spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKGP û DFG’ê çûn şîna Evran

MKGP û DFG’ê serdana şîna kedkarê çapemeniya azad, rojnamevan Seyît Evran ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da, kirin

Platforma Jinên Rojnameger ên Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) serdana şîna rojnamevan û kedkarê çapemeniya azad Seyît Evran ku li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, kirin. Malbatê li mala xwe ya li Taxa Merkez a navçeya Hênê ya Amedê şîn danî. Malbat û xizmên Evran şandeya DFG’ê û MKGP’ê pêşwazî kirin. Şandeyê li cihê şînê sersaxî ji malbatê re xwestin û piştgiriya xwe anîn ziman. Dê şîna Evran sibê û du sibe jî berdewam bike.

Polîsan nehiştibû ku malbat li Mala Şînê, şîna xwe dînin û mêvanan qebûl bikin. Li aliyê din polîs li kolanên ku diçin cihê şînê disekinin û kesên diçin şînê di GBT’yê re derbas dikin.