17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara 485`an a rojnameya Serxwebûn derket

Hejmara 485’an a rojnameya Serxwebûnê derket. Di vê hejmarê de mijarên; bûyerên siyasî yên dawî li herêmê û cîhanê, Meha Gulanê ku ji bo têkoşîna azadiyê ya kurd xwedî wateyeke mezin e, kronolojiya neteweperestiya kevneperest ku hevkariyê ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk re dike, polîtîkayên dijmin ên li ser zindanê û mijarên çand û ciwanan hatin nirxandin.

Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di hejmara meha Gulanê ya Rojnameya Serxwebûnê de, bûyerên siyasî yên li cîhanê û herêmê dinirxîne. Mûstafa Karasû diyar dike ku ji bo fêmkirina polîtîkaya dewleta tirk a li hemberî kurdan, divê berê xwe bidin Îmraliyê û wiha dibêje: “Heta ku polîtîkayê dewleta tirk li hemberî Îmraliyê neyê fêmkirin, siyaseta dewleta tirk a li ser kurdan nayê fêmkirin. Ji bo fêmkirina dijmin û meşandina têkoşîneke rast ev yek pêwîst e. Çawa ku di dîrokê de li dijî kurdan şerekî taybet hate meşandin, niha jî li ser Rêber Apo şerê taybet tê meşandin. Şerê taybet ê li dijî Tevgera Azadiya Kurd jî berdewame û parçeyek ji şerê taybet ê li Îmraliyê ye.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Şehîdên Gulanê rêya me ronî dike” de, diyar kir ku di 46’emîn salvegera meha şehîdên Gulanê de, bi pêşengiya berxwedana li Îmraliyê û bi bingeha berxwedana ruhê qehremaniya Zap û Avaşînê xwe zêdetir nêzî rastiya şehîdan dibinin û got: “Bi vî awayî em roja Şehîdan a nû û meha şehîdan bi serbilindî û fedakariya li ser xeta şehîdan dijîn.”

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Rûken Garzan jî di gotara xwe de ya bi sernavê “Bi ruhê serketinê yê şehîdên me dema avakirina jiyana azad e” ev tespît kir: “Her roj, her kêliya PKK’ê bi bîranîna şehîdên me dibe xwedî wate.”

Giştînameya Komîteya Rêveber a PKK’ê ya bi sernavê “Em li ser xeta şehîdan şer bikin, dijmin li Zap û Avaşînê binax bikin” di hejmara Gulanê ya rojnameyê de hate weşandin.

Endama Koordînasyona KJK’ê Pîroz Nûda di nivîsa xwe ya bi sernavê “Berxwedana Gerîla ya li Zapê planên artêşa Tirk têk bir” de wiha got: “Eger hevkariya PDK’ê ya ku gihiştiye xiyanetê nebûya, dewleta Tirk ne pêkan bû bi vî rengî bêhiş berê xwe bida Herêmên Parastinê yên Medyayê. Lê belê di vê qonaxa têkoşîna me de, aliyên ku li kêleka wî disekinin û li hember destketiyên gelê Kurd şer dikin ew ê neyên efûkirin. Di vî warî de helwesta gelê me ya li hember xiyaneta PDK’ê pir watedare. Wê helwesta gel PDK’ê ji vê pozîsyonê derîne.”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok di gotara xwe ya bi sernavê “Dijminatiya li dijî Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê, dijminatiya cîhanê û mirovahiyê ye” de mijarê bi berfirehî dinirxîne.