30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP dizane bi kê re dimeşe!

HDP di encama vê têkoşînê de baş dizane dê bi kê re çawa bimeşe. Helbet dê bi rêhevalên Mahîr û Denîzan re bimeşe. Helbet dê bi şopdarên rasteqîn ên Şêx Seîd û hevalên wî re bimeşe

Beriya 51 salan di 30’ê Adara 1972’yan de li Kizildere 10 şoreşger ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatin qetilkirin. Şoreşgerên ku ji bo biryara darvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan bidin betalkirin sê teknîsyenên amerîkî revandibûn, di malekê de bi reşandina guleyan hatin qetilkirin. Ji wê komkujiyê tenê Ertugrul Kurkçu bi saxî xilas bû. Her sal di salvegera komkujiyê de ligel bîranînan nîqaş û nirxandinên cuda jî têne kirin. herî zêde jî nirxandina ‘Kî temsîliyeta Mahîr Çayan û hevalên wî dike?’ tê kirin.

Di salên 1970’yan de li Tirkiyê tevgera çepgir-sosyalîst xurt bû. Têkoşîna sosyalîzmê bandora xwe li ser civakê jî kiribû. Bi taybet jî di zanîngehan de di pêşengiya xwendekaran de têkoşîneke xurt dihate meşandin. Kes û derdorên ku îro pêşengiya tevgerên çepgir dikin hemû bi awayekî xwe dispêrin mîrateya wê demê. Pêşengên tevgera azadiya kurd jî ji hewaya wê demê bandor bûn û têkoşîna azadiya kurd dane destpêkirin. Her çiqasî bi peyvên kurd û Kurdistanê têkoşîn hatibe binavkirin jî hêj ji destpêkê ve têkoşîn xwedî karekterekî sosyalîst û enternasyonalîst bû.

Tekoşîna sosyalîzmê

Rêberê PKK’ê birêz Abdûlah Ocalan dema behsa têkoşînê dike tîne ziman ku wan li Kurdistanê wekî şaxeke sosyalîzmê xwe bi rêxistin kirine. Pêşengên wekî Kemal Pîr û Hakî Karer bixwe tirk bûn lê tev li doza rizgarkirina Kurdistanê bûn. Heya gihiştin şehadetê jî di nava têkoşînê de cih girtin. Ji destpêkê heya îro bi hezaran sosyalîst û enternasyonalîstan di nav tevgera azadiya kurd de cih girtine, şer kirine û gihiştine şehadetê. Tevgera Azadiya Kurd jî di her dem û kêliyê de van şoreşgeran bi bîr tîne û soza girêdayîna bi têkoşîna wan re dide. Mixabin hem nîjadperestên kurd hem jî çepgirên tirk beyî ku vê rastiyê fam bikin êrîşên ne di cih de dikin.

Sosyalîzm li ser sê sloganan mezin bû: biratî, wekhevî û azadî. Di dused salên dawî de bi hezaran tevgerên sosyalîst derketin holê. Li hemberî modernîteya kapîtalîst têkoşîna sosyalîzmê kirin. Tevgera Azadiya Kurd jî ne wekî tevgereke nîjadperest, wekî tevgereke sosyalîst têkoşîn meşand. Têkoşîna sosyalîzm û azadiya Kurdistanê bi hev re meşand. Karekî zehmet bû. Ji aliyekî ve divê hebûna kurd xistibûna bin mîsogeriyê ji aliyê din ve ev hebûn li ser ramana sosyalîzmê pêş xistibûna. Ji bo vê jî Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan di her gavê de giringiya sosyalîzmê anî ziman û wiha got: “Israra di sosyalîzmê de israra di mirovbûnê de ye.”

Xwedîderketina li mîrateyê

Lê nîjadperestên kurd ji ber ku behsa sosyalîzmê tê kirin êrîş dikin û hinek derdorên çepgir jî ji ber ku behsa kurd-Kurdistanê tê kirin êrîş dikin. Di van demên dawî de careke din nîqaşên kurdîtî û sosyalîstbûna Tevgera Azadiya Kurd têne kirin. Derdorên kurd ji ber ku HDP’ê bi çepgiran re tifaqê dike rexne dikin, hinek derdorên çepgir jî ji ber ku HDP bi partiyên kurd re tifaqê dike rexne dikin. Aliyek dibêje “Têkoşîna kurd berî sosyalîzmê tê.” Aliyek jî dibêje “Sosyalîzm berî kurdbûnê tê.” Rêberê PKK’ê jî tîne ziman ku têkoşîna herî rast a ji bo gelê kurd di sosyalîzmê re derbas dibe. Bi qasî ku xwedî li mirasa Şêx Seîd derdikeve ew qasî jî xwedî li mîrasa Kizildereyê derdikeve.

Niha hemû derdor girîngiya HDP’ê ya di siyaseta Tirkiyê de dizanin. Hêza wê jî dizanin. Û kêm zêde dizanin ku li ser kîjan ramanê hatiye avakirin û li ser kîjan zemînê mezin dibe. Mixabin derdorên ku li pey berjewendiyên partî û şexsî ne li ser hestên netewî û ramana sosyalîzmê nîqaşên ku zirarê didin dikin rojevê. Li ser navên ku ji bo namzetiyê derbas dibin propagandayeke ecêp tê kirin. Wekî ku ev tevger kes û ferasetan nas nake, nizane siyasetê bike, gelê kurd dixapîne û hwd. nirxandin têne kirin. Lê ne tu partî û dezgeh bi qasî HDP’ê têkoşîna azadiya gelê kurd dimeşîne û ne jî tu tevger û partî bi qasî HDP’ê ala sosyalîzmê bilind dike.

Endamên yek partiyên kurdî bi qasî rêvebirên HDP’ê nehatine girtin û bedel nedane. Îro yek tevgera çepgir bi qasî HDP’ê rastî êrîşan nehatiye. Bi taybet derdorên nîjadperest ên ku konfora xwe xira nakin, du gotinan ji bo zilma desthilatdariyê bi lêv nakin bi rihetî li ser navê gelê kurd êrîşî HDP’ê dikin. Mahîr Çayan û hevalên wî bi sekna xwe, jiyana xwe, bi ramana xwe piştgiriya xwe ya bi gelê kurd re raxistin holê. Dizanibûn ku demokratîkbûna welat di azadbûna gelê kurd re derbas dibe. Di kursiyan de bi wêrekî ev ramana xwe parastin. Rêhevalên wan li her derê Kurdistanê li cem gelê kurd tev li têkoşînê bûn. Heke îro HDP ew qas bi hêz be ev yek encama têkoşîna hevpar e.

Mîrateya ku HDP temsîliyeta wê dike li Tirkiyê gelek guhertin çêkirin. Hem kesayet guhertin hem jî feraset. CHP’a ku avakerê polîtîkaya înkar û îmhayê ye îro behsa zimanê kurdî dike. Pirsgirêka kurd qebûl dike û behsa çareserkirina di parlementoyê de dike. Hinek kes ji bo siyasete bikin serî li HDP’ê didin û hinek kes jî ji aliyê HDP’ê ve têne vexwendin. Li ser van kesan qiyamet tê rakirin. Beyî ku rastiya xeta têkoşînê were nirxandin li ser nêzîkatiyên bi dehan salan berê propagandayeke qirêj tê kirin. Li gorî van derdoran divê kurd ji bilî kurdan bi kesî re tifaqê nekin.

 Namzetiya Hasan Cemal

Yek ji van kesên ku nîqaş li ser tê kirin Hasan Cemal e. Dibêjin HDP çawa vî kesî dê bike parlementer. Hasan Cemal neviyê Cemal Paşa ye. Cemal Paşa yek ji endamê Cemiyeta Îttîhat û Terakî bû. Niha em pirs bikin. Gelo HDP çûye ser xeta Hasan Cemal an Hasan Cemal hatiye ser xeta HDP’ê? Heke neviyekî Cemal Paşayê ku di polîtîkaya înkar û îmahaya gelê kurd de cih girtiye niha dixwaze di partiyeke ku mafê gelê kurd diparêze de siyaset bike paşketin e yan pêşketin e?

Gelo ev ne mînaka vala derketina vê polîtîkayê ye? Gelo makaleyên Hasan Cemal ên niha û beriya bîst salan wekhev in? Beyî ku ev guhertin were dîtin hema bi yek carê êrîş têne kirin. Kesî bi qasî rêvebirên HDP’ê nivîsên Hasan Cemal nexwendine.

Kes bi qasî HDP’ê rastiya CHP û Meral Akşener nizane. Bi salan e HDP di vê têkoşînê de bedelên mezin dide. HDP di encama vê têkoşînê de baş dizane dê bi kî re çawa bimeşe. Helbet dê bi rêhevalên Mahîr û Denîzan re bimeşe. Helbet dê bi şopdarên rasteqîn ên Şêx Seîd û hevalên wî re bimeşe. Helbet dê parastina hebûna kurd bike. Helbet dê di têkoşîna sosyalîzmê de israr bike.

Bi qasî ku Şêx Seîd û Seyît Riza li hemberî vê pergalê têkoşiyan Mahîr Çayan û hevalên xwe jî têkoşiyan. HDP ji bo xwedî li mîrateya wan derbikeve di her şert û mercî de sekna xwe parast û îro jî diparêze. HDP wekî her demê niha jî dibêje: fermo, kî dixwaze di vê têkoşînê de cihê xwe bigire û vê rastiyê qebûl bike deriyên me jê re vekirî ne.