Rojnameya Heftane

Bi pirtûka xwe civakê rakir ser pêyan

“Dilê min ji ber xemgîniya hovîtî û neheqiyên ku gelê min ji koleyan re reva dibîne, parçe dibe. Hin şevan dema li gel te radizam dayikên kole ku zarokên wan ji destê wan tê girtin difikirim…

Bîlançoya zilma li ser kurdan

Li Tirkiyeyê êrîşên ku ji hêla dewlet û nijadperestan ve li kurdan tên kirin, didomin. Hefteya borî ev êrîş derketin asteke bilind ku dilê kurdan dag kirin û qet nayên qebûlkirin. Di êrîşan…

Ken ji dev û lêvan hêvî ji çavan kêm nebûn

Rojkam Berket

Ji derengmayîna min, ji xemsarî û sersariya min bihesibînin vê nivîsê. Bêguman ji heq nayêm der li ser binivîsim. Nazdar e êşa nivîsê, giran e derdê hevokê, cirnexweş in çêkirinên rêzikan li vê serdemê, ne têne qefê û ne jî têne xefê. Dîsa jî em neçar in li dora peyvê bigerin, ji çi ye nizanim lê însan her dixwaze ruh bide hevokên xwe û wan şîrîntir bike li ber dilê yekî/ê.

Li her peyvê disekinim, bi her hevokê re nikarim hevaltiyê bikim, bi her mirinê re dimirim, ji gewdê xwe bêzar û belawela me.

Di vê navberê de nexwşiyek li me peyda bû, dibêjin hê jî bêhekîm û bêderman e. Hê zemanê berê rûspiyên me gotibûn wê dewranek bê; “dê kûçik ji kûçikî, gur ji gurî û însan ji însanî bireve.” Rûspiyên me jî ecêb in, di her mijarê de di ser xwe re ne. Gelek gotinên xweş gotine, pê re jî yên nexweş darijiyane.

Dibêjin di demtariyên zemanî de gotina herî xweş a helbestkî ye. Çendî rast e nizanim, lê gelek caran gotina helbestkî jî li ber bejn û bala bûk û zeriyên berxwedêr diqemirin. Ji ber ku ne hêsan e vegotina xem û kederê, behsa hîs û daxwazên kêliyên dawî yên jiyana wan. Ez bixwe nikarim li ber ezameta wan bûk û zeriyên berxwedêr, gotinê li hev bihonim, birêsim û bikim xweşgotina helbestkî. Heke ev eybek be, eyba min e…

Dîsa jî bêjim, dema min cara ewilî ew dît; Pala xwe dabû çiyayekî û di ser êşên xwe de dinaliya. Êşên wê jî kûr bûn wek gelek êşan. Dilê wê nerm û xeyalên wê bêsînor bûn. Hemû şevên pesara wî çiyayî sar bûn. Sira şevên tarî yên wê pesarê mîna kêrê dil diqelaşt. Di wê heynê de vîn diqerisî, ba direqisî, dil dilerizî û êş hinekî ji birîna xwe sar dibû…

Lê dîsa xwe ranedigirt û li jana dilê xwe vedigeriya. Ne dikarî ji bîr bike û ne jî dikarî bi têra dilê xwe xwedî bike. Mîna ku barê êş û xeman ew jar kiribe; li geliyê rûyê xwe xaçerêyên êşan venedişart. Tevî parvekirina barê êşan jî xwe bi tenê hîs dikir di hembêza çiyayên porspî de. Lê dîsa jî hêvî di seqema şevên dîn û har ên wî çiyayî de şîn dibû. Pala xwe dabû çiyayên xembar û êş bi rondikên çavên xwe aş û aram dikir…

Ji min re behsa çûyînên bêwext û her du xwişkan dikir. Xwişkên wê yên şehîd; Binevş û Sarya. Dixwest hê tiştek bi serê wê de nehatiye, jiyana her du xwişkan a têkoşînê bi projeyekê bide nasîn. Gava qala wan dikir çav tijî dibû, ewirên çavan li xaka biharekê digeriyan û di ber xwe de digiriya ji bargiraniya êşên serboriya jiyana xwe…

Heke tiştek bi min hat

Bipirsin ji xakên kevnar, ji bajarên birîndar û ji çiyayên bilind û serdar. Dê vebêjin çîroka zeriyên berxwedêr. Wê bêjin ew in ên ji mêj ve mirin kuştine, ew in ên dilê xwe li azadiyê vekirine, ew in ên ji welatê xwe re bûk in û pişta xwe bi çiyayên xwe germ kirine. Wê çiyayên êşê bihelin li ber bedewiya kenê wan…

Ken ji dev û lêvan, hêvî ji çavan bû li ba wê, heza wê bû ya ji bo rengê şîn ku me pê dizanî. Hezkirina wê bû ya şênber ku tim di navenda keftûlefta jiyanê de serwer. Tirsa wê hebû ya ne ji mirinê, ya ji fêmkorî û nefêmkirina jiyanê. Bawerî navnîşana wê bû ya ji hespê xwe nedihat xwarê û eniya xwe li her qadên têkoşînê dida…

Bêje ya ne bihîstî, ne binayî û ne jiyayî. Dilgermî û dilgiraniyê bêje bi rengê zaroktiya xwe yeko yeko.

Her yek çiyayek e, ji çiyayekî ye û çiyayî ye.

Nakevin

Bilind û hêrs in

Nayên xwarê

Bilind û berz in

Di ser xwe re ne

Biçûk û bêxêr nabin

Ji xwe jî mizintir in

Tev stêr û stargeh in

Bawerî ne

Yek bi yek şêr û şepal in

Li ba me pira di navbera mirin û jiyanê de herifiye, wateyek nû ya jiyanek berz û bilind li xwe bar kiriye.

Wext ji danê veqetînê ye. Mîna ku beytikên bêwar, çûkên koçer û derbider bêne bîra min; koçeke zû û navlênebûyî, bi şarheşînoka xwe firya û çû ji vî çiyayî!..

Lê “Li rûyê te dinêrim

ya di fotoyekî reş û spî de dibeşişe”

Û her dijî li xwîna rayên dilî û dilê me…