10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hebên herejor

Hecî Weysî

Piştî salên 2000’an li girtîgehên Tirkiyeyê bi taybetî li girtîgehên ku girtiyên siyasî li wan dimînin sîstemeke nû çêkirin ji bo têkliya girtiyan ji hev bibirin. Deriyên wiha li qawuşan dabûn ku dengê girtiyan neçe hev. Îca hevalên girtî jî ji bo ku têkliyên bi hevre deynin serî li hin rêbazan didan. Yek ji wan rêbazan jî rêbaza hebên ‘herejor’ bû. Du qawuş li hemberî hev hebûn û hevalan dixwest bi qawuşa li hemberî xwe re têkliyê deynin lê dengê wan nediçû qawuşa li hemberî wan.

Lê li qata jor dengê wan digihîşt hev û du. Bes dema hevalan li jêr banga hev û du bikin dengê wan nediçû hev û nedibihîstin.  Lewre ji bo têkliyên bi qawuşa li hember xwe re deynin diviyabû hevalên qawuşa li hemberî wan biçin qawuşa jor û ji wir têkliyê bi hevre deynin.

Piştî vê yekê hevalan biryar da ku bi awayekî çareseriyek peyda bikin bi ser gardiyan re vê têkliyê saz bikin. Hevalan gazî gardiyan kir ku wana kurmancî nedizanîn  û got “serê min gelekî diêşe û hebên êşbir ji min re lazimin. Ka ji hevalê qawuşa li hemberî bipirse hebên ‘Herejor’ li ba wan hene an na.” Gardiyan jî diçe ji qawuşa hember dipirse dibêje “hebên herejor ji qawuşa li hemberî we re lazim in. Ger hebin bidin min ku ji wan re bibim. Xeynî dermanan em tiştên we nadin û nabin bila xebera we hebe.” Bi vê yekê hevalên qawuşa hember fêm kiribûn ku qavûşê din banga wan dikin û dibêjin herine jor. Dê ji vê rêbazê şûn de qaşo bi hebika êşbir a “herejor”, kirine rêbaza têkilî danînê. Tecrît bi heba Herejor hatine şikandin!