Rojnameya Heftane

Bi pirtûka xwe civakê rakir ser pêyan

“Dilê min ji ber xemgîniya hovîtî û neheqiyên ku gelê min ji koleyan re reva dibîne, parçe dibe. Hin şevan dema li gel te radizam dayikên kole ku zarokên wan ji destê wan tê girtin difikirim…

Bîlançoya zilma li ser kurdan

Li Tirkiyeyê êrîşên ku ji hêla dewlet û nijadperestan ve li kurdan tên kirin, didomin. Hefteya borî ev êrîş derketin asteke bilind ku dilê kurdan dag kirin û qet nayên qebûlkirin. Di êrîşan…

Rewşa zarokên êzidî yên ji DAIŞ’ê rizgarbûyî

Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî “Amnesty International”raporek li ser jin û zarokên êzidî yên rizgarbûyî belav kir. Di raporê de tê gotin ku jin û zarokên êzidî piştî vegerê rastî gelek zehmetiyan tên

Şaswar Mame

Rêxisytina Lêborînê ya Navneteweyî (Amnesty) der barê jin û zarokên ji destên çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin bi sernavê “Mîrateya Terorê: Rewşa Xirab a Zarokên Êzidî Yên Ji DAIŞ’ê Rizgarbûyî” amade kiriye û ragihandiye. Ev rapor ji 64 rûpelan pêk tê.

Lêkolîna ji bo vê raporê di navbera sibat û tîrmeha 2020’an de hatiye meşandin. Nûnerên rêxistinê, li Herêma Kurdistanê di navbera 17-27’ê sibatê de xebata qadê pêk anîne. Di heyama vê mîsyonê de, nûneran bi malbatan re hevdîtin kirine ku li hundir û nêzikî du kampên ji bo koçberên navxweyî yên navçeya Duhokê dijîn. Hevdîtinên mayî jî bi rêya hevpeyvînên dûr ên bi rêya amrazên dîtbarî hatine kirin. Amnestyê bi 29 kesên rizgarbûyî yên ku ji hêla DAIŞ’ê ve wek zarok dîl hatibûn girtin, bi 25 endamên malbatê ku zarokên rizgarbûyî xudan dikin û bi 69 kesên din re hevpeyvîn kir. Di nav wan de xebatkarên endamê rêxistinên civaka sivîl ên lokal û navneteweyî, rayedarên Neteweyên Yekbûyî (YE), rayedarên hikûmetê, bijîşk, psîkolog û psîkoterapîstên ku zarokên rizgarbûyî yên ji hêla DAIŞ’ê ve dîlgirtî tedawî kirine û bi wan re xebitîne, hene. Her wisa  bi rojnamevan û pisporên ku der barê civaka êzidî de xwedî zanyarî ne û temsîlkarekî olî yê êzidiyan Baba Şêx re jî hevpeyvîn hatiye kirin.

Rapor hem behsa van zarokên êzidî dike yên hatine revandin û ji aliyê DAIŞ’ê ve tev li şer hatine kirin an rastî tundiyên cinsî bûne, hem jî behsa van jin û keçikên êzidî dike ku di encama tundiya cinsî de zarok anîne dinyayê.

Zarokên hatibûn revandin

Li gor raporê, ew zarokên rizgarbûyî piştî ku vegeriyan malbat û civaka xwe, rastî gelek zehmetiyan hatin. Tenduristiya wan a fîzîkî pir xirab bû. Gelek ji wan pirsgirêkên tenduristiya derûnî dijîn, ew carinan bi diyalekta kurdî ya dê û bavên wan diaxivin nikarin biaxivin an jî jê fêm nakin, gelek ji wan nikarin qeyda xwe ya dibistanê çêbikin, piştî windakirina çend salan. Her wiha ew di bidestxistina belgeyên sivîl ên nû an jî di guhertina wan belgeyan de rastî astengiyan tên ku ew belge li Iraqê pir girîng in, ji bo bidestxistina mafên sereke û sûdên bingehîn.

Lêkolîna Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî nîşan dide ku rayedarên hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo van zarokên rizgarbûyî di garantîkirin û rêzgirtina wan mafan de û di misogerkirina tezmînatê de dikevin nav kêmasiya bicihanîna berpirsiyarên xwe.

Rêxistinê di 7’ê tîrmeha 2020’an de, encamên lêkolînên xwe yên sereke ku bi hûrgilî di vê raporê de derbas dibin, bi nameyan ji serokwezîrê Îraqê, serokê û serokwezîrê Herêma Kurdistanê re şandiye. Ji wan rayedaran xwestiye ku bersivekê bidin lê heya 24’ê tîrmeha 2020’an jî tu bersiv nehatine dayîn.

