Rojnameya Heftane

Bi pirtûka xwe civakê rakir ser pêyan

“Dilê min ji ber xemgîniya hovîtî û neheqiyên ku gelê min ji koleyan re reva dibîne, parçe dibe. Hin şevan dema li gel te radizam dayikên kole ku zarokên wan ji destê wan tê girtin difikirim…

Bîlançoya zilma li ser kurdan

Li Tirkiyeyê êrîşên ku ji hêla dewlet û nijadperestan ve li kurdan tên kirin, didomin. Hefteya borî ev êrîş derketin asteke bilind ku dilê kurdan dag kirin û qet nayên qebûlkirin. Di êrîşan…

Nerehetiya pez ji şivanê nezan e

Felat Nishtiman

Edhem Manaz 27 salî ye û ji gundê Kilêsiyê yê li ser Farqîna Amedê ye. Ew di tevahiya temenê xwe de, tenê carek li derveyî bajêr xebitiye, wekî din her tim li ber pezê xwe bûye. Edhem zewicandî û zarokek wî heye. Ew bi bav û birayekî xwe re li gundê xwe şivaniyê dike.

Şivanî, pîşeyê bav û kalan ê Edhem Manaz e. Berê li gelek gundên derdorê şivanî kirine lê piştre wan dest bi şivaniya pezê xwe kiriye. Bi gotina Edhem, ji bav û kalan de hinek jî ji ber erdê wan tune bûye, ew neçar bûne şivaniyê bikin û êdî şivanî bûye parçeyekî jiyana wan û her tim pê debara xwe kirine. Ew bi lêv dike ku ew bixwazin jî nikarin dev ji xwedîkirina pez berdin.

Edhem Manaz ê ciwan, heya dibistana navîn dixwîne lê ji ber hewya wî li xwendinê nayê dev ji dibistanê berdide û êdî diçe ber pezê xwe. Ew dibêje ku wî xwe dîtiye nedîtiye şivaniyê dike û wiha pê de diçe: “Ji min re bûye wekî kurm, wekî ehlaq. Ez jê aciz nabim. Em li ber pezê xwe ne, naçin şivaniyê. Pezê me yê malê jî yê bazirganiyê jî heye. Ji ber kêfa me jê re tê, em bêyî wî nikarin îdare bikin. Eynî zirar be jî em diçin berê.”

Ew tevî malbata xwe salik dozdeh meh pez xwedî dike. Beşek pezê wan ê malê yê ji bo dotinê, beşek jî yê bazirganiyê ye. Salekî salewext bi gir û hûran nêzî hezar mih û berxikî dikirin û diforişin lê ji ber cihê wan teng e û berga wan tune ye, li ser hevdu herî zêde 200-250 pezî dikarin xwey bikin. Edhem da zanîn ku ew li herêmê bi xweyîkirina pez tên nasîn û loma jî di kirîn û firotina pez de qet zehmetî nabînin. Ew bi piranî ji derdorê pez dikirin û dîsa diforoşin derdorê.

Edhem dibêje ku ew û birayekî xwe ne lê hema bêje ew tenê li pezê xwe dinêre û diyar dike ku rojekê jî neçe ber pez, li malê aciz dibe û didomîne: “Dema diçim ber pez, wekî ku dinya tev dibe a min. Wisa ji min re bûye kurm, ji ber ku ez zewq jê distînim. Eynî li min bûye wekî kurmê cixarê, nikarim dev jê berdim. Wexta pez difiroşin, ez dibêjim de wa çû ez ê hinekî bîna xwe bidim, deh roj derbas dibe bêhna min teng dibe. Ez du rojan neçim berê wekî ku salekê neçûbim berê.”

Di berdewama axaftina xwe de, Edhem destnîşan dike ku cudahiya kirina karê xwe û yê xelkê bi qasî erd û esman e û dibêje ku ew heta niha tenê carek (7-8 mehan) li derveyî bajêr di karê înşaetê de xebitiye û wiha dibêje: “Karê xelkê zehmet e. Wexta ez karê xwe dikim kes nikare minetê li min bike. Îmkanên meriv hebin, meriv dikaribe karê xwe bike çêtir e ji karê xelkê. Gava herkes karê xwe bike, wê çaxê herkes dibe xweyî kar.”

Ne tenê ji bo debara xwe pê bikin lê di heman demê de ew ji xweyîkirina pez pir hez dike, loma jî ew pir bi baldarî û zanebûn li pezê xwe dinêre. Edhem her wiha di xweyîkirina pez de ji nava xwe têr e û dibêje ku şivanekî temenê wî tev bi şivaniyê jî çûbe, ew nikare bi wî re şivaniyê bike û van tiştan tîne ziman: “Ez birçî dimînin, reht dibim lê nahêlim pezê min aciz bibe. Ez nahêlim pezê ber min, îxanet lê bibe. Yek li ba min li pez bixe, pir li zora min diçe. Tu pê re xayintiyê nekî, ew jî te aciz nake. Pezê ku nerehet e, şivanê nezan li ber wî pezî ye.”

Ethem Manaz der barê şert û mercên zor û zehmet ên xweyîkirina pez de jî dide zanîn dike ku êdî pir kes wekî berê nikarin heywan xwedî bikin û axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Bi hinekan re xirûr çêbûye, naxwazin şivaniyê bikin, yên bixwazin jî newêrin. Li aliyê çiyê şivan dibêjin, leşker bi şev pêşiya wan digirin û gule li wan direşînin, wan ditirsînin. Ji vê qasê şert giran bûne; gelek kes newêrin heywan xwey bikin. Berê her tişt ne kirîn bû; rûn, qatix, penêr tev ji vî heywanî bû. Heywanê berê evqas nexweş jî nediket. Berê pir dihat xweykirin taleb jî hebû.”