8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şoreşa Jîna Emînî ber bi ku ve diçe?

Îro li rojhilatê Kurdistanê şoreşeke bingehîn û bêsînor di çarçoveya hêza erdnîgariyeke diyar de dest pê kiriye. Pêşengên vê serhildanê kurd in û felsefeya rêberên weke Abdullah Ocalan, Qazî, Fûad Sultanî, Dr. Qasimlo û şehîdên çar aliyên welatê me tê de xuya ye

Herî kêm di 10 salên borî de Kurdistan weke navendeke girîng a serhildanên siyasî bûye qada gûherandin-vegûherandinên dîrokî. Ji Kobanê, Efrîn û Şengalê heta Amed, Kerkûk, Urmiye, Seqiz û Kirmaşanê kurd hem li dijî paşverûtiyê û hem jî li dijî rejîmên dîktator rawestiyane. Bi bedelên giran û bêhempa destkeftiyên mezin kirine para xwe û doza mirovahiyê.

Li dijî van gûherandinên mezin van rojan gef, daxuyanî, liv û tevgerên dagirkerên Kurdistanê me bêtir bi cewhera serhildanên li Kurdistana mezin dihesîne. Ji hêlekê ve rejîma dîktator a Îranê ji hêla din rejîma kurdkuj a Tirkiyeyê dem bi dem li dijî kurdan gefên xwe dubare dikin. Twîtta dawî ya wezîrê hundir ê Îranê peyamên dîrokî tê de ne. Ehmed Wehîdî wiha dinivîse:

“Duh di axaftina xwe ya li gel hevtayê xwe yê tirk de min ragihand ku Îran bi xurtî û bi îstiqrar piştevaniya Tirkiyeyê dike û desthilatdarî û ewlehiya herdu welatan di berjewendiya herdu aliyan û herêmê de ye. Min ji wî re got ku dijminên Îran û Tirkiyeyê yên hevpar hene û divê ji bo rûbirûbûna bi wan hêzên ku ewlehiya herdu welatan têk dibin hevkariyeke cidîtir di navbera me de hebe.”

Hevdîtina Pehlewî û Mistefa Kemal

Di sala 1934’an de dema ku Riza Şahê Pehlewî seredana Tirkiyeyê dike, Mistefa Kemal jê re wiha dibêje: “Li du aliyên sînorên me dijminên me yên hevpar hene û divê em li dijî wan xwedî stratejiyeke hevpar û hevgirtî bin.”

Di wê hevdîtinê de Riza Şahê Pehlewî bejna xwe li ber wî ditewîne, ev di rewşekê de ye ku li bakur û rojhilatê Kurdistanê bi têkçûna serhildana Agirî û Amedê re li Rojhilat serhildana Simkoyê Şikak û li Başûr jî serhildana Şêx Mehmûdê Berzencî û Şêx Ehmedê Barzanî bi xwînê rastî şikestinê hatine. Gelo di navbera daxwaz û gotinên wan du dîktator û rêberên îro yên Îran û Tirkiyeyê de kîjan cudahî tên dîtin?

Mêjiyên perçebûyî!

di çend rojên derbasbûyî de Tirkiyeyê dest bi bombebarankirina çend cihên rojava û başûrê Kurdistanê kir. Zêdetirî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan û hê bêtir jî birîndar bûn. Her wiha Îranê hêzên mezin şandin Mehabad û bajarên din ên rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Êrîşên Tirkiyeyê û Îranê yên li ser kurdan hemû sînor derbas kirine. Sînorên ku wan bi darê zorê li ser axa Kurdistanê çêkirine di rojên wan ên tengav de bêwate ne. Lê mixabin hê jî hinek partiyên biçûk û mezin li Kurdistanê behsa qaşo dest-têwerdana hinek partiyên bakurê Kurdistanê di başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê de dikin. Mêjiyên parçebûyî hê jî di nava me de pir in. Sedema vê yekê jî ew e ku ew ji tirsa ramanên felsefî, nasnameya dijminê xwe û heta ji dîroka kurd û Kurdistanê jî bêxeber in.

Qêrîna Dr. Qasimlo

Şehîd Dr. Qasimlo carekê wiha qêriyabû: “Ez bi aşkerahî dibêjim ku em kurd li Kurdistanê hêza yekem bûn ku me li dijî rejîma Xumeynî berxwedan kir û ez bawerim ku dîsa em ê bibin hêza dawiyê jî di qada têkoşîna li dijî vê rejîma dîktator de.”

Li pey 43 salan ew rastiyên ku Dr. Qasimlo li ser gotina wan bi israr bû îro derketine holê.

Îro li rojhilatê Kurdistanê şoreşeke bingehîn û bêsînor di çarçoveya hêza gel an jî erdnîgariyeke diyar de dest pê kiriye. Pêşengên vê serhildanê kurd in û felsefeya rêberên weke Abdullah Ocalan, Qazî, Fûad Sultanî, Dr. Qasimlo û şehîdên çar aliyên welatê me tê de xuya ye. Roja 16’ê îlonê ji Seqizê li ser gora Jîna Emînî dest pê kir lê kesî nedizanî ku wê qêrînên “Jin, Jiyan, Azadî” wiha hêsan bigehin hemû kûçe û kulanên Tehran, Isfehan, Meşhed, Qom, Kirmaşan, Sine, Îlam, Urmiye û hemû cihanê.

Sembola jin û azadîxwaziyê

Ger neteweyek azadîxwaz ji azadiyê wêdetir tiştekî din hilbijêre wê her tiştê xwe winda bike. Hêzên êtlaata Îranê bi hemû rêbazan zextên giran anîn ser malbata Jîna, lê wan serê xwe netewandin û li ser kêlika gora wê ev tişt nivîsandin: “Jîna navê te bû sembola jin û azadîxwaziyê”. Êdî ji wê rojê û şûn ve li her dera Kurdistanê dê û bavê her şehîdekî bûn rêberên siyasî. Heta ku ew neaxivin, mirov dikare texmîn bike ku zarokên wan ên şehîd di kîjan malbatê de û bi kîjan perwerdeya bilind a siyasî-civakî mezin bûne. Li Kurdistanê merasima oxirkirina cenazê her şehîdekî/ê konferanseke neteweyî ye.

Berxwedana kurdan mînak digirin

Serhildan li her kûçe û kolanê mîna “kongreya gel” e. Ne cîhada Xumeynî ya sala 1978’an ne faktora ol û mezheb ne jî mîlîtarîzekirina Kurdistanê karibû rê li ber kîn û hêrsa gelê kurd bigire. Israra kurdan li ser çêkirina civakeke sekular û çandeke tije tolerans ne tenê bi ser ket, belim îro em dibînin fars û komên din ên nîjadî yên di nava sînorên siyasî li welatê Îranê de berxwedana kurdan ji xwe re weke mînak digirin. Kurd xwedî perwerdeyeke bilind a siyasî û asta têgihîştina wan ji ber hebûna partiyên siyasî ji miletên cîran bilindtir e. Em vê rewşê li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê jî dibînin. Di 43 salên temenê Komara Îslamî ya Îranê de kurdan hem referandoma rejîma Îranê boykot kir û hem jî bi berxwedana xwe ya li dijî tevkujî û siyaseta rejîmê ya rasîstî bû çandek ku îro şax û pelên xwe avêtine herêmên din ên Îranê jî. Rêberê bîr-ramanên felsefî-şoreşgerî ji Kobanê heta Maku û Îlamê tirs û lerzeke mezin xistiye dilê dîktatorên ku ne dikarin xwe bigûherînin û ne jî gotin-daxwazên gelan ên demokratîk bibihîzin.

Rojhilatê Kurdistanê di salên 1978-81’an de qada şerê bi neviyên Sefawiyên tawanbar re bû. Salên piştre bi terora rêberên kurd û zindanîkirina hezaran şoreşgerên kurd re Kurdistan vegûhestin girtîgeheke mezin. Partiyên nû di qada xebatê de zêde bûn û li rex Komel û HDK’ê vê carê PJAK jî hebû û rêberê kar û xebatên wê yên siyasî-leşkerî ji yên partiyên din berfirehtir bû. Kurdên rojhilatê Kurdistanê hem haydarî têkoşîna kurdên beşên din bûn hem jî bi wan re hevkar û hevdeng bûn. Pêşengên têkoşîna li Îran û Rojhilata Navîn îro kurdên çar aliyên Kurdistanê ne.

