Rojnameya Heftane

Jana Camêrekî!

Salîha Ayata

Îbrahîm Ehmed, di sala 1914’an an jî 1915’an de, li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Di sala 1937’an de li Bexdayê xwendina hiqûqê temam kiriye. Ji sala 1942’yan heta sala 1944’an dadgerî kiriye. Ji sala 1939’an heta sala 1949’an, li Bexdayê bi hevkariya mamoste Elaeddîn Seccadî kovara Gelawêj derxistiye. Piştre dest bi karê siyasetê dike, ji ber vê jî  neçar dimîne di sala 1947’an de dev ji memûriyeta dewletê berdide. Ji sala 1947’an şûn de, wekî yek ji wan serokên PDK’ê navê wî belav dibe. Bi edîtoriya Îbrahîm Ehmed kovara Dengî Rastî tê weşandin. Piştre kovara Rizgarî diweşîne. Piştî salên 1975’an wek penaberek diçe Îngilistanê û di sala 2000’an de jî canê xwe ji dest dide. Li pey xwe gelek berhem dihêle. Yek ji van berheman jî romana li Başûr romana yekemîn tê hesibandin, Jana Gel e.

Romana Jana Gel bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin. Ziya Avci adapteyê zaravayê kurmancî kiriye. Îbrahîm Ehmed romana Jana Gel di sala 1956’an de nivîsandiye lê wek pirtûk di sala 1972’an de hatiye weşandin. Hinek beşên romanê 1969’an de di kovara Rizgarî de hatine weşandin.

Roman behsa êş û jana kurdan dike. Îbrahîm Ehmed romana xwe diyariyê şoreşgerên Cezayirê kiriye. Roman, bi kesekî dest pê dike, navê wî jî Camêr e. Camêr gelek salan di zindanê de maye û di destpêka romanê de ji zindanê derdikeve. Ji destpêkê heta dawiyê, em dibim şahidên sê serdemên Camêr; beriya zindanê rewşa welêt, rewşa zindanê, jiyana piştî zindanê (guherîna welêt û welatiyan) biyanîtî.

Li zindanan, li derve jiyaneke tevlihev û xerîb heye. Camêr dema derdikeve derve, tîne bîra xwe ku rewşa welêt pir guheriye, beriya têkeve zindanê serhildêr zêdetir bûne û pevçûneke xurt hebûye lê piştî ji zindanê derdikeve hêzên dagirker zêdetir bûne û serhildêr jî dev ji bajêr berdane û berê xwe dane çiyayên azad. Kesên mayî jî çilmisîne û her du alî jî wan kesan wek sîxur dibînin. Camêr tîne bîra xwe çawa ketiye zindanê; tê bîra wî ku hevjîna wî ducanî ye û dê biwelide. Ji bo pîrikek bibîne derdikeve derve lê li derva çalakî dest pê kiriye. Camêr di nav çalakiyê de dimîne û tê girtin. Dema tê girtin nagihîje pîrikê û hevjîna Camêr Kalê, li malê canê xwe ji dest dide, zarok jî di zik de dimire. Heval û hogirên Camêr mirina Kalê ji Camêr vedişêrin û dibêjin; zarokek te çêbûye navê wî danîne Hêwa yanî hêvî. (Li vir xalek gelek girîng heye ku hevalên Camêr gelek baş dizanîbûn ku di dil de daxwaziya Camêr a herî mezin ew bû ku lawekî wî çêbibe. Loma dema rastiyê ji wî veşartin gotin lawikek te çêbûye) Camêr deh sal di zindanê de bi hêviya Kalê û Hêwayê dijî û tim di nav xewn û xeyalan de ye. Piştî deh salan Camêr ji zindanê derdikeve û dixwaze here ba Kalê û Hêwayê lê heta dawiya romanê nivîskar ji xwendevanan jî rewşa Kalê û Hêwayê vedişêre. Piştî ji zindanê derdikeve hevalên wî dibêjin; hevala te û zaroka te li gund in û bi wî awayî rastî dîsa ji Camêr re nabêjin. Li vir hem Camêr hem jî xwendevan di meraqeke mezin de dimînin. Camêr hewl dide biçe gund lê rewşa welêt ya tevlihev astengiyên mezin derdixin pêşberî wî. Di dawiyê de dibêjin gund hatiye bombebarankirin û Kalê û Hêwa di bombebaranê de mirine. Êdî hêviyên mayî jî têk diçin û ji bo wî tenê rêyek dimîne, rêya çiyayên azad. Piştî tev li şoreşgeran dibe gelek kêmasiyan dibîne û tim rexne dike.

