Serokê Tûnisê Qeys Seîd bi biryarnameyekê 57 dadger bi tewanbariya gendeliyê, destwerdana dosyayên tewanbarên karên terorê û astengkirina dadweriyê ji kar dûr xistin. Ev pêngav jî deriyeke nû yê nankokiyên di navbera Seîd û dadweriyê de vedike.
Di lîsteya navan de gelek kesayetên di warê dadgeriyê de bi nav û deng jî hene wekî Beşîr EL Ekremî ku wekîlê serokatiya komarê bû û di heman demê de rêveberê tevgera El Nehda bû û gelek navên din jî hene. Ew dadger jî yek ji kesên ku bi tewana veşartina delîlan û astengkirina biencamkirina hin dosyayên ku bi tewana terorê dihatin dadgehkirin.
Di biryarnameyê de îşaret bi wê yekê tê kirin ku van dadgeran gelek dosyayên gendelî û karên terorê veşartine û dadgehkirina wan asteng kirine. Li gorî agahiyên di wê biryarnameyê de hatine bicih kirin hejmara van dosyayên ku behsa wan tê kirin 6268 dosya ne.