, wê gavê wê zanîbûya ku ez deng û vedenga dîrok û rabirdûya xwe me. Hunermendî ne wiha ye û tew ku mirov ji heman miletî be nabe bi vî rengî bi çêr û heqaretan mirov nêzî hev bibe. Hemû not û reşnivîsên xebatên min li ba min hene. Her wiha di resimên min de ez kompozisyoneke cuda bi kar tînim; ez mijarên xwe bi şêweyê li ser dirêjahiyê û li ser firehiyê an jî panbûnê bi kar tînim. Ew wêneyên ku Luqman wekî mînak nîşan dane navê wan û çîroka wan heye. Ez motîfên ku di tejikan de, di cil û bergên herêmî de, deqên li rû û laşê mirovan ên vê herêmê baş nas dikim û agahiyên min der barê wan motîfan û dîroka wan de jî heye. Wekî mînak resmê min ê Gemiya Nûh û tava ku li paş wê hatiye bikaranîn çawa Luqman dibêje ev û ya min yek in. Jixwe her miletek sembolên wî hene, gelek kes dikarin heman sembolan bi kar bînin.”

Bila ev bibe dersek

Luqman Ehmed jî got ku armanca wî ne tenê parastina berhemên wî ye, armanc pêşîgirtina li talanê ye û wiha pê de çû: “Bi salan e ku stranên me, çîrokên me, destanên me û heta bi xwarinên me jî tên dizîn û bi navê gelekî din tên belavkirin. Lewre jî dema ku min dît ew tabloyên min hatine kopîkirin min xwest ku ez vê yekê teşhîr bikim û bala her kesî bikişînim ser vê mijarê.”

Ne malê talanê ye

Ehmed axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ew camêr dibêje em her du kurd in an jî wekî bilêvkirina wî dibêje em her du ji miletekî ne. Lê ez dixwazim di vê de mînakekê bi bîra wî bixim. Îbrahîm Tatlises jî kurd e lê wî bi sedan stranên kurdan dizîne û ew kirine mal û milkê miletekî din.  Ne tenê destan çîrok û stranên me dizîn, heta bi xwarinên me jî tên dizîn û li ser navê milet û gelên din li dinyayê belav dibin. Lewre jî divê êdî pêşiya vê talanê were girtin û em bi xelkê bidin naskirin ku malê me ne malê talanê ye û min xwest ku ev bibe mînak û dersek ji bo ku kesekî din beriya çavê xwe berde ked û berhemên me, sed caran bifikire û newêribe bi hêsanî berhemên me talan bike.”

Luqman Ehmed got ku wî parêzerê xwe xistiye dewrê û wiha domand: “Ew payama ku ji min re şandiye û mijar tev êdî li ber destê parêzerên min e. Saziyên navneteweyî yên mafê telîfê diparêzin hene û heta dawî ez ê vê mijarê bi rêya parêzerên xwe jî bişopînim.”

Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev helwesta min ne tenê ji bo parastina berhemên min e. Ev  bangek e ji bo pêşîgirtina li talaneke ku bi sedan salan e li dijî çand û hunera kurdan tê kirin. Her wiha helwesteke tund e li hemberî kesên ku wê wêrekiyê û wî mafî di xwe de dibînin ku bi hesanî keda mirovan bikin ya xwe. Tiştên ku dibêjim û min bar vekirine li ber çavan e û ne tenê şêwekar her kes dikare li wan tabloyan mêze bike û der barê wan de biryara xwe bide.”

Hunermendek din jî gilî dike

Li aliyê din, nerazîbûneke bi vî rengî ya hunermendê kurd Ganî Mîrzo jî li ser malpera wî ya civakî hatiye belavkirin û tê de wiha tê gotin: “Şîrketa muzîkê ya bi navê Saz Blackê ku navenda wê li Stenbolê ye, li ser înternetê berhemên min bi rêya hin malperên wekî Amazonê û yên din difiroşe. Tevî ku tu têkiliya min bi wê şîrketê re tune ye, wekî ku ew berhem li wê şîrketê hatibin çêkirin tên firotin.” Hunermend Ganî di berdewama axaftina xwe de dibêje ku hemû berhemên wî li komeleya hunermendan a Spanyayê tomarkirî ne û ew dê giliyê wê şîrketê bike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê