28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî Îzmîrê li Dîlokê jî êrîşeke nijadperestî pêk hat

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ciwanê sûriyeyî yê bi navê Mehmûd Mihemed Şobek, dema ku hewl dida pirsgirêkên xwe yên bi tirkekî bi hev re diman re çarser bike, ji sînga xwe fîşek xwar. Hat ragihandin ku ciwanê bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

SOHR’ê diyar kir ku 16’ê mijdarê jî li navçeya Guzelbahçe ya Îzmîrê 3 penaberên sûriyeyî di xew de ji aliyê êrîşkarekî ve hatine qetilkirin û şewitandin.

Têkildarî lêpirsînê biryara bisînorkirinê hat dayîn. Alîgirên weşanên hikûmetê kujer weke ‘yekî derûngiya xwe nebaş e’ nîşan da. Lê belê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir ku êrîş bi mejiyekî nijadperestî hatiye kirin.