spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di operasyoneke berfireh de xwediyê îmtiyazê yê rojnameya me Kadrî Esen jî tê de 150 zêdetir rojnameger, siyasetmedar û hunermend hatin binçavkirin

Di demeke ku bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî 19 roj mane de îro di danê sibehê de li 21 bajaran bi ser malên gelek rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hunermendan de hate girtin. Di serdegirtinan de xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya me Kadrî Esen tê de gelek kes hatin binçavkirin.

Ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî 19 roj mane û îro di danê sibehê de di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Amed de li 21 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Di lêgerînên malan de polîsan dest danîn ser hinek pirtûk û materyalên dijîtal. Di endama serdegirtinên malan de Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya me Xwebûnê Kadrî Esen, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Adurrahman Gok, nûçegihanê ajansa me Ahmet Kanbal, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, , rojnameger Mehmet Yalçin û Mîkaîl Barût; Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Halîse Dakali, parêzer Resûl Tamûr, Ozûm Vûrgûn, Bûnyamin Şeker, Berdan Acûn, Pîrozhan Karali, şêwirmenda çapemeniyê yê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz a bi navê Sezen Mercan, Ji Şanoya Bajar a Amedê Yavûz Akkûzû, Ozcan Ateş û Elvan Koçer Yildirim, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Marîa Oztopûz û gelek siyasetmedar hatin binçavkirin. Hat zanîn ku hejmara binçavkirinan 100 kes derbas kiriye.

Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk ji ber ku li navnîşana ku polîsan bi ser de girtin nebû, nehat binçavkirin. Lêgerîna li gelek navnîşanan didome.

Li Rihayê

Di encama serdegirtinên Rihayê de jî herî kêm 4 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên li Sêweregê de endamê OHD’ê parêzer Metîn Ozbadem û siyasetmedar Halîl Delen, Havva Bîldîk û Habat Mîmkara hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman dosyayê de li navçeyên Pirsûs û Wêranşarê jî bi ser gelek malan de hate girtin û hat zanîn ku binçavkirin hene.

HDP: Operasyona astengkirina xebatên hilbijartinê

Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal bertek nîşan da û wiha got: “Di erefeya hilbijartinê de îktîdarê ji ber tirsa windakirinê, dîsa serî li operasyonên binçavkirinê da. Di nav de endamên MYK’a partiya me, cîgirên hevserokan, rojnameger, hunermend û parêzer jî, bi dehan hevalên me li Amedê hatin binçavkirin. Hûn dê nekarin xwe ji têkçûnê xilas bikin!”

Baroya Amedê: Li dijî hiqûqê ye

Baroya Amedê jî bertek nîşanî binçavkirinan da û wiha got: “Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de û biryara lêgerîn û binçavkirinê ya 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê de îro di danê sibehê de bi ser malên endamên buroya me, rojnameger û parastvanên mafan de hate girtin û binçavkirin û girtin çêbûne. Bi awayekî pir keyfî nêzî mafên bingehîn û azadiyan dibin, di serî de parêzer, parastvanên mafan û rêxistinên pîşeyî, rêxistinên civaka sivîl hedef tên girtin, rastî gefên cezakirinê tên. Tê dîtin ku tevdîrên parastinê yên weke girtin û binçavkirinê li dijî parastvanên mafan bi awayekî pir bêwate, nebikêr, bêperwa û xirab tê bikaranîn. Her wiha biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn û ji bo dosyayê jî biryara nepeniyê hatiye dayîn. Divê têkildarî sedema binçavkirinan di zûtirin demê de bê aşkerakirin. Divê tavilê dawî li van sepanên derhiqûqî ku mafên azadî û ewlehiyê binpê dikin ên li dijî hempîşeyên me, rojnameger û parastvanên mafan bînin û wan berdin.”

 ‘150 kesan zêdetir hatin binçavkirin’

Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr diyar kir ku li ser fermana Serdozgerê Komarê herî kêm 150 kes hatine binçavkirin û ev agahî parve kirin: “Operasyon hêj berdewam e. Binçavkirin hê jî didomin. Lêgerînên li buroyên gelek hevalên me berdewam in. Heta niha jî têkildarî sedema serdegirtinan tu agahî nehatine diyarkirin. Sedemekê ku ji me re hatiye gotin tune ye. Operasyon li dijî komên pîşeyî jî hatiye kirin. Di nav de hunermend, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û parêzer jî hene. Lêpirsîneke giştî ye.”

 OHD: Ji bo 24 saetan biryara bisînorkirinê heye

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê dijîtal ragihand ku li bajarên Amed, Êlih û Rihayê rojnameger, siyasetmedar û welatî hatine binçavkirin û ev agahî parve kir: “Îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de bi ser malên gelek endamên me de hate girtin. Lêgerînên li avahiya komeleya me didomin. Em ê li dijî vê operasyona siyasî ya di dema hilbijartinê de li dijî komele û endamên me hatiye kirin bê deng nebin. Di çarçoveya heman dosyayê de li gel endamên me, her wiha li Amed, Êlih û Rihayê jî rojnameger, siyasetmedar, hunermend û welatî hatine binçavkirin. Em ê li dijî vê operasyona siyasî ya li dijî komeleya me û saziyên din ên demokratîk hatiye kirin bê deng nebin. Der heqê endam û miwekîlên me yên hatine binçavkirin de ji bo 24 saetan biryara bisînorkirina hevdîtinê hatiye dayîn. Operasyonên siyasî, bi sînorkirinên nerewa û zext dê nekarin me têk bibin. Parastin dê bê deng nebe! Em ê li gel endam, hempîşe û miwekîlên xwe bin!”