9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gundikê Dono ‘romaneke çîrokî’

Haştîvan Berkel

Ev pirtûk di sala 1988 de hatiye nivîsîn, gorbihişt M.Baksî di nava 76 rûpeline navîn de nivîsiye, sala 2007’an li Amedê di rêya weşanxaneya LÎS re hatiye weşandin.
Mijara pirtûkê li ser jiyaneke gundiyane û dewreke tevlîhev ya di navbera feodalîzm û kapîtalîzmê û desthilatiya dûkelê û axayan de ye, çîrokek evînî ku bi keser ,zor û sîtemê tê xemilandin û serîhildaneke ramiyarî ku du sê kes pê radibin û hewla hilweşandina sîstema feodal ya li wê deverê dikin, roman bi şêwenivîsa xwe ne kevnar (kilasîk) û ne jî nûjen e, wek gelek romanên kurdî yên beriya salên 2000 hatine nivîsîn ,kesayetên romanê (Aso keçeke gundî ,Bedo xortekî sêwî, evîndarê Asoyê ye, Zibêr aqilmendê êxeye-axa-, Filîto gundiyekî ji gund hatiye derxistin û zavayê Zibêr e, Hecî Zorav xwediyê gundan yanî axe ye.

Bûyer bi piranî di navbera wan kesayetiyan de derbas dibe.
Nivîskar hewl dide ku rengdêriyê (wesf) têxe nava romanê û heta astekî biçûk bi ser dikeve lê mixabin xwendevên dide hesînê ku ew jî bi şermokîn hatiye hûnandin di nava refên romanê de, tenê di çend ciyan de wusa dike.
Mirov gava dixwîne pê dihese ku roman bi rengekî çîrokî hatiye hûnandin mînak; monolg(gotûbêj û gengeşeya di nav kesayetên romanê de) bi şêweyê çîrokbêjiyê hatiye hûnandin û tenê nivîskar wek çîrokbêj ji xwendevên re distre û vedibêje, wek mînak;
“Faro derbasî holê bû. Cixareyeke ji titûna kawêş paşa. Tiliyên wî dilerizin. Cixare li ser lêvên wî nedisekinî.
Asoyê dêya xwe qepaç kir. Serê xwe danî ser sînga dêya xwe û giriya.
Asoyê got: dadê, qurban dadê… hwd”.
Serbestiya kesayet û lîstikvanên romanê tuneye, hatine dîl kirin ev jî yek ji pirsgirêkên vebêjiya bi şêweya çîrokbêjiyêye, pêwîst bû kesayet xwe bi xwe bi hevdû re bipeyiviyana û gengeşe bikirana, ne li ser zimanê romannivîs lê bervajî li ser zimanê kesayetan dê wusa kesayetên romanê jîndar bibûna û bi xwendevên bidana hesîn ku ew jîndar in û wî ji xwe biyan nedin xûyakirin.

Dîsa jî nivîskar dizane çawa xwendevên bi xwe ve girêde û ber bi bûyeran ve bikişîne, sazkirina hevokan li gor kurmanciyeke standard hatiye nivîsîn bi zarekî xweş û şêrîn peyv bi peyv li rêzan hatine rêzkirin, evînî, mêrxasî, dilsozî, delkbazî, sixûrî, sîtem, birçîbûn, sirgûnkirin û hwd, nivîskar li ser van stûnan hûnandiye ew jî nimûneyên civakî û rengîne ji civaka me kurdane ku heta dema îro jî ew tişt dibin ,lewma jî xwendevan xwe ji bûyerê dûr nabîne û berevajî bîtir pêde têye girêdan û bengî.

Dawiya bûyeran nivîskar daxwazekê û hêviyekê bi rengekî şîret dike û diqedîne romana xwe “Kuştina Hecî Zorav û Filîto zû belav bû… Zibêrê Ehmê di bin şikefta Zirqayê de berê xwe da çemê Xerzan û got:
_Ma Xwedêyo tu bi xwe dibînî … Tu şahidê tarîxa me yî. Her tişt malûmê te ye. Em dîsa hatin serê lîstikê… Tarîxa Xerzan, nahêle ku hejmara Filîtoyan zêde bibe. Roja ku ev tişt bê cî, em ê pişta feleka xayîn bişikînin… hwd”