11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peyama Colemêrgê ya 14’ê Gulanê: Bêguman rewşa me biqûdret e

Tevî barana ku dibariya jî bi hezaran kes ji bo mitînga Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê li hev kom bûn û peyama “Bêguman rewşa me biqûdret e.” dan.

Partiya Çepên Kesk starta mitîngên xwe yên hilbijartinên 14’ê Gulanê li bajarê Colemêrgê da. Mitîng li qada otogarê (Tekser) pêk hat. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Wanê Pervîn Buldan, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk û namzetê Îzmîrê Îbrahîm Akin beşdarî mitîngê bûn.

Bi hezaran kes tevî ku baranek zêde dibariya jî tev li mitîngê bûn û qadê tije kirin. Welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî tev li mitîngê bûn. Qad bi alên Partiya Çepên Kesk hat xemilandin û girseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “PKK gel e gel li vir e” berz kirin. Dovîza ku peyama “Bêguman rewşa me biqûdret” li serê nivîsandibû li qadê balê dikişand ser xwe. Axaftinên mitîngê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Destpêkê Başak Demîrtaş axivî û piştî gel silav kir peyama hevjînê xwe Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê girtî ji girseyê re xwend.

‘Hilbijartina rûmetê’

Dûre Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û ev tişt got: “Ev hilbijartin û helwesta we dixuye ku em ê li vir fermana hikûmetê binivisînin. Digotin kurd bêhêz in, gelê me, ciwanên me, dayikên me li vir in. Vaye taqet û vaye hêz. Ev hilbijartin hilbijartina rûmetê ye. Gelê me biryara xwe daye. Di vê hilbijartinê de em ê faşîzma AKP-MHP’ê tune bikin. Em ê bikin ku birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe. Îro kurd ne bi tenê ne, bi tifaq û hevalbendên xwe re rêyeke pir girîng dimeşînin. Em ê bi dostên xwe re serkeftinên mezin bi dest bixin.”

‘Demokrasî 3-faşîzm 0’

Piştî Bayindir Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî axivî û diyar kir ku dem hatiye ku ji Colemêrgê dersê bidin desthilatdariya AKP û MHP’ê û wiha got: “Tu gumana me nîne ku Colemêrg wê 3 namzetên xwe jî bi ser bixîne. Niha armanca me 3-0 e. Yanî demokrasî 3 û  faşîzm jî 0. Niha em hemû dizanin ku ev îktidar îktidarek dij-kurd e, dijminatiya xwe tu carî veneşart. Dijminatiya xwe ya li dijî gelê kurd jî li paş nehiştin. Her tim ziman, nasname, nirx û vîna gelê kurd bêpar hiştin. We hevşaredarên xwe bijart lê wan îradeya gelê Colemêrgê tune hesibandin.”

‘Wê gel me AKP-MHP’ê bişîne ser sergo’

Bûldan, diyar kir ku gel wê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bide îktidarê û wiha domand: “Gelê me di her hilbijartinê de, hilbijartinên herêmî, hilbijartinên giştî û hilbijartinên Serokkomariyê de çi ji destê wan hat kir û wê bike jî. Wê careke din li îradeya xwe xwedî derkeve û vê îktîdara AKP MHP’ê biavêje ser sergoyê dîrokê. Dijminên kurd divê baş bizanibin ku; kurdan her tim ders daye kesên ku zilmê li wan dikin, înkar dikin. Di vê serdemê de hêza herî mezin a ku wê desthilatdariya AKP û MHP’ê têk bibe kurd in. Ev 21 sal in vî welatî îdare dikin, tu bêhiqûqî, neheqî û diziyek nema ku nekirin. Her cure bêhiqûqî kirin, talan kirin, siberoja ciwanan dizîn, siberoja jinan dizîn. Bi siberoja gelê kurd lîstin, polîtîkayên şer û tecrîdê xistin dewrê. Lê em tu carî şer, bêhiqûqî û tecrîdê qebûl nekir û em ê qebûl nekin.”

