2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiyeyê welatiyekî Bradostê qetil kir

Cenazeyê wî îro danê sibehê hate dîtin. Li gorî çavkaniyên herêmî ragihandîn, duh bi şev balefirên dewleta Tirk a dagirker gundê Nawdarok yê li sînorê Biradostê bombebarankirin.
Hate diyarkirin ku welatiyê ji gund ê bi navê Serwer Hacî Qadir winda bûye, lê di danê vê sibehê de cenazeyê wê hatiye dîtin ku derket holê di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest daye. Heman çavkaniyê destnîşan kir ku duh şev ji ber gera zêde ya balefirên dewleta tirk û bombebarankirin herêmê, nekarîn li Serwer Hacî bigerin heta vê sibehê nû hate dîtin.
Hêjayî gotinêye ku dewleta Tirk a dagirker bê navber Herêma Kurdistanê û welatiyan bombebaran dike. Herî dawî heftiya borî li sînorê gundê Gelale yê li navçeya Şarbajêr a ser bi Silêmaniyê welatiyek hate şehîdkirin. Ji serê salê de di êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker de 10 welatî hatine şehîdxistin.