26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP dest bi mîtîngan dike

HDP li dijî êrîşên û doza girtinê dest bi mîtîngan dike û dê mîtînga ewil li Îzmîrê were lidarxistin.
Dema ku Lijneya Birêvebirina Navendî (MYK) ya HDP’ê di civînê de bû, Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), doznameya ku bi daxwaza girtina HDP’ê hatibû amadekirin qebûl kir. Ji ber ku MYK li benda biryareke bi vî rengî bû, sûcdariyên di doznameyê de nirxand û hin biryaran girt. Di civînê de HDP’ê plan kir ku “Kampanya Parastinê” bide destpêkirin û bi muxalefet û hêzên tifaqê re bê gelhev. Her wiha wê mitîng û hevdîtinên bi gel re bên lidarxistin. Di çarçoveya kampanya ku wê starta wê hefteya pêş bê dayîn de destpêkê li bajarê Îzmîrê ku Denîz Poyraz lê hat qetilkirin mitîng bê lidarxistin.
Li gorî agahiyên ku derbarê civîna MYK’ê de ji çavkaniyên partiyê hatin wergirtin, hatiye nirxandina ku AYM’ê di encama “gef û şantajên” AKP-MHP’ê doznameyê qebûl kiriye. Her wiha di civînê de hatiye destnîşankirin ku doznameya ku hatiye qebûlkirin ji doznameya destpêkê ya di 30’ê adarê de nehate qebûlkirin ne cudatir e û tenê çend guhertin û safîkirinê hatiye kirin. Di civînê de wêneyên ku di navbera salên 2013-2015’an de li Qendîlê hatine kişandin û di doznameyê de bûne mijara sûc jî hatin bibîrxistin û hat detnîşankirin ku ev wêne bi agahiya dewletê hatine kişandin.
Endamên MYK’ê di encama nîqaşên ku meşandin de li ser 3 sernav û biryaran li hev kirin;
* Di civîna ku biryardarî lê serwer bû de hat destnîşankirin ku wê li ser hestên “Parastina HDP’ê” , “Destnedana HDP’ê” û “Negirtina HDP’ê” sekneke dijber bê nîşandan.
* Di civînê de hat diyarkirin ku hewldana girtina HDP’ê bi destê darazê derbeya desthilatê ye û biryar hat dayîn ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar dakevin qadê. Ji hefteya pêş ve wê dest bi hevdîtin gel û mitîngên ji kampanya hilbijartinê girsetir bên kirin. Ji ber qetilkirina Denîz Poyraz wê mîtînga destpêkê li Îzmîrê bê lidarxistin. Ji bo beşdarbûna hemû hêzên demokrasiyê yên herêmê xebat bê meşandin.
* Di civînê de li ser qebûlkirina doznameyê ya 2 roj piştî qetilkirina Poyraz hat rawestandin û qetilkirina Poyraz weke nîşaneya polîtîkayên dijminane û komkujiyê yên li dijî HDP’ê hat nirxandin.
Di civînê de hat diyarkirin ku neçareserkirina pirsgirêka kurd bi xwe re komkujiyan tîne û hat gotin ku bingeha pirsgirêkan tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wê li dijî tecrîdê plansaziyeke berfireh bê amadekirin.
Di civînê de sernavekî din jî “hevdîtinên bi muxalefet û hêzên tifaqê re” bên kirin bû. Wê ji bo vê sernavê HDP’ê dê kampanya bide destpêkirin. Derket pêş ku navê “Kampanya HDP’ê Biparêze” li vê kampanyayê bê kirin.
Parastina polîtîk
Di civînê de li ser pêvajoya doza girtinê jî hat rawestandin. Wê HDP’ê ji bo parastina destpêkê helwesteke zelan deyne holê û li gorî paradîgmaya xwe parastin bike. Her wiha di hêla hiqûqî de jî ji bo ku dozê vala derbixe û doznameyê teşhîr bike wê bi gelek parêzeran re bixebite. Wê ev xebat jî weke beşeke “Kampanya HDP’ê Biparêze” bê dîtin. Hat hînbûn ku di vê çarçoveyê de bi sedan parêzeran serî li partiyê daye. Di vê pêvajoyê de wê HDP’ê ji bo pêşeroj û demokrasiyê banga “xelekbûna li dora HDP’ê” li hemû aliyan bike.