3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li rojavayê Kurdistanê xebatên çandî

Di mehên havînê de li rojavayê Kurdistanê çalakiyên çandî zêdetir dibin, li aliyekî mîhrîcan, li aliyê din pêşangeh, panel û her wekî din. Mînaka herî nêz beriya hefteyekê Mîhrîcana Heftemîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li dar ket, piştî wê jî Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a Çaremîn.

Derbarê lidarketina Mîhrîcana Heftemîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) de berdevkê komîteya amadekar a mîhrîcanê Azad Evdikê axivî.

Azad Evdikê têkildarî armanca lidarxistina mîhrîcanê ev tişt anî ziman: “Piştî ku di kongreya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê de biryar hate dayîn, her sal mîhrîcan tê lidarxistin. 3 salan li Ewropayê li dar ket, paşê li Hola Zana ya Qamişloyê li dar ket û rojek bû, paşê jî li Hola Newroz a Kobanê. Careke din li navenda HRRK`ê 5 rojan li dar ket û îsal dîsa 8 rojan li navenda HRRK`ê bi rê ve çû.”

Evdikê diyar kir ku îsal çalakiyên mîhrîcanê ji salên din cudatir bû û wiha got: “Îsal şanoger, belgefîlm û hejmara çîroknivîsan bêhtir bû û vê yekê hişt em zêdetir hanedanî lidarxistina mîhrîcanê bibin. Lê armanca me ji birêvebirina mîhrîcanê ew e ku em bibin tayê navbera kesên rewşenbîr, şanoger, helbestnivîs, çîroknivîs û civakê. Bi vê yekê em rûyê fediyê bişikînin û rengê wêje û çandê bi civaka xwe bidin nasîn.”

Dorpêça li ser herêmê

Azad Evdikê bal kişand ser dorpêça li ser herêmê ku bandoreke neyînî li lidarxistina çalakiyên çandî û hunerî dike û wiha pêde çû: “Sedema vê yekê hem şerek li vir li bakur û rojhilatê Sûriyeyê heye, sînor girtî ne, hem jî nexweşiya vîrusa koronayê deriyê her kesî girtiye. Salên berê hin mêvan dihatin, ew jî ji Rojava bi xwe bûn, lê em dixwazin hin kes ji Ewropa û welatên din jî tev lê bibin û rengîniya çandê derkeve holê.”

Di dewama axaftina xwe de Evdikê ev tişt diyar kir: “Armanca herî sereke ew e ku em ji qada çandê re bibin alîkar, her wiha asta wêjeyê bi pêş bixin. Lê hin tiştên teknîk çalakiya me qels kir, mînaka wî jî navenda HRRK`ê pir biçûk bû, ji bernameyê re nebû bersiv û pileya germahiyê hişt ku disîplîna bernameyê tevlihev bibe. Jixwe pirsgirêka ku rê li pêşiya pirsgirêka alavên teknîk vekir, pirsgirêka kehrebeyê bû, ji ber vê dibe ku salên pêş di germahiyeke wiha de mîhrîcan neyê lidarxistin. Lê her çi qasî ji her çar aliyan ve me armanca xwe hembêz nekiribe jî, lidarketin û guhdarîkirina berheman bi serê xwe armancek e.”

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol

Derbarê lidarxistina Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a Çaremîn de cîgira Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hesen bersiva pirsên me da.

Ronahî Hesen destnîşan kir ku pêşangeh di salvegera şehadeta şehîd Herekol (Hisên Çawîş) de pêk tê û îsal çalakiyên pêşangehê li gorî salên din serkeftîtir bûn û wiha got: “Li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyeyê ev pêşangeha çaremîn bû, îsal beşa zarokan jî vebû. Hejmara nivîskaran û ya semîneran zêdetir bû, her wiha 120 hezar pirtûk di pêşangehê de hatin pêşandan.”

Ronahî Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di demekê de ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê krîza aborî heye, di gelek aliyan de kêmasiyên me çêbûn lê dîsa em gihaştina armanca xwe ya lidarxistina pêşangehê.”

Her wiha Azad Evdikê û Ronahî Hesen destnîşan kirin ku armanca qadên çandê yek e, lê her yek li gorî sîstema hevgirtin an jî saziya xwe tev digere, her çend dema lidarxistina mîhrîcan û pêşangehê li dû hev bin jî, gelek xebatên wan ên xweser hene û her wiha di organîzekirina mîhrîcan û pêşangehê de ji hev re dibin alîkar.