spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ʹAloziyeke exlaqî ya navneteweyî û herêmî heyeʹ

Welatiyên Hesekê di demekê de ku herî zêde hewcedarî bi alîkariyê û piştgiriyê heye, girtina deriyên sînor ên Til Koçer û Sêmalkayê şermezar kir û wek kiryarekî dûrî exlaqê bi nav kir

Di demekê de divê deriyên sînor ên bi Sûriyeyê re werin vekirin û alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê  werin şandin, hêzên navneteweyî û herêmî, girtina deriyên sînor ên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re didomînin.

Deriyê Til Koçerê ji sala 2020ʹan ve bi vetoya Rûsya û Çînê ya li Konseya Ewlekariyê ya NY`yê, girtî ye. Li aliyê din deriyê Bab El Hewa yê li Idlibê yê di bin serweriya dewleta tirk û çeteyên Cebhet El Nûsra de vekirî ye.

Tevî biryara Amerîkayê ya sivikkirina cezayan li ser Sûriyeyê ji bo 180 rojan, rewş nehatiye guhertin û piştî erdhejê jî ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike.

Endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Mihemed Beşîr got: “Di van rewşên zehmet de divê astengî werin derbaskirin, nakokiyên siyasî werin rakirin û deriyên sînor li pêşiya alîkariyên mirovî ji bo herêmên wêrankirî werin vekirin.”

Beşîr îşaret pê kir ku ji ber zextên dewleta Tirk a dagirker PDK nahêle alîkarî di deriyê Sêmalkayê re derbas bibin û got, ji ber ku ev alî statûya siyasî ya Rêveberiya Xweser nas nakin û rola wê paşguh dikin.

Nivîskar û derhênerê şanoyê Deham Setam diyar kir ku mijara mirov ne armancên pêşîn ên dewletan e, lê aliyê siyasî girîngtir e û got: ” Aloziyeke exlaqî ya navneteweyî û herêmî heye.”