4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo azadiya Abdullah Ocalan kon vedan

Şêniyên Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo misogeriya aştiya Rojhilata Navîn e” kon vedan û dest bi nobetê kirin

Şêniyên Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo misogeriya aştiya Rojhilata Navîn e” kon vedan û dest bi nobetê kirin.
Şêniyên Hesekê, ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kirin û azadiya fîzîkî ya Ocalan xwestin.
Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê 9`ê Îlonê ji bo şermezarkirina tecrîdê çalakî dan destpêkirin. Îro jî li Qada Suryan a taxa Nasra ya Hesekê çalakiya konvedanê dest pê kir. Şandeya Navenda Perwerdeyê, Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê û Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Nalîn Elî axivî û behsa girîngiya çalakiyê kir û got: “Bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî, me gelek destkeftî li herêmê bi dest xistin.”
Nalîn diyar kir ku armanca komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, tunekirina şoreşê ye. Nahîn destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherandiye akademiyekê. Nalîn bang li azadîxwazan kir ku têkoşînê mezin bikin ta ku tecrîd bi dawî dibe. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên têkildar kir ku rewşa Rêber Ocalan aşkera bikin. Bi navê Navenda Perwerdeyê Mele Elî axivî û got azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan û misogeriya aştiya li herêmê ye.
Çalakî dê heta sibe êvarê dewam bike.