spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Halîse Aksoy piştî salekê girtî ma hate berdan

Halîse Aksoy a ku di nîsana 2023’an de ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik hatibû girtin, hate berdan.

Halîse Aksoy, li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik di 28’ê nîsana 2023’yan de hatibû girtin. Danişîna 3’yemîn a doza Aksoy li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Aksoy û parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çîçek tev li danişînê bûn. Di danişînê de dozgeriyê xwest ku ji bo kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin, rewşa girtî ya Aksoy bidome. Parêzeran jî daxwaza berdana Aksoy kirin.

Dadgehê got ku gumana revê ya Aksoy tune ye û biryara tehliyekirinê da. Danişîna dozê taloqî 18’ê îlonê hate kirin.

Hestiyên kurê Halîse Aksoy ê bi navê Agît Îpek di qutiyekê de bi kargoyê jê re hatibûn şandin û vê kiryarê rê li ber bertekên mezin vekiribû.