spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gunay: Berpirsê kuştina li girtîgehan hikûmet e

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li navenda giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist.  Gunay, anî ziman ku sala 2021’ê hem ji ber qeyrana şewba vîrûsê û hem jî ji ber qeyrana îqtîdarê salek zor û zahmet derbas kiriye û wiha got: “Me wekî HDP’ê di sala 2021’an de got ‘Em HDP’î ne li her derê ne” û ji Edîrneyê heta Colemêrgê, ji Mêrdînê heta Stenbolê ji Amedê heta Enqereyê li gelek navendan li dijî zext û tundiya têkoşîn pêş xist. Em bi jinan re li ser destekftî û pêşeroja wan hatin cem hev. Bi ciwanan re em hatin cem hev. Em bi hemû beşên civakê re hatin cem hev.”

Berdevka HDP’e Ebrû Gunay, da zanîn ku wan ji bo çareseriya pirsgirikên civakî dest bi hevdîtinan kir û wiha axivî: “Pirsgirekên Tirkiyeyê berdevam dike. HDP ji bo çareseriya van pirsgireka rola xwe dilize. Cardin emê ji bo gelan ji bo tevahî civaka Tirkiyeyê rola xwe bilîzin. Krîza aborî  bêsînor berdevam dike. Cardin ji bo çareseriya krîza aborî hem jî çareseriya nerêveberiya vê desthilatdariyê me bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan kir. Me duh bi Saadetê re hevditîn pekanî. Em ê hefteya peşiya me ji bi CHP, DEVA, Gelecekê re hevdîtinan pekbînin. Di van hevdîtinan de pêşniyaza me ya yekemîn hilbijartina pêşwext bê lidarxistin û ji bo vê yekê bi hemû muxalefetê re di parlamentoyê de em dixwazin pêşniyaznameyek amede bikin. Ji bo çareseriya qeyrana aborî jî pêşniyazên me hene û em van jî parve dikin.”

Berpirsiyarê kuştinê hikûmet e

Gunay da zanîn ku berpirsiyarê kuştina li girtîgehan hûmet e û wiha bi dawî kir: “Berpirsiyarên kuştinên li girtîgehan ev hikûmet e. Mijarek din jî di girtigehan pirsgirêk roj bi roj girantir dibe. Herî dawî li girtigeha Tekîrdagê girtiyek din jiyana xwe ji dest da. Ne malbata wî ne hevalên wî ne jî em vê kuştinê wekî întihar qebûl dikin. Em li hemberî van mirinan bi şik û gûman in. Desthilatdar  li hemberî girtiyan politikayê neyartiyê, tecridê û kuştinê dimeşine. Di salen 90’î kuştinen kiryara wan ne diyar pek dihatin iro jî li heps û zindanan kuştina girtiyan pêktê em van yekan qebûl nakin. Em bang li wezîrê  dadê dikin da berpirsiyariya pêk bîne û di vê warî de daxuyaniyek bide. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan. Em ev êrişên li ser girtiyan qebûl nakin.”