Sunday, December 5, 2021

Hêj hesabê şewata Sînemaya Amûdê nehatiye pirsîn

61 sal berê şeva 13`ê Mijdara 1960’î agir bi sînemaya Amûdê ket. Sînemaya Amûdê (Sînemaya Şehrezad) tevî zarokan şewitî. Dema ku zarokan li fîlmê Şebeh Muntesef El-Leyl “Cinê Nîvê Şevê” temaşe dikir, şewat derket an jî hate derxistin.  Di wê şewatê de zêdetirî 250 zarokî jiyana xwe ji dest da. Li gorî hin çavkaniyan 283 û li gorî hin çavkaniyan jî 298 zarok şewitîn. Di şewatê de can dan.

Şewata Sînemaya Amûdê di dîroka Kurdan de bûyereke ne tenê dilşewat e. Ji ber ku ser gelek aliyên wê hat girtin birîneke nekewiyayî ye. 61 sal di ser şewatê re borî. Hîna trawmaya û êşa wê jan dide. Şewat û bêhna kizîrê ji bîra Amûdiyan neçûye. Hêj wekî  îro di bîra civaka kurdan û gelê Amûdiyê deye.

Rûdana bûyerê girêdayî rejîma Sûriyeyê bû. Sûrî tevî Misrê bûbû Komara Erebî. Ji bo piştgiriya Şoreşa Cezayîrê, filmeke bi navê Cerîmet Nisif el-Leyl (“Cerîmeya nîvê şevê”) ji aliyê dewleta Misrê ve hatibû çêkirin. Rejîmê ew li navçe û bajaran li sînemayan dida nîşandan. Li zarokên dibistanê yên Amûdê jî hat ferzkirin ku biçin sînemayê û li vê filmê temaşe bikin. Li hola sînemayê cihê 200 kesî hebû. Lê 500 zarokên dibistanê tê de hatin bicihkirin. Dema agir bi sînemeyê ket an jî hat xistin, zarok tirsiyan û ji tirsê xwe li deriyan qelibandin. Lê ji ber ku ew derî li ser wan hatibû girtin, 283 -298 zarokan di nava agirê Sînemaya Amûdê de can dan.

Şewata Sînemaya Amûdê di dîroka kurdan de bûyereke reş û giran e. Zarokên Amûdê di nav pêtên agir de şewitîn. Li gorî gelek çavkaniyan dewleta Sûriyeyê ev bûyer pêk aniye. Lê li gorî hin şahidên şewatê jî agir bi xwe ji ber elektrîkê derketiye. Agirê Sînemaya bajarê Amûdê wek semboleke zilm û neheqiya li gelê Rojavayê Kurdistanê hîn jî hildibe.

Hêj nehatiye ronîkirin

Bûyer nehat rohnîkirin û trawmaya bûyerê jî heta roja me ya îro dimîne. Xelk rasterast dewleta Sûriyeyê wek kiryarê bûyera şewatê nîşan dide.  Çima li cihê 200 kesan 500 zarok bi cih kirin?

Qehremanekî wê rojê heye: Mihemedê Seîd Axayê Daqorî. Wî bi destê xwe ji nava şewatê gelek zarok xilas kirine. Di şeva şewata Sînemaya Amûdê de, ji sînemayê bi dehan zarok derxistin. Di dawiyê de stûnek bi ser wî de hat xwarê û di bin de can da. Gava Mihemedê Saîd Axayê Daqorî bi tevahiya hêza xwe, xwe dide xilaskirina zarokan, hin kesan jê re gotin: “Tu li kurê xwe digerî? Kurê te ne li wir e, va ye li wê derê ye.“ Mihemedê Daqorî gotibû: “Ew hemû zarokên min in. Ez ne li pey kurê xwe me!”

Mihemedê Seîd Axayê Daqorî bi wan gotinên xwe di nav dîroka birîna şewata Amûdê de navê xwe weke lehengekî da nivîsandin.

 ‘Armanca komkujiyê gelê Kurd bû’

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Îlyas Seyît di daxuyaniyên borî de wiha gotibû: “Navçeya Amûdê bi berxwedan û tekoşîna xwe tê nasîn.  Çavkaniya rewşenbîrî û ronakbîriyê Amûdê di sala 1960’an de hat hedefgirtin. Armanca komkujiyê qirkina gelê kurd bû.  Gelê kurd li dijî wan plan û komployên dagirkeran bi israr ku wan bi bin bixe.”

Endamê Komîna Sînemayê ya Rojava Sarê Agir jî di daxuyaniyekê de wiha gotibû: “Encama hijmendiya zordar, navendîperest û neteweperestan ev komkujî pêk hat. Em soz didin ku xewnên 283 dilên biçûk ên sînemayê zindî bikin.

Şahidê bûyerê Abdulselam Şahîn jî di daxuyaniyekê de gotibû “Komkujiya sînemayê hejî li ser gelê me didome. Dewletên tirk a dagirker li bajarê Girê Spî zaroka 6 salî Sara Mihemed qetil kir.

