7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatê cenazeyê Guler Ozbey spartin axê

Malbata Ozbay, cenazeyê keça xwe ya endama YJA-Star'ê Guler Ozbey a di şerê li herêma Marûnisê derketibû de jiyana xwe ji dest dabû, spartin axê.

Malbata Ozbey, cenazeye keça xwe ya endama YJA-Starê Guler Ozbey (Nupelda Sêrt) a di şer 14 û 15’ê îlona 2018’an li herêma Katoyê Marûnis a navçeya Elkê ya Şirnexê derketibû de, bi 4 hevalên xwe ve jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Lodê yê navçeya Dihê ya Sêrtê, spartin axê.

Dema ku Guler jiyana xwe ji dest da, rayedarên dewletê ji malbatê re agahî şandin. Malbatê jî mînakên DNA’yê dan. Cenazeyê Gulerê bêyî ku malbat were agahdarkirin, li Colemêrgê hate veşartin. Di 29’ê mijdarê de Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê, li malbata Gulerê geriya û gotin ku cenazeyê Gulerê di Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê de ye. Malbat duh çû Stenbolê û ATK’ê cenazeye Gulerê di nava nîv torbeyê cenazeyan de teslîmî malbatê kir. Malbata Guler cenazeyê keça xwe li gundê Lodê yê Dihê spartin axê.