21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 40 hezar û 689 kesan

Serokê AFAD’ê Yûnûs Sezer da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 40 hezar û 689 kesan.

Serokê AFAD’ê Yûnûs Sezer bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 40 hezar û 689 kesan. Sezer, diyar kir ku ji bilî Mereş û Hatayê, xebatên lêgerînê yên li bajarên din bi dawî bûne û ev agahî parve kir: “Bi ser 430 hezar tehliyeyan ji hêla me ve hatin kirin. Em niha jî 313 hezar û 723 kesan li mêvanxaneyên cemaweriyê û hotêlan dihewînin.”

Her wiha Sezer, destnîşan kir ku xebatên tespîtkirina xesaran berdewam in û axaftina wiha bi dawî kir: “Heta niha ji sedî 50 xebatên tespîtkirina xesaran hatine kirin.”