Ji bo piştgiriya Cezayirê çûbûn

Yek ji Şahidê bûyerê Reşîdê Fatê yê 73 salî ku dema şewat derket 12 salî bû anî ziman ku wan zarokan tenê ji bo piştgiriyê bide xelqê Cezayîrê bîleta sînemayê kirîn û çûn sînemayê.  Reşîdê Fatê wiha got: “Wê demê ez di pola 5’an de bûm.  Hatin gotin dê ji xelqê Cezayîrê re tişt bên şandin, bileta sînemayê firotin me. Serê biletê 20 wereqe an jî 30 wereqe (qûrûş) bûn. Em hatin sînemayê, axûr jê saxlemtir bû. Ez û bi çend xwendekarên ku 12 salî çûbûn li ser balqona text rûniştibûn. Her kesî bi bêdengiyek mezin li filmê temaşe dikir. Piştre dengê wekî ku teyare nizim difire dengek wisa hat. Me dît pêtên agir ji kuleka odeya ku film li wir hatibû hazirkirin derdiket. Ji nişka ve agir gur bû. Me jî li ser balqonê bang kir. Em ên ku li ser balqonê çûn ber derî, lê me dît derî hatiye kilîtkirin. Qîjawîja wan bû û diqêriyan. Em beziyan deriyê din ê aliyê başur, me dît ku hemû zarok bi ser hev de ketine erdê.  Her kesî dixwest bireve û xwe xilas bike. Deriyek şikest û yên ku derketin li derve ketin erdê. Ez derketim derve bêhna min hinek derket. Hêdî hêdî min nefes rehetî girt û berda. Ez paşê pê hesiyam ku lingê min şewitîne.”

Hin kesên di şewatê de can dan wiha ne:

Celal Hesen Elumrî

Cemîl Mela Ebdilkerîm Mela Ehmed

Derwîş Mecîd Debax

Ebdilezîz Bin Ebdilxelîl (1946)

Ebdilezîz mehmûd Elumrî (1948)

Ebdilîlah Şêxmûs

Ebdilqehar Mehmûd Emumrî (1946)

Ebdilrehman Osman

Ebdilrezaq Bin Ebdilxelîl (1949)

Ebdilrezaq Ibrahîm Kermî

Ebdilselam Mihemed Saleh Elhac Elî Elkermî (1951)

Ebdilsemed Şêx Tewfîq Elhuseynî

Ebdo Ehmed Mihê Silê

Ebdo Hac Umer Tauus

Ebdoi Ehmed Tauus

Ednan Mecîd Ezîz

Ehmed Ebdilhadî

Ehmed Ebdilrehman Axa Deqorî

Ehmed Ferhan

Ehmed Hemo Helqa

Ehmed Mela Newaf (1950)

Ehmed Mihemed Elî Hiso (1948)

Ehmed Mihemed Kermî

Elî Mela Sîrac mela Mihemed (1948)

Elî Şêxmûs Celo

Emîn Selfîc Emîn

Ezîz Mihemed Emîn Reşwanî (1948)

Faris Seîd Hesen

Fehed Şêxmûs (1949)

Fêsel Mustefa Tauus

Fewzî Elî Şêxo

Fuad Dawid Şêxmûs Hefskê

Hewas Emîn Bengo (1953)

Hesen Hac Mihemed

Hisên Ehmed Elkermî

Hisên Hac Mihemed

Hisên Mihemed Kermî

Ibrahîm Ebdilrehman Axa Deqorî

Ibrahîm Emîn Reşwanî (1948)

Ibrahîm Hac Îsa (1949)

Ibrahîm Mela Ebdilkerîm Mela Ehmed

Ibrahîm Mihemed Elî

Ibrahîm Mihemed Yûsiv (1946)

Ibrahîm Silêman Bengo

Ibrahîm Temo Omer (1950)

Ismaîl Şukrî Rezo (1948)

Izedîn Ebdilkerîm

Mecmeldîn Ebdilkerîm Seyid Necim

Mehî Mihemed Emîn Kalo (1946)

Mehmûd Hac Mistefa

Mehmûd Hac Silêman

Mehmûd Hac Xelef (1952)

Mehmûd Ismaîl Remo

Mehmûd Nezîr Axa (1950)

Memdûh Nezîr Axa (1948)

Merûf Silêman Ibrahîm

Mesûm Hac Ezîz (1945)

Mihemed Ebdilcelîl Mela Ibrahîm

Mihemed Elhac Mehmûd

Mihemed Hac Ismaîl Hiso (1946, sinfa 5an)

Mihemed Hac Xelef (1947)

Mihemed Izedîn Elebasî

Mihemed Mesum Xelîl (1950)

Mihemed Reşad Mehmûd Beşar (1948)

Mihemed Saleh Mihemed Yûsiv (1950)

Mihemed Saleh Şêxmûs Mihemed Kurdî

Mihemed Saleh Xelîl (1947)

Mihemed Salih Silêman

Mihemed Seîd Axa Deqorî (1928)

Mihemed Silêman Mercî (1948)

Mihemed Xalid Bin Şêx Ebdilrezaq Elbancî

Mihemed Yasîn Bin Essed Elribat (1951, Şam)

Mihemed yûnis Zeyf

Mihemed Zekî Şêx Musa

Mihyeldîn Zekî Eljac Qasim

Nurî Hac Hisên (1950)

Nurî Mihemed Sebuhe (1947)

Remedan Hesen (1946)

Remedan Mihemed Elî

Saleh Felemez

Saleh Xelef

Sebrî Şukrî Elî

Sîrac Umer Şêxmûs (1946)

Subhî Ehmed Mihemed Remedan (1952)

Subhî Elî Mihemed

Şêxmûs Elhac Têlo

Şêxmûs Ibrahîm Berazî (1946)

Tariq Şerîf Xelîl (1954)

Umer Ebdilhelîm Debax

Umer Elî Mihemed Elo

Umer Sofî Ferec

Xidir Şêxmûs Zeyf

Xorşîd Mela Sîrac (1950, gora tevayî)

Yehya Elhac Mihemed

Zuher Ebdilezîz Ebdilqadir Derwîş

Zuhêr Ehmed Husên (1946)