17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP: Ev operasyon ji bo dizîna sindoqan û îradeya gel hatiye kirin

HDP’ê têkildarî operasyona binçavkirinê ya îro di danê sibehê de ku zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin de daxuyanî da û wiha got: “Ev operasyon ji bo dizîna sindoqan û îradeya gel hatiye kirin.”

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî operasyona binçavkirinê ya li dijî rojnameger, siyasetmedar, hiqûqnas, sendîkavan, hunermend û gelek kesên din ku zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îktîdara AKP-MHP’ê ku di erefeya mezintirîn têkçûna xwe ya hilbijartinê de ye, di nava tirs û xofê de êrişên xwe yên li dijî partiya me, rêxistinên civaka sivîl, hêzên çalak ên civakî û muxalefetê bedewam dike. Îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna navend Amed de li 21 bajaran operasyona binçavkirinê hate kirin. Di êrişê de Cîgira Hevseroka Giştî ya partiya me Ozlem Gunduz, endamê MYK’a me Mahfûz Guleryuz, endamên me, rojnameger, hiqûqnas û hunermend jî di nav de zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin.”

Bang: Tevlî  xebatên hilibijartinê bibin

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em pir baş ji mebesta vê êrişa ji hêla îktîdara AKP’ê û daraza girêdayî wê ve hatiye kirin dizanin. Îktîdara ku ji sala 2015’an heta niha bi darbeyên siyasî, komkujî, propagandaya reşkirinê, bi rêbazên şerê taybet, gef, şantaj û bi her cureyên êrişan hewl dide temenê xwe dirêj bike; bi operasyona binçavkirinê ya îro re pêvajoya derbeyê ya li dijî hilbijartinên 14’ê Gulanê jî da destpêkirin. Ev operasyon, bi mebesta dizîna sindoq û vîna gel hatiye kirin. Bi vê operasyonê re bi awayeke eşkere gef li civakê û tercîhên wan ên siyasî xwarine. Tiştekî wisa rasthatî nîne ku kesên dê ewlehiya sindoqan biparêzin, parêzerên ku dê li dijî bêhiqûqiyan têbikoşin, rojnamegerên ku dê raya giştî ji rastiyê agahdar bikin û siyasetmedarên me yên dê li qadê li dijî AKP’ê têbikoşin bi awayekî hemwext hatine hedefgirtin. Îktîdarê ji ewilî çete û mafyayên ku bi destê xwe mezin kirî şandin qadê û bi zimanê DAIŞ’ê gef li civakê xwarin, niha jî bi destê polîs û darazê yekser mudaxaleyî hilbijartinê dike. Daraz û hêzên ewlekariyê yên ku li dijî kesên li kolanan bi eşkereyî gefa ‘em ê serê we jê bikin’ dixwarin û çeteyên bi kuştina zarokan gef dixwarin tiştek nekirin,  niha jî tev li kampanyaya hilbijartinê ya AKP-MHP’ê bûne.

Îktîdara AKP-MHP’ê ku her ku winda dike bêhtir êrişkar dibe, her ku êrîşkartir dibe bêhtir winda dike; çi bike jî dê nekare xwe ji aqûbeta li benda wê ye xelas bike. Ev êriş, hewldanên AKP’ê yên dawî ne û dê bi tu awayî nekare encamekê jê bigire. Dê bersiva van êrişan a herî xurt jî gelê me û hemû derdorên civakî yên gef lê tên xwarin li ser sindoqê bidin. AKP, bi operasyona navenda wê Amedê re hewl dide berê herikîna avê biguherîne lê dê bi saya îradeya gel a navend Amedê re ji dîrokê bê tunekirin.

Banga me ji bo her kesên dixwazin ev pergala gef û şantajan bi dawî bibe, ji bo her kesên îradeya hesabpirsînê nîşan dane ew e ku li dijî van êrişan xwedî helwest bin. Divê li şûna her kesê hatiye binçavkirin bi hezaran kes, bi dehhezaran kes xwedî li berpirsyartiya xwe derkevin. Banga me li her kesî ew e ku xwedî li sindoqan derkevin û li dijî darbeyan jî bi awayekî çalak tev li têkoşînê bibin. Em li vir in û dê teqez bi ser kevin.”