3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gundiyên Bana di tecrîdê de ne

Komîsyona Partiya Çepên Kesk, têkildarî rewşa dorpêça leşkerî ya zêdeyî 2 meh in li gundê Bana dewam dike rapor amade kir. Komîsyonê destnîşan kir ku zexteke giran li welatiyan tê kirin û welatî di tecrîdê de ne

Gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê zêdeyî 2 meh in di dorpêça leşkeran de ye. Welatî nikarin ji malên xwe derkevin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, rêxistinên Partiya Çepên Kesk ên Şirnex û navçeyên wê, serdana gundê Bana yê navçeya Basa yê Şirnexê kiribûn. Heyeta Partiya Çepên Kesk, piştî serdana gund rapor amade kirin û bi raya giştî re parve kirin. Ligel şandeya li Basayê lêkolîn kirin rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk jî di civînê de cih girtin.

Hevserokê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Ahmet Başak rapor bi raya giştî re parve kir. Başak, diyar kir ku dema heyet ji rêya sereke dikeve rêya gund ji aliyê 4 leşkeran ve hatiye rawestandin û wiha got: “Piştî pirskirina nasnameyê ya heyetê û endamên partiyên din ên bi wan re ji bo çavdêriyan bikin rêya xwe dewam kirin. 100 metre dûrî gund, hat dîtin ku rêya gund bi maşîna zirxî hatiye girtin. Li vir ji aliyê komeke qerebalix a leşkeran ve hatin rawestandin û careke din nasname hatin kontrolkirin. Heyeta ku bi hinceta di pergala GBT’ê de ‘pirsgirêk heye’ 40 deqîqeyan hate sekinandin, piştre karîbû bikeve gund.”

Çêrandina pez qedexe ye

Hevserokê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Ahmet Başak rapor parve kir û wiha got: “Piştî ku yekîneyên leşkeran ên demeke dirêj ji derveyî gund disekinîn 3 hefteyan hatine derdora gund, bi rêya mûxtar ji gundiyan re hatiye gotin ku ’14 rojan qedexe hatiye danîn, ketin û derketinên li derdora gund wê bên kontrolkirin û di navbera saet 10.00-16.00’an de wê li nuqteya kontrolê ya di ketina gund de destûra çêrandina heywanan û avdana bexçe, rez û erdên çandiniyê bê dayîn. Di vê serdemê de tevî ku car caran maşînên zirxî ketin nava gund jî, li navenda gund xebatên lêgerîn û binçavkirinê nehatin kirin.

Gundiyan pezê xwe şandin gundên din

Di 13’ê îlonê de ji gundiyan re hat ragihandin ku çêrandina sewalan û daketina nava bexçeyan qedexe ye û destûr ji kesî re nayê dayîn. Gundiyan ji hêzên ewlehiyê re gotiye ku heke pez neyê çerandin nikare demekî dirêj di hundir de bimînin. Di heman rojê de ji gundiyan re bi rêya muxtar hat gotin ku ‘berî derengiya êvarê dikarin heywanên xwe ji gund derxînin’. Piştre gundên nêz hatin agahdarkirin. Gelek gundî neçar man zêdetirî 300 mihên xwe, bi lez û bez bişînin gundên din. Hejmareke kêm ji pez û dewaran li gund man.

Tevî ku gundiyan bi belavkirina heywanên xwe ya li gundên derdorê re çareseriyeke demkî dîtin da ku ji birçîna nemirin, ji pirsgirêka avdanê ya rez û baxçeyên xwe re nekarîne çareseriyekê bibînin. Gundiyên ku diyar kirin ku ew nikarin zeviyên xwe yên ku wan bi hezar hewldan û zehmetiyê çandibûn av bidin, daxwazên xwe anîn ziman ku her malbatekê herî kêm 2 kes an jî komeke ji 3-4 kesan pêk tê ji bo xebatên avdanê bimeşînin li ser navê gund bên diyarkirin û diyar kirin ku ji aliyê madî û manewî ve zerareke mezin dîtine û debara wan nemaye. Her wiha gundiyên ku li dijî van zext û neheqiyan banga hestiyariyê li raya giştî kirin, daxwazên xwe yên ji bo pirsgirêkên ku jiyane di zûtirîn demê de çareser bibin anîn ziman.

 Zext zêde ne

Ji aliyê şandeyê ve hate dîtin ku gundiyên piştî saet di 00.00’an de derketina wan a ji malê hatiye qedexe kirin, di bin zextan de ne, şertên jiyanî yên zehmet, zerarên dîtine û xebatên hilberînê sekinîne.

Gundiyan ragihandin ku bi rêya muxtarê mizgeftê tu agahdarî nehatiye kirin û ji mizgefta gund tu daxuyanî nehatiye dayîn ku qedexe hatiye rakirin û hêzên ewlehiyê di 20’ê îlonê de beriya serdana şandeyê bi rojekê li herêmeke li aliyê jor ê gund bi cih bûne. Hate dîtin ku gundiyên pezên xwe ji gund derxistin nizanin ka dê çawa pezê xwe paş ve bînin û bi fikar bûne.”

 Zeviyan dişewitînin

Gundiyan ji şandeyê re ragihandin ku beriya hêzên ewlehiyê ji gund derkevin, tevî ku liv û tevgera leşkerî nebûye jî çend rojan dengê çekan hatiye û bombe hatine avêtin û ji dengê wan aciz bûne. Hate zanîn ku şewata li herêmê derketibû li gorî agahiyên şandeyê ji çavkaniyên herêmî wergirtin vemirî ye lê ji ber gundî nizanin ka qedexe rabûye an nerabûye nekarine biçin herêma şewat lê derketiye. Hate diyarkirin ku du kesên ji bo mevandariyê hatibûn gund ji ber dorpêç û qedexeyê li gund asê mane û di serdana duyemîn de karîne ji gund derkevin.

Hate dîtin ku şêniyên gund ên nizanin qedexe rabûye an na li gund negeriyane, li gundê ku xuya ye aram e nerehetî serwer bûye. Şandeyê wêneyên şewata vemirî ya li herêma rez û baxçeyan û qada çandiniyê ya ji ber nehatine avdan zirar dîtine ji dûr ve kişandine û dîtiye ku xebatên avdan û hilberînê dest pê nekirine. Şandeyê piştî serdana gund xwest bi Walîtiya Şirnexê re hevdîtinê bike lê jê tu encam negirtin.”

 Divê rêxistinên mafên mirovan heyetê bişînin gund

Di beşa raporê ya encama de wiha hate gotin: Divê pêkanîna îlana “Herêma Ewlehiya Taybet a Derbasdar’ demildest bên bidawîkirin. Divê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê demildest bûyerên li gundê Bana qewimîne bêxe rojeva xwe û di mijara binpêkirinên mafan ên di encama Herêma Ewlehiya Taybet a Derbasdar qewimîne xebateke berfireh bê rêvebirin. Divê di serî serî de rêxistinên mafan, rêxistinên sivîl ên civakî û hiqûqê têkildarî mijarê serdana gundê Bana bikin. Di di serî de li zarokan her cure piştgirî pêşkeşî gundiyên di bin zextê de bên kirin û ziyanên madî yên çêbûne bên pêşwazîkirin.”