5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP’ê serlêdanek nû li AYM’ê kir

Doza ji bo girtina HDP’ê hatiye vekirin, li AYM’ê berdewam dike. HDP’ê bi daxwaza ku parastina wan a devkî ya li dijî doza girtinê bimîne piştî hilbijartinê serlêdanek nû li AYM’ê kir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi her awayî dibe rojeva sereke ya Tirkiyeyê û Kurdistanê. HDP tevî doza girtinê ku li dijî wê hatiye vekirin jî wek partiya kilîd a hilbijartinê tê dîtin. Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind doza girtinê li HDP’ê vekiriye. Ev doz li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) berdewam dike. HDP’ê serlêdanek nû li AYM’ê kir. HDP ji bo ku biryara talî ya dozê bimîne piştî hilbijartinê di 16’ê çile de serî li AYM’ê dabû.

Piştî ku ev serlêdan hat redkirin vê carê HDP bi daxwaza ku doz piştî erdhejê bê lidarxistin û dîroka parastina wê devkî 3 mehan bê taloqkirin serlêdan kir. AYM serlêdana HDP’ê nirxand û ji bo parastina devkî mehek taloq kir û dîroka parastinê 11’ê Nîsanê da.

Piştî ku takvîma hilbijartinê hat eşkerekirin, HDP bi daxwaza ku doza girtinê bimîne piştî hilbijartinê li AYM’ê serlêdanek nû ya duyemîn bike.

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan serlêdanê amade kir û di serlêdanê de diyar dike ku di kamapnya hilbijartinê de ne mimkin e parastina devkî bike û xwest dîroka parastina devkî taloqî piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê bê kirin.