Rojnameya Heftane

Şoreşê şaran: Rojawa

Şoreşê Rojawanî verê çimane ma de 8 serrîyo cengê de  pîl de ra. Hem hereme hem kî şaranê hereme sero zilm û zorvajiya hukumdaran nêqedîya. Qûwete ke xoserîya şaran ra tersenê, xof cenê pêro…

Çandnasî û Kurdolojî

Çandnasî wek qadeke xebatên înter-dîsîplîner piştî salên 1970’yan û bi şêlûbûna sînorên navbera qadên cîyawaz ên zanistî ket rojeva akademîk. Çandnasî îro xwedî bergeheke fireh e û ji…

Gul li gulperestan tê

Mefer Kurdil

Melayê Cizîrî dibêje, gulan bidin ên bi xatirê wan dizanin. Ji ber ku gul li gulperestan tê, ji wan re histriyên gulê jî bes e lê îro “gul” ketiye destê yên bi qedrê wan nizanin.

Di dîwanê de wanî dibêje Mela:

“min di baxê gulfiroşan dî ‘eceb resmek xerîb

xariteb’an gul di dest in gulperistan xari bes…”

Ez dixwazim îro qala çend “gulên” muzîka kurdî bikim. Beriya ku ew gulên bêhnxweş di destên “gulfiroşan” de biçilmisin û hişk bibin û biçin…

Mihemed Arifê delaliyê ber dilê muzîka kurdî di gotinên gulêya xwe de, pesnê gulê çawa tê dayîn nîşanî me dide, hîn em negihîştine wê astê:

“tava heyvê xwe avêtiye bejna gulê, li beyana sibê.”

Mihemed Arif li ser rêya Melayê Cizîrî ye, yê gulê nade destê tu kesan û wê weke ala evîndaran hildide jorîn. Wexta bi wî dengê xwe yê nemir her ku dibêje “gul gulê” bêhna gulan difûre ji derdora wî û ji zimanê wî, Mihemed Arifê ku ji muzîka kurdî re gelek gul hiştine.

Ew gula ku Şivan Perwer ji destê Mihemed Arifî girtiye û gerandiye li ser şopa wî, Şivanî neheqî li gulê nekiriye û jê re gotiye ji min dûr nekeve:

“li ber çavê’m her û were / wey gul, wey gul, gulîzer…”

Li ser vê rêya bexçên gulan Mihemed Arif û Şivan ji me re gul baş berhev kirine.

Ew gula ku Mihemed Arif ji destên Mela girtibû, Emerê Le’lê ji destê wî girt û nivîsand û da destê Mihemed Şêxoyî bi awaza “ay lê gulê” stra û bi navûdeng bû gulê.

Her ku Mihemed Şêxoyî gotî “ay lê gulê” dilê kurdan weke alakê li ber bê bû. Ew gula ku “nade bi malê dinê û li ser tê kuştinê” Mihemed Şêxoyî jî gulperestekî li gorî dilê Melayî û li gorî dilê Rêncbêr bû.

Gula di destê Mihemed Şêxoyî de derbasî destê Ciwanê muzîka kurdî ya modern; derbasî ber dilê Ciwan Hacoyî bû û bêhna gulê geştir bû. Wî bêhna gulan belav kir li nav kurdan. Bi gotinên Dîlberê Hacoyî, pêşeroja gulê dît û got:

“Çi gulek rind û ciwan/ Perîşan bû li cîhan…”

Ciwanê di zor û zehmetiyan de helbestan weke helbestvanekî dixwend û pesnê gulê dida li dinyê. Û Ciwan hey li xwe zêde dikir, “Ger ez bimirim, ger bêm kuştin, hûn li gulê bipirsin.”

Îro li ser rêya van gulan, ew bêhna ku li dinyê belav bûye ez dixwazim li wê “gulê” bipirsim; gul kengî kete destê “gulfiroşan” ew gulfiroşên ku pêlî gulan dikin û distrên. Ev ala gula muzîka kurdî divê vegere ser rêya ruhê xwe, divê gulperest li gulê xwedî derkevin. Muzîka kurdî ew ê bi wan hilbibe li jor û ew ê bibe li gorî dilê Melayî, li gorî dilê Qedrî Canî û li gorî ew Cegerxwînê ku “dil bi gul dida”. Ew gula sor divê em “bîn bikin dor bi dor” ji bo neçilmise di destên “gulfiroşên” kor de.

Mihemed Arifê ku stûna muzîka modern danîbû, di navbera dengbêjî û stranbêjiyê de mîna pireke ji gulan di dilê me de rêyeke dirêj vekiribû. Bi kurmanciya xwe ya zelal û paqij weke taseke avê danî ber me.

Û ew Mihemed Şêxoyê ku 41 salan emir kir, li tu welatan nestrî, tenê di stranan de dijiya awaz û muzîkên ji me re hiştin ne ji bo ku em lê kêm bikin û tew em navê wî ji bîr bikin; xortên me li xwe danaynin bêjin ev muzîka ez nan jê dixwim a nemir Mihemed Şêxoyî ye; divê heta niha me tiştinan lê zêde kiribûya, em hîn û hîn ji kîsê wî dixwin, ji wî dilê wî yê perîşan. Û ne bi kurmanciya gulperestan bi ya gulfiroşan.

Di vê rêya ku “xariteb’an gul di dest in” divê gulperistan” li gulê bipirsin û gulê bi dest bixin.

Wexta ku di stranekê de peyvek tê guhertin çîroka wî zimanî jî wenda dibe; wexta ku çîrok wenda dibe, dîrok jî wenda dibe; wexta Feqîr Ehmed li ser “riya Kobaniyê” be û em berê wî bidin ser “rêya kobarê” em ê hîn gelek gulan wenda bikin.

Bi hêviya ku gulê muzîka kurdî hişk nebin!