spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hedef Neteweya Demokratîk e

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Dewleta tirk a dagirker ji şeva 19’ê mijdarê ve bi balafirên şer û çekên giran êrîşî rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di van êrîşan de li seranserî herêmê navendên tenduristiyê, binesaziyên bajaran û gundên herêmê dike hedef. Herî dawî li dijî stasyona Elok a Elektirîkê û navendên petrolê jî êrîşên dagirkeriyê hebûn.

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ev demek dirêj e ji bo dagirkeriya xwe li herêmê berfireh bike di nava hewldanên qirêj de ye. Di çarçovaya van hewldanan de bi destê torên xwe yên çete û îstixbaratê ve li Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî Rêvebiriya Xweser kete nava tevgerê. Ji bo vê êrîşa xwe ya dagirkeriyê jî rewa nîşan bide teqîna li Taksîm a Stenbolê kir hincet. Tevî ku her kes dizane ev teqîn senaryoya MÎT’ê ye jî dewlata dagirker bi vê derewa xwe bawer kiriye û êrîşan pêk tîne.

Piştî vê teqînê bi çend rojan şefê saziyên îstixbarata Rûsya û Amerîka li Stenbolê li hev rûniştin. Piştî vê hevdîtinê bi çend rojan jî li dijî herêmê êrîşên dewleta dagirker dest pê kirin. Di vir de diyar dibe ku welatên rojavayî di serî de Rûsya û Amerîka ku li herêmê bêyî îzna wan tişt naqewime ji êrîşên dagirkeriyê re lempeya kesk vêxistine. Jixwe MÎT’ê li herêma Efrînê ya dagirkirî û Idlibê ev demeke cihê çeteyan diguhert û amadekariyên xwe dikir. Bi teqîna Stenbolê û bi taybet jî piştî van hevdîtinan senaryoya ku amade kiribûn xistin dewrê.

Bêguman hemû aliyên ku dewleta dagirker û qirker baş nas dikin dizanin ku armanca van êrîşan dagirkirina herêmê bi xwe ye. Jixwe şefê rejîma faşîst Erdogan beriya çend rojan ev niyeta xwe bi awayekî vekirî anî ziman û got; “Em dixwazin seranserê sînoran bikin bin kontrola xwe û bi tank û eskerên xwe, koka wan biqelînin.”

Divê bê zanîn ku yekem armanca van êrîşan têkbirina Rêveberiya Xweser a ku li ser pergala neteweya demokratîk hatiye sazkirin. Jixwe gelek welatên rojavayî li dijî vê pergalê ne ku bingeha xwe ji nêrîn û dîtinên Rêber Apo digire. Lewma bi awayekî sergirtî be jî ew ji bo têkbirina vê pergalê li gel dewleta tirk a dagirker cih digirin.

Di van êrîşan de ku bi erêkirina hêzên navneteweyî pêk tên bi zanebûn sivîl û binesaziyên bajaran tên hedefgirtin. Divê bê zanîn ku lêdana stasyona Elok a elektrîkê yekser bandorê li ser jiyana 2 milyon kesî dike. Ger em bînin bîra xwe dema hêzên rûs li Ukraynayê li stasyona Elektrîkê dan di serî de Yekitiya Ewropa û gelek welatan qiyamet rakirin. Ev mijar wek sûcê li dijî mirovahiyê birin civîna Neteweyên Yekbûyî. Lê heman welat dema mijar dibe kurd û êrîşên li dijî warên wan sê meymûnan dilîzin. Ev durûtiya welatên rojavayî di van êrîşan de hêzê dide dewleta dagirker.

Welatên ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de bi hevkariya şervanên kurd pesnê xwe didin îro çavên xwe ji qirkrina van şervanên legeng re digirin. Daxuyaniya ku ji aliyê Pentagonê ve hat dayîn bi yek gotinê durûtî û dûrî nirxên mirovahiyê ye. Di daxuyaniyê de bi awayekî aşkera dibeje ku “ji derveyî şervanên me hûn dikarin li her kesî bidin.” Yanî di van êrîşan de sivîl hatine qetilkirin, cih û warên wan hatine talankirin ne xema wan e.

Divê gelê kurd û dostên wan li dijî van helwestên ku cihêkariyê dixe nava gelan xwedî helwest bin. Jixwe Rêvebiriya Xweser, Fermandariya Giştî ya HSD’ê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û gelek saziyên herêmê li dijî van hewldanên dagirkeriyê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê herêmên xwe biparêzin. Bêguman xwedîderketina gel a li Rêveberiya Xweser û Pergala Neteweya Demokratîk ji her awayî biwate û girîng e. Ev jî nîşan dide ku pergala Neteweya Demokratîk ne tenê ji aliyê kurdan, ji aliyê hemû pêkhateyên herêmê ve hatiye qebûlkirin û pejirandin. Lewma îro li seranserê herêmê, tevî ewqas êrîşên dijwar jî gel xwedî li nirxên xwe û Rêveberiya Xweser derdikeve.

Dewleta tirk a dagirker bi van êrîşan hewl dida ku herêmê vala bike. Lê li dijî van êrîşan helwesta gel xwedî nirxekî hêja ye. Pêkhateyên herêmê ku li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî xwe birêxistin kirine nîşan didin ku wê li dijî van êrîşan berxwedaneke mezin hebe. Ji xwe Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî jî di peyama xwe de bi awayekî aşkera got “Em hêzê ji berxwedana gelê xwe digirin.” Bi ya min ev tespîteke girîng e. Gelê rêxistinkirî dikare hemû plan û projeyên li ser herêmê tên ferzkirin pûç bike û xwedî li îradeya xwe ya siyasî, civakî û eskerî derkeve.

Bi têkoşîn û berxwedana gel çawa ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmê bi destê şervanên kurd têk çûn wê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê jî li ser heman axê têk biçe. Lewma dor hatiye ku keç û xortên kurd Erdoganê dîktator têk bibin.