30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Li şûna dijminan şerê gelê xwe dike’

Siyasetmedar Yuksel Mûtlû, bertek nîşanî siyaseta qirêj a ku PDK li Herêma Kurdistanê dimeşîne da û got ku PDK li şûna bi gelê xwe re şerê dijminan bike di şerê li dijî gelê xwe de hevkariya dijminan dike

Desthilata AKP-MHP’ê ji 17’ê nîsana 2021’an ve li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna yên li Qadên Parastina Medyayê operasyonên leşkerî li dar dixe û dixwaze dagirkeriya dewleta tirk a li herêmê berfireh bike. Di vê çarçoveyê de şerekî dijwar li herêmê tê meşandin. Partiya li desthilata Herêma Kurdistanê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di vî şerî de alîgiriya dewleta tirk dike û piştgirî dide operasyonên artêşa tirk ên li herêmê.

Di nav 3 salan de artêşa tirk bi sedan caran li dijî gerîllayên HPG’ê çekên kîmyewî û qedexe bi kar anî. PDK hewldanên gerîllayên PKK’ê yên ji bo parastina ji van çekan asteng kir û gelek alav û amûrên parastina ji çekên kîmyewî desteser kir. Dîsa ji bo ku dagirkeriya dewleta tirk a li herêmê berfireh bibe ligel hemû hişyariyên rayedarên PKK’ê jî PDK’ê ji bo operasyonên artêşa tirk li herêmê gelek rêyên nû çêkir. Herî dawî jî PDK’ê hêzeke mezin di bin navê hêzên parastina sînor ên Iraqê de şand herêma Bradostê û rast e rast êrîşî gerîllayan kir.

Naxwazin kurd bibine xwedî statu

Ev hewldana PDK’ê di nav kurdan de bû sedema bertekên mezin. Li Bakurê Kurdistanê li dijî vê hewldana PDK’ê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin û jê hat xwestin ku dev ji siyaseta xwe ya di xizmeta dijminan de berde. Siyasetmedar Yuksel Mûtlû, der barê vê siyaseta qirêj a PDK’ê û geşedanên dawîn ên li herêmê diqewemin ji rojnameya me re nirxand.

Di destpêka axaftina xwe de Yuksel Mûtlû, diyar kir ku desthilata AKP’ê bermahiya ‘Peymana Lozanê’ ya sed salên dawî ye û wiha got: “Armanca hevkariya dewleta tirk û PDK’ê berjewendî ne. Ger ku ne berjewendîbûna wê nêzîkî hev nebûna. Bi vê mebestê li dijî têkoşîna gelê kurd şer dikin. Ya yekem ew e ku dixwazin kurd nebin xwedî mafekî bingehîn. Ji bo ku li qada jiyanê nikaribin bi hêsanî siyaseta xwe bimeşînin, 20 sal in AKP li dijî destkeftiyên gelê kurd şer dike.”

Li dijî gelê xwe şer dike

Mûtlû, destnîşan kir ku PDK ji bo berjewendiyên xwe destê xwe ji xwîna birayên xwe dernaxe û ev tişt got: “PDK bi îxaneta xwe hemû deriyan ji dewleta tirk re vedike û rê li ber şerê birakujiyê vedike. Ev polîtîkayên ku têne meşandin divê mirov li dijî wan baldar be. Diviya ku PDK’e ne li dijî gelê xwe li dijî dijminê gelê xwe şer bikira. Lê mixabin rewşa ku em têde ne gelek me xemgîn dike. PDK roja ku li dijî PKK’ê şer neke tune ye. Di hişmendiya PDK’ê de parastina kurdên her sê aliyên Kurdistanê tune ye. Di navbera PDK’ê û tevgerê de cudahiya bîrdoziyê gelek e. Divê ku em weke ferdên civakê li vê tişta hanê baldar bin û xwedî li nirxên xwe derkevin. Di mêjiyê serokeşîr û hikûmetan de cudahiya hişmendiyê gelek e.”

Barzanî gel tiştek nahesibîne

Di berdewamiya axaftina xwe de Mûtlû, bi lêv kir ku PDK û dewleta tirk ji aliyên olî ve polîtîkayên hevkariyê dimeşînin û ev nirxandin kir: “Di heman demê de hevkariya pereyan jî bi hev re dikin. Dema ku hêzên kapîtalîst bi hev re hevkariyê dikin pêşî polîtîkayên şer derdixin pêş. PDK axa ku têde dijî nikare bi rê ve bibe. Di nava wan de êşîrtî û hişmendiya feodal zêde li pêş e. Axa ku feodalîzm têde serdest be ew ax bi her awayî li ber çavan e. Gelên ku li wan herêman dijîn ew jî dibin qurbaniyên pirsgirêkan. Ew jî bi tunebûn û bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Hikûmeta Barzanî gel tiştek nahesîbîne. Rêveberiya Herêma Kurdistanê bi awayekî demokratîk tevnagere û nayê birêvebirin. Li ser civaka xwe bixwe jî tundiyê dikin.”

Tunebûna hilberînê

Mûtlû, da zanîn ku her roja ku diçe li başûrê Kurdistanê nerazîbûna li dijî PDK’ê zêde dibe û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bîrdoziya PDK’ê ne li dijî Amerîkayê ye.  Amerîka çawa bixwaxe Başûr wisa bi rê ve dibe. Çawa ku li Tirkiyeyê desthilata AKP’ê bi rê ve dibe li wir heman tiştî dike. Tişta ku wan xistiye rewşa zehmet a niha tê de dijîn tunebûna hilberînê ye. Êdî gel jî dikin tengasiyê bi van kiryarên xwe re. Li başûrê Kurdistanê gel ji vê rewşa heyî bigazinc e. Ev nerazîbûn wan di rewşeke zehmet de dihêle ji aliyê aboriyê ve her ku diçe qels dibin. Heta ku di nava kurdan de yekitî  pêk neyê wê ev bûyer her û her rû bidin.”