Jana nivîskar û jina xeyalî

Piştî rexneyên Camêr em dikarin bibêjin; baweriya nivîskar li hember serhildêran qels bûye û şer caracaran serhildêr şibandine dijminên wan. Nivîskar di romanê de qala du pevçûnan dike; li aliyekî pevçûna serhildêran û gel, li aliyekî din jî şerê serhildêran û dagirkeran. Nivîskar fikrên xwe bi rêya kararkterê sereke Camêr tîne ziman ku di rê û rêbazan de her du aliyan dişibîne hevdu û xeletiyên serhildêran jî vedibêje. Bi giştî di romanê de pirsgirêka vegotinê heye. Nivîskar gelek tiştan, mijaran, karakteran venabêje, tenê bi rêya kesan fikrên xwe dibêje ji ber vê jî herkes bi şêweyekê diaxive; şoreşger jî, gundî jî, dagirker jî asta axaftina wan wek hev e. Dema wisa ziman wek hev be baweriya ji karakteran jî qels dimîne. Her çiqas mijarên xwe ji êş û jana gel bigire jî hissiyatek xurt çênabe. Di romanê de nêzî pêncî mirov cih digirin lê kesên sereke pir hindik in. Roman bi giranî behsa Camêr dike û mirov dikare bibêje hema hema jin tune ye, behsa Kalê tê kirin lê ew jî xeyalek e. Ew di destpêka romanê de ducanî ye û piştre dimire lê çawa dimire çi dibe em nizanin. Roman li aliyekî şer û êşan vedibêje, li aliyê din jî qala kevneşopî û feodalîteyê dike. Jin her tim di plana duyemîn de ne. Di romanê de karakterê erênî Camêr e, (Demokrat û zana tê hesibandin) ew jî di binhişê wî de zarokek kur heye. Ji civakê cudatir nafikire.

Tirsa Kalê ya herî mezin ew e ku keçikek bîne. 

“Min çend hez dikir kurek me bibûya. Janê gotina wê di devê wê de birî , dawiyê nefesek kûr kêşa û got;

-Xwedê li me negire, gelek ne xweş e, piştî ew qas eziyet û janê ji me re keçek çêbe.” (Rûpel 15)

Camêr her çi qas wan gotinan qebûl neke jî, xwestekên wî bi rêya nivîskar xwe nîşan dide ku li gorî civaka feodal dixwaze bibe bavê kurekî. Ji ber wê jin û xwestekên jinan di romanê de qet tune ne, tenê wek hêviyên mêran, dayikan û xizmetkar di romanê de cî digirin. Dîsa bi giştî di romanê de jin û mêr ji hev cuda xwarin dixwin û her tim mêr diaxivin. Jin karên malê dikin û li zarokan mêze dikin. Nivîskar xwestiye jin li gorî civaka feodal nîşan bide lê jin zêdetir biçûk kiriye û li derveyî jiyan û şoreşê hiştiye. Ligel van rastiyan jî, mirov fêm nake Îbrahîm Ehmed di romanê de jina kurd çima ew qas qels, bêhêz û tune nîşan daye.

Li vir pirseke girîng a ku divê bê pirsîn heye: Haya nivîskar ji beşdariya jinan a şoreşgerên cîhanê û cihgirtina wan a di nav têkoşînên civakî de heye? Ya din wê demê her çiqas pergaleke feodal di nav kurdan de serdest be jî, jin dîsa jî di nav malbat û civakê de xwediyê cihekî cuda ye û di kevneşopiya kurdan de jina kurd gelek caran pêşengiya civakê û mêran jî kiriye. Mirov li wêjeya kurdî ya devkî û mûzîka wan binihêre, bi hêsanî mirov dikare vê yekê bibîne. Ligel van her du rastiyan jî, mirov fêm nake ku Îbrahîm Ehmed di romanê de çima cih nedaye jinan. Ku mirov bi çavê jinê lê binihêre, ev tişt ji bo romana Jana Gel girêyeke berbiçav e û dikare bê vekolandin.