Zarokek bi navê Sahir di temenê 15 salî de ku bi zorê ji hêla DAIŞ’ê ve wek leşker hatibû gihandin, piştî der barê serboriya xwe de wiha dibêje: “Ez ê tu carî tişta hatî serê min ji bîr nekim. Ew parçeyeke min e, wek nîşanekê. Ew her tim li vir e. Ew tişta herî xirab e ku bê serê mirovekî, tişta herî bêrûmet e. Dema ez vegeriyam, tu kesî piştgirî neda min, tu kesî destê xwe dirêjî min nekir. Tişta ku ez li bendê bûm hema ew bû ku kesek li min xwedî derketa, hinek alîkarî bû, ji min re bigota ku, ‘ez li vir im ji bo te.’ Yekî destê xwe daniya ser milê min û bigota ku her tişt wê çareser bibe… Ew bû tişta ku ez li bendê bûm lê min ew tu car nedît.”

Sahir, leşkerê zarok ê DAIŞ’ê

Amnesty radigihîne ku gelek zarokên rizgarbûyî dema vegeriyan ba malbatên xwe di rewşeke birçîmayî, êşkencekirî de bûn an jî hatibûn mecbûrkirin ku li hember hovîtiyan li ber xwe bidin an jî beşdarî wan hovîtiyan bibin. Di gelek bûyeran de, wan tecrûbeyan li ser tenduristiya wan bandoreke mezin çêkiribû. Her ku hin zarok bi rewşên ku dikarin bên tedawîkirin bi şûn de hatibûn wek nexweşiyên bêxwînî û gurîbûnê, yên din xwedî birîndariyên lawazker ên dem-dirêj, nexweşî an jî rewşên giran bûn. Wek encama beşdarbûna nav şer, kurikên ku bi zorê ji hêla DAIŞ’ê ve wek leşker tev li şer hatibûn kirin bi taybetî xwedî rewşên giran ên tenduristiyê û seqetiya fîzîkî bûn, wek windakirina mil û lingên xwe ya di şer de. Keçikên rizgarbûyî yên rastî tecawiz û tundiya cinsî hatine pisgirêkên tenduristiyê yên xweser dijîn ku di nav wan de trawmaya fîstulayî, şûna birînan û dijwariyên di dema ducaniyê de û zarokanînê de derdikevin holê hene.

Piraniya zarokên rizgarbûyî û xudankerên wan, her wisa gelek xebatkarên karên mirovî dibêjin, pêwîstiyên tenduristiyê yên zarokên rizgarbûyî heya niha nehatine pêkanîn, bi taybetî jî pêwîstiyên der barê rewşên tenduristiyê yên dem-dirêj ên giran û rewşên birîndariyê.

Bûyera Rayan ku di temenê 15 salî de bi zorê ji hêla DAIŞ’ê ve wek leşker hatibû gihandin, mînakeke tîpîk e. Ew dibêje; “Min eniya pêş diparast, ez bi guleyeke topê birîndar bûm. Di nav lingê min ê rastê de şarapneleke mezin heye, li pişta çoka min… Ev şarapnel hema di nav bedena min de maye. Ew bû sê sal ez bi şûn de hatime û tu tedawî nekirine.”

Zarokên rizgarbûyî yên ku ji dîlgirtinê vegeriyane travmayên erjeng derbas kirine. Hema her xudankerê ku Amnestyê pê re hevpeyvîn kiriye gotine ku derûniya zarokê ku ew xudan dikin bandor ji dema dîlgirtinê dîtiye. Her ku rewşa her takekesî cuda be jî pisporên derûndirustî hin qalibên hevpar kifş kirine û derxistine holê ku rewşên herî zêde di nav zarokên rizgarbûyî de tên dîtin ên wek nexweşiya zexta piştî travmayê (PTSD), endîşe û depresyon e. Semptom û tevgerên ku ji hêla zarokên rizgarbûyî ve tên nîşandan ên wek hêrsbûn, hîperaktîvîte, bibîranîn, kabûsên domdar, bin-şilkirin, xwevekişandina ji rewşên civakî û guherîna ji nişka ve ya rewşa ruhî ye.

Her aktorê karê mirovî ku ji bo vê hevpeyvînê bi wan re hevdîtin hatiye kirin ji Amnestyê re gotiye ku xizmetên psîkososyal û bernameyên heyî yên ji bo zarokên rizgarbûyî yên êzidî bi têra maf û pêwîstiyên wan zarokan nakin.

