spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên Îranê 8 kolber kuşt û 110 kolber birîndar kir

Hêzên Îranê di mehekê de 8 kolber kuşt û 110 kolber jî birîndar kir.

Hêzên Îranê di mehekê de 8 kolber kuşt û 110 kolber birîndar kirin. Li gorî bîlançoyên hatine belavkirin di meha borî de li hinek herêmên li sînorê Rojhilatê Kurdistanê û sînorê Azerbaycanê hêzên Îranê 118 kolber kuştin û birîndarbûn. Medya Rojhilata Kurdistanê ragihandî ku di nava mehekê de 8 kolber hatine kuştin û 110 kolber jî birîndar bûne ku ji giştî birîndaran 14 kolber temenê wan dibin 18 salî de bûn. Hejmara kuştin û birîndarên meha Mijdarê li gorî meha Cotmehê ji sedan 293 zêde bûye. Hate destnîşankirin ku hemû kuştî û birîndarên di nava mehekê de bi guleya raste rast ya hêzên Îranê çêbûne.

Li gorî heman bîlançoyan kuştî û birîndarên guleyên hêzên Îranê piraniya wan li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê çêbûne ku 93 buyer rûdane, li Kirmanşan 22 buyer û li sînorê rojavayê Azerbaycanê jî 3 buyer rûdane.