‘Temînata çareseriyê gelê me ye’

Di berdewamê de Bûldan, bal kişand ser serdana Erdogan a Amedê û wiha pêde çû: “Niha Tayyîp Erdogan herî dawî çû Amedê. Got, ‘dibe ku ez çend kurdan bixapînim’ lê wê hêviya xwe nedît. Li Amedê dîsa tiliyên xwe ji me re hejand û heqaret li me kir. Hemû êrişên xwe ji Amedê pêk anî. Wî çi digot? Digot, ‘Li vî welatî pirsgirêka kurd nîne, me pirsgirêka kurd li vî welatî çareser kiriye’. Baş e, heke we pirsgirêka kurd çareser kir, çima îro zimanê kurdî qedexe ye? Çima hûn vîna kurdan davêjin zindanê? Çima hûn li şûna îradeya kurdan qeyûm tayîn dikin? Hûn hewl didin qada siyasî li gelê kurd teng bikin. We dosyeya girtinê li dijî partiya ku gelê kurd dengê xwe didê vekir. Hûn gelê me yê hêja temînata çareseriya pirsgirêka kurd in û siberoja çareseriyê ne. Partiya gelê me jî Partiya Çepên Kesk e.”

‘Em  ê AKP’ê bikin partiya tabelayê’

Bûldan, bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li vî welatî pêvajoyeke çareseriyê qewimî. Tayyîp îdia kir ku me pêvajoya çareseriyê li Amedê qedand. Em alîgirên pêvajoya çareseriyê bûn, lê wan bi darê zorê pêvajoya çareseriyê bi dawî kir. Wî hewl da ku raya giştî dîsa bi derewan bixapîne. Her kes dizane ku di dawiya pêvajoya çareseriyê de got, ‘Em pêvajoya çareseriyê diqedînin, dixin sarincê, em ji cemeda kûr dernaxin’. Li gel van hemûyan jî israra kurdan a di demokrasî, edalet, maf, hiqûq û aştiyê de careke din ji aliyê gelê Colemêrgê ve hat nîşandan. Lê ev pêvajo ne bi AKP’ê, bi hemû beşên civakî di dema pêş de bi hêza kurdan û Partiya Çepên Kesk dikare were birêvebirin û pirsgirêk were çareserkirin. Em mizgîniya vê yekê didin we. Lê ez dixwazim mizgîniyek din bidim we, ez dizanim ku hûn ê pir kêfxweş bibin gava hûn vê mizgîniyê bibihîzin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê wê di Meclisê de bibe partiya tabelayê. Em li vir 3 hevalên me li ser navê we dişînin Meclisê. Lê yên ku namzetên cuda û serbixwe ne bila zanibin ku ev gel êdî bi derewên we têr bûye. Hê ku rê nêzîk e, werin li cem gelê me cih bigirin. Ev têkoşîn dikare we jî rizgar bike. Gumana me tune ku hûn ê vê bikin. Em hêvî û daxwaz dikin ku; hûn ê ji vê xeletiyê vegerin.”

‘Em ê komarek demokratîk ava bikin’

Di dû Bûldan de Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akîn jî axivî û ev tişt anîn ziman: “Vaye li vir mitîngeke dîrokî hat lidarxistin. Ev ne mitîngeke asayî ye. Em hewl didin sedsala nû ya siberojê ji vir ava bikin. Em di bin vê alê de bawerî û îradeyeke mezin dibînin. Em di dîroka Tirkiyeyê de hilbijartina herî dijwar lê ewqas dîrokî û girîng pêşwazî dikin. Em ê dawî li înkar û tunehesibandina salan bînin. Em ê jiyanek nû ava bikin. Em soz didin we ku em ê welatekî ku her nasname û bawerî lê bi azadî bijîn pêk bînin. Dibêjin li vî welatî pirsgirêka kurd tune ye. Ez li Îzmîrê dijîm û cihêkarîyek pir eşkere, dijminatiyeke taybet li hemberî kurdan heye. Li vî welatî pirsgirêka kurd heye. Li vir bi dehan kes hatin qetilkirin. Em ê hesabê van hemûyan bipirsin. Tenê şandina wan ne bes e, em ê pergalek nû ava bikin. Divê em komarek demokratîk ava bikin. Ji ber vê yekê me tifaq çêkirin. Em dixwazin vî welatî bi demokrasiyê tacîdar bikin. Wê faşîzm bi dawî bibe, demokrasî were. Ev hilbijartin ji bo me hilbijartineke dîrokî ye. Divê her kes xwedî li sindoqên hilbijartinên 14’ê Gulanê derkeve.”

Piştî axaftinan hunermend Azad Bedran derket ser dikê û strî.