Di çavên gel de rûreş in

Îranî zû bi zû çanda miletên din napejirînin. Hezar û 500 salên borî bi darê zorê dînê îslamê pejirandin lê qet çanda wê nepejirandine. Lê di 43 salên borî de xirûra wan hate şikandin û dîktatorên Tehranê bi navê şoreşa îslamî di warê siyasî, civakî û aborî de ziyan û zirarên mezin gihandin gel. Di vê navberê de nêrîna li ser Kurdistanê cudatir bû û bi siyasetên şovenîst hewl dan ku bi rêya belavkirina madeyên narkotîk, kuştin, bêkarî û şerê taybet siyaseta xwe ya bişaftinê ber bi serkeftinê ve bibin. Bi serhildana Jîna Emînî re êdî niha baş pêhesiyane ku hemû hewldanên wan vala bûne. Kurdistan xwedî civakeke serzindî û di qada xebatê de xwedî pêşengên jîr û zana ye. Êdî hikûmetek ku dengê gel û daxwazên ciwanan nebihîze wê weke Îrana îro rezîl û rûreş an jî di çavê gel û cihana derve de bêmeşrûyet be. Ew ê ji doktorê jenetîk, stranbêjên rep, keçên helbestvan, karker û rewşenbîrên civakê bitirse. Pêre êdî bêşexsiyetiya xwe ji sedî 100 ispat dike. Dîktator ne ji dîrokê dersê werdigirin ne jî ji paşeroja xwe ditirsin. Êdî ne ji bo gel ne jî ji bo dewletê veger pêkan e. Bi vê wateyê êdî gel gihîştiye wê baweriyê ku rejîm daxwazên wan bi cih nayne, dewlet jî dizane ku tiştekî nîne ku êdî ji dest bide û ger pêngavekê ji yasayên xwe yên desthilatê vegere dikare bibe encama têkçûna wê jî.

Taybetmendiyên serhildanê

Di serhiladana van 70 rojên borî de em taybetmendiyên jêr bi aşkerahî dibînin:

1 – Dijberî jî îtîrazeke biçûk e lê watedar li Seqizê dest pê kir û hêdî-hêdî kemilî û îro kirasê şoreş û serhildanê di ber bejn û bala wê de ye ku li hemû Îranê û Kurdistanê ye.

2 – Rejîm di serkûtkirina xwepêşandanan de heta niha serkeftî nebûye. Hêza serkûtker mandî, westiyayî û perîşanhal in û di navbera gel û sîstema desthilatdar de dûdil û bêçare mane.

3 – Nerazîbûn berdewam in  û şûkeke mezin dane rejîmê ku li gor min ev bi tena serê xwe serkeftineke mezin e ku piştî 43 sal û çend mehan cara yekê ye weke destkeftekê reng û rûyê xwe li Kurdistan û Îranê daye diyarkirin.

4 – Piştî bizava salên borî ya di bin serokatiya reformxwazan de xwendevanên zanîngehan heta radeyekê bêdeng bûn, lê niha ew jî bi awayekî berfirehtir û di rûberekî mezintir ji carên berê di qada dijberî rejîmê re ne.

5 – Di hemû temenê desthilata Komara Îslamî de ew heykel û heybeta wê ya vala wisa bi zelalî ji raya giştî ya derveyî sînorên Îranê re nehatibû xuyanê. Êdî bi van îtrazan re ew nasnameya tam totalîter a xwedî naverokeke bêmeşrûyet ji cîhana derve re jî aşkera bûye.

6 – Kultura xebat û serhildanên siyasî li Îran û Kurdistanê hatiye gûherandin. Hemû dirûşmeyên têne dayîn li dijî totalîtarîzm û hejmonîxwaziyê ne.

7 – Di civakê de êdî daxwaza yekê û dawiyê ew e ku dîn û ol, mezheb û bawerî di karê desthilatdariyê de xwedî biçûktirîn rolê bin. Yanî civakeke sekular ku tê de dîn û desthilat ji hev cuda bin.

8 – Pêwîst e li rex hemû taybetmendiyên şoreşa di bin pêşengiya jin û ciwanan de ked û pêşengiya kurdan neyê jibîrkirin. Yanî di nava komên nîjadî yên nava sînorên Îranê de kurdan bêtir ji vê rêbaza pîroz re pêşnegî kirine.

9 – Dîmenên tije qêrîn ên gel li hemû rojhilatê Kurdistanê bersiva wan cinayet û bombaranên rejîma îdamê ne ku 43 sal in ji Mehabadê heta Koyê û Hewlêrê berdewam in.

10 – Otokrasî nexweşiyeke desthilatdariya dîktatorên nefame ku dema ji kontrol û çavdêriyê dernekeve, bi hêsanî wek milyaketekê dibe cin û her tiştî digire nav xwe. Rêberê dînî yê Îranê bi nesaxiyeke wiha re rû bi rû maye.

11 – Dezgehên îstîxbaratî-îdeolojîk ên hikûmetên dagîrker li Kurdistanê kêmasiya xwe bi tundî û hovîtiyên li dijî gel telafî dikin. Pirensîbên mirovatiyê, bi teybetî di der barê kurdan de ji wan re bêwate ne. Wan hemû îşkence û lêpirsînên serdema navîn ên hikûmeta dêrê bi teknolojiya nûjen vejandine, Kurdistan kirine girtîgeheke mezin lê “hêza gel” hemû plan-projeyên wan belav kirin. Ew niha ji ber vê rewşa heyî mendehûş û matmayî mane.