“Kurikên êzidî ku bi zorê ji hêla DAIŞ’ê ve kiribûn leşker bi mehan heta bi salan rastî propagandayeke giran hatin, hîndariya bîrdozî û leşkerî dîtin, bi zanebûn nasnameya wan a berê, ziman, dîrok, çand û heta navên wan bi wan dan jibîrkirin. Piştî ku ji dîlgirtinê bi şûn de vegeriyan, têkiliya wan a bi endamên malbatê û civakê zehmet bû û carinan digihîşt radeya gefxwarin û acizkirina kurikên din. Ji nîvî zêdetir ê 14 zarokên leşker ên berê ku ji bo vê raporê hevdîtin bi wan re çêbû gotin ku wan bi çi şiklî piştgirî – tu piştgiriya psîkososyal, tenduristî, aborî an bi awayekî din – nedîtine”

“Keçikên êzidî di dema dîlgirtina ji hêla DAIŞ’ê ve tundiya cinsî jî tê de rastî gelek cureyên destdirêjiyê hatine. Bijîşkek ku ji bo bi sedan jin û keçikên êzidî yên rizgarbûyî alîkariya tibî dabîn dike ji Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî re gotiye ku hema hema her keçikên ku temenê wan di navbera 9 û 17 salî de ye ji aliyê wî ve hatine tedawîkirin, rastî tecawizkirin an jî tundiyên din ên cinsî hatine.”

Rapor behsa vê yekê dike ku xizmetên heyî û bernameyên ji bo kesên ji tundiya cinsî rizgarbûyî girîngî nedane keçikan; zêdetir bala xwe dane ser jinên rizgarbûyî. Pispor pêşniyaza xizmetên tenduristiya derûnî û piştgiriya psîkososyal dikin da ku maf û pêwîstiyên taybet ên wan keçikan bên çareserkirin. Bernameyên bi vî awayî divê bersivê bidin hemû destdirêjiyên ku wan keçikan di dema dîlgirtinê de jiyane.

Amnesty di beşeke rapora xwe de behsa bandora asîmîlasyona ser zarokan dike; “Gelek zarokên rizgarbûyî piştî ku vegeriyan astengiyên berbiçav ên zimanî dibînin, ev jî pêşî li wan digire ku bi malbat û civaka xwe re ji nû ve entegre bibin. Her ku hin zarok dikarin bi diyalekta kurmancî ya zimanê kurdî bi awayekî herikbar biaxivin jî yên din piştî vegera ji dîlgirtinê nikarin bi kurdiya kurmancî biaxivin û heta nikarin fêm bikin jî. Piraniya wan zarokan niha wek zimanê esasî bi erebî diaxivin.

Aktorên karên mirovî, zarokên rizgarbûyî û xudankerên wan dibêjin, ji bo wan tu derfet tunebûn ku ji wan re bibin alîkar da ku ji wan astengiyên ziman re çareseriyê bibînin û ji wan xilas bibin.

Zarokên rizgarbûyî di gihîna perwerdeyê de rastî astengiyan tên. Her çiqas gelek zarokên koçberkirî nekaribin xwe bigihînin perwerdeyê jî êzidiyên rizgarbûyî rastî zehmetiyên taybet tên, ji ber ku wan yek an jî zêdetir salên dibistanê winda kirine ji ber rewşa dîlgirtinê. Rayedarên hikûmetê û Rêxistinên Civaka Sivîl (NGO) ên navxweyî û navneteweyî bi rêya bernameyên hînkirina lezgîn hin gav avêtine da ku wan ji nû ve bixin nav pêvajoya sîstema perwerdeyê. Gelek zarokên rizgarbûyî, dîsa jî di wan bernameyan de nehatine qeydkirin, ji ber ku an nizanin ku bernameyên wiha hene an jî ji ber ku ew ancax bi rêya derbaskirina astên bilind ên burokrasiyê û tijîkirina gelek kaxezan û serlêdana li ba gelek saziyên hikûmetê dikarin xwe bigihînin wan bernameyan.

Wek encam, gelek zarokên rizgarbûyî bi temamî li derveyî sîstema perwerdeyê dimînin. Dîsa jî li gor çend pisporên derûndirustî yên Amnestyê bi wan re hevpeyvîn kiriye, berdewamkirina bi dibistanê girîng e ji bo alîkariya bi wan zarokan re da ku trawmaya di dîlgirtinê de rû bi rû mane bikaribin sereder bikin.

Nahla, rizgarbûyî ya 16 salî, girîngiya dibistanê ji bo entegrebûna xwe gotiye: “Piştî ez zivirîm dibistanê, tişt bêtir normal bûn û min xwe baştir hîs kir. Ji bo pêşerojekê pêwîstiya me bi dibistanê heye.”

Zarokên rizgarbûyî li heman demê tûşî astengiyên berbiçav dibin, di bidestxistina belgeyên fermî yên nû an jî di guhastina wan de, yên wek kartên nasnameyê, kartên niştecihbûnê û sertîfîkayên jidayikbûnê. Li Iraqê belgeyên bi vî awayî yên bingehîn in da ku mirov bikarin mafên mirovî yên sereke bi kar bînin wek azadiya hatin û çûnê û gihîna bi perwerdehiyê. Zarokên rizgarbûyî û kesên xudankerên wan ji Amnestyê re gotine ku pêvajoya bidestxistina wan belgeyan mesrefê dixwaze, dem digire û pêwîst e gelek caran biçin herêmên ku ew ewle nabînin; cihên wek Mûsil û Şengalê.

(Dê bidome)