27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civaka xwepêşanê û zimanê dayikê

Dogan Hejar

Guy Debord di berhema xwe ya navdar a bi navê “Civaka Xwepêşanê -The Society of the Spectacle(Gösteri Toplumu)” de bi berfirehî li ser bandora xwepêşanê ya li ser jiyana modern disekine û şîroveyên rasteqînî dike. Pirtûka wî camêrî, ji bo dahurandin û fêmkirina civak û pergalê weke nexşerêyekê ji mirov re dibe alîkar.

Lê armanca me ne nîqaşeke felsefî ye. Em ê tevî hin şîroveyên Guy Debord, meseleya bişaftin û zimanê dayikê binirxînin.

Debord pirtûka xwe ya navdar di dawiya salên 1960’î de nivîsiye. Tevî ku wê çaxê amûrên xwepêşanê ev çend bi pêş  neketibûn jî wî tespîtên pir girîng kiribûn ku bi tevahiya hêza xwe ji bo roja îroyîn jî derbasdar in. Ew dibêje, “ji bo civakê ya baş xwepêşan e û xwepêşan jî ya baş e.” Ango dixwaze viha bibêje: Ger malê xwepêşanê be baş e, bedew e, nirxdar e, rast e, erênî ye, xurt e û hêjayî rêzê ye; ger ne malê xwepêşanê be xirab, kirêt, nehêja, derew, neyînî, lewaz û bêqedr e.

Îja em bên ser asîmîlasyonê. Niha di roja me de ne zexteke dewletê heye ku kî bi kurdî biaxive rastî lêdan, girtin û cezayê pereyan bê ne jî astengî li pêşiya hînkirin û hînbûna zimanê dayikê heye. Helbet em nabêjin polîtîkaya bişaftinê tune ye. Bi tenê rêbaz guheriye. Dewletê berê bi rêya dibistanan û bi darê zorê û tirsandinê dixwest vê yekê pêk bîne lê niha dev ji wan rêbazên kevn berdaye lewre bêfêde bûn û rêbaza niha pir bibandor û bêxetere ye ku ji bo rêbaza nû hewldaneke taybet jî ne pêwîst e. Bi tenê ji bo kurdî nebe zimanê xwepêşanê heya ji dest tê astengiyan derdixe. Girtina Zarok TV’ê nîşaneya vê yekê ye. Li Bakur û Tirkiyeyê her ku amûr û alavên xwepêşanê bi pêş ketin, asîmîlebûn û rêjeya kurdên bi kurdî nizanin jî zêde bû. Ji ber wê nirxandinên otoasîmîlayson-xwebişaftinê jî qels dimînin. Ya em dixwazin bibêjin ne tunebûna xwebişaftinê ye, sedema xwebişafinê ye lewre kesên bi destê xwe zarokên dibişivînin wê yekê ne ji ber fikarên ekonomîk dikin, ne jî ji ber fikarên mîna ku dê zarokên wan ji ber axaftina kurdî rastî tehdeyê bên dikin, bi piranî bi xwezî û xeyalên xwepêşanê çerxa bişaftinê dizivirînin.

Me li jor hinek anî ziman ku Guy Debord dibêje di xwepêşanê de çi hebe civak jî dixwaze wê bijî û hest û xwesteka xwe ya xwepêşanê biborîne, tatmîn bike. Debord mijara zimanê xwepêşan û asîmîlasyonê negirtiye dest. Ya rastî piştî ew qas tespîtên rasteqîn, di vê der barê de kirpandineke taybet jî zêde ne hewce ye. Jixwe civaka li gor xwepêşanê ango li gor film, rêzefilm, bernameyên pêşbaziyê (mîna Surviver, Çarkifelek û hwd.), bernameyên zewacê û li gor fenomenên medyaya civakî jiyana xwe ava kir; hest û hewesên xwe beralî kir, helbet wê zimanê xwe jî ji zimanê xwepêşanê hilbijêre. Bifikirin bi milyonan kurdên hêj filmeke bi kurdî temaşe nekirine hene û jiyana wan bi temaşeya film û rêzefilmên tirkî derbas bûye û di qada xwepêşanê de ya mîna Debord diyar kiriye bandora wê li ser tevahiya jiyan û tevgerên me heye, yek hevokeke evîniyê bi kurdî nebihîstine, wê çawa li şûna tirkî kurdî tercîh bikin? Jinên berê yên zêde duçarî TV’an nebûbûn û qet înternet nizanibûn û tevî wê zarokatiya wan bi guhdariya çîrokên mîna Mem û Zîn, Siyabend û Xecê û çîrokên di nav dengbêjan de hatine vegotin derbas bibû, çi bûbûna jî bi zarokên xwe re, bi derdora xwe re bi kurdî diaxivîn lê jinên niha ango yên civaka xwepêşanê lava dikin bi zimanê xwepêşanê tirkî biaxivin.

Mirov biçe bi saetan li ser girîngiya zimanê dayikê û bandora wî ya erênî ya li ser zarokan bi dê û bavan re xeber bide û rastiya wê bipeyitîne jî piraniya wan wê dîsa ne zimanê dayika zimanê xwepêşanê bi kar bînin.

Lewre ji bo çerxa bişaftinê bisekine divê televizyonên kurdî zêde bin; sînemaya kurdî xurt be û rêzefilm pir bin; dublaja film û rêzefilman bi pêş bikeve û pirtûkxaneya bi kurdî bi wergeran dewlementir bibe. Heya ev pêk neyên zû bi zû be jî hêdî hêdî be jî bişaftinê wê bidome. Ji ber wê keseke dixwaze pêşiya bişaftinê bigire û tevkariyê ji ziman û çanda xwe re bike divê li gor hêza xwe (dublaja filman dibe, wergera pirtûkan dibe, derhênerî dibe, nivîskarî dibe, lîstikvanî dibe an jî di vekirina televizyoneke kurdî de tevkarî dibe) hewl bide ku kurdî bibe zimanekî xwepêşanê. Helbet hewldana îqnakirina ji bo axaftina bi zimanê dayikê ango têkoşîna di nav civakê de jî divê zêdetir be. Tevî vê ger kesek pirtûk, helbest, film û rêzefilmên xwe bi zimanê dayikê nenivîse û çêneke, ew kes tevkarî û desteka bişaftinê dike. Helbet îstîsnayên dualî jî hene ku him tevkariya bişaftinê dikin him jî tevkariya têkoşîna li dijî bişaftinê dikin. Meselen pirtûkeke li ser dîroka Kurdistanê ku bi tirkî hatiye nivîsin xwedî taybetmendiyeke bi vî awayî ye.

Bi me sedemên ji derveyî zimanê bazarê û yê xwepêşanê pir talî û duyemînî ne. Tew di gelek nirxandinan de siyaseta partiyeke kurdî weke sedema bişaftinê tê dîtin lê ya rast mirov li kurdên herî neteweperest binêre, mirov dê di wan de jî zêde zêde bandora zimanê xwepêşanê bibîne. Lewre karekterê serdema modernîteyê ev e. Û ji bo borandina wê têkoşîneke piralî lazim e. Divê kurdên dilsoz û dildarên kurdî mêjiyê xwe dabeşî parçeyan bikin ku bikaribin ji gelek hêlan ve li hember bişaftinê bisekinin.