3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK’ê roja cîhanî ya Zimanê Dayikê pîroz kir

Komîsyona Ziman, Çand û Perwedeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 21’ê Sibatê roja ‘Zimanê Dayikê’ peyamek weşand û tê de destnîşan kir ku zimanê Kurdî û zimanên din yên pêkhateyên Kurdistanê di bin metirsiyek mezin de ne

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK’ê bi boneya roja cîhanî ya zimanê dayikê peyamek weşand. Di peyama KNK’ê de hate gotin; “Li her du parên dinê welat, ji bilî ku Kurdî di xwendingehan de nayê xwendin, ji gelek aliyan, bi rêya mezhebî – dînî û regez – nijadperestiya sîstemê desthelatdariya dewletên dagirkeran ve, zimanê Kurdî û zimanên din yên pêkhateyên Kurdistanê di bin metirsiyek mezin de ne.”

Komîsyona Ziman, Çand û Perwedeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 21’ê Sibatê roja ‘Zimanê Dayikê’ peyamek weşand.

Di peyama KNK’ê de hate gotin; “Neteweyên Cîhanê her yek bi şewazên xwe, 21’ê Sibatê roja Zimanê dayikê pîroz dikin. Eger ji bo piraniya van neteweyan ev roj tenê helkefta ziman be, ji bo me Kurdan û neteweyên din ên Kurdistanî, wate û ramaneke wê ya berfirehtir, kûrtir û girîngtir heye. Di proseya çend saliya dagirkeriyê û zalbûna zimanê neteweyên serdest li ser zimanê Kurdî û zimanên din ên Kurdistanê de ji aliyekî û qedexekirin û hewldanên plankirî yên wan dewletan ji bo kirêtkirin û sivikkirina zimanê Kurdî ye, ji aliyekî din, ew jî bi armanca jinavbirin û bijavtina zimanê Kurdî ye. Zimanê dayikî ji bo me wek stûnek bingehîn û şengesteya çarenivîsê û faktoreke bi bandor a girêdayî hebûna Kurdan wek netewe tê dîtin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Mixabin ev demeke dirêje zimanê Kurdî dibin metirsiya lawazbûn û windabûnê de ye. Ev metirsî bi taybetî li bakur û rojhilatê welêt tê hest kirin. Sedemên ku di zêdetir di bin vê fişar û tirsê de xala lawaz a bikarneanîna zimanê dayikê ye di axaftina rojane ya di nava kesên malbatan û civakê bi giştî de ye. Ji hemiyê jî giringtir ew e ku zimanê dayikê nebûye zimanê sereke di prosesa perwerde û fêrkirinê de. Her çende di dirêjahiya dîrokê de, ziman ji bo me Kurdan bûye çeperê berxwedan û parastinê û her tim jî pêwîstî bi xurtkirin û bi hêzkirina vê çemberê hebûye. Pêşxistina hebûn û vejîna Kurdan wek netewe bi resenayetiya xwe, her çiqasî di hundir kesayeta Kurd bi giştî de bi cih bibe hê kême.

Ziman ji bo her neteweyekê hêz û sitûna mana wê ye. Xafilbûn ji pirsgirêkên ziman û guhnedana êş û azarên ziman û berxwenedan li hember êrîşên ser zimanê dayikê, wî demî ew ziman ber bi rêya tinebûnê re diçe.

Li Başûrê Kurdistanê parlament, hikûmet û saziyên fermî hene û di destûra dewleta federal a Îraqê de jî zimanê Kurdî hatiye qebûlkirin. Lê ji sedema nebûna siyasetên stratejîkên ziman û pilanên zanistî yên li ser ziman, rewşa zimanê Kurdî aloz û şipirzeye û li hember komek astengiyan de ye. Loma pêwîste, hikûmeta herêma Kurdistanê van astengiyan bi lezgînî çareser bike û ji holê rake, bi cidî kar ji bo bi rêkxistin û bi sazîkirinê di kenal û platformên ziman û perwerdeyê de bike.

Li rojavayê Kurdistanê tevî ku di rewşeke hestiyar de ye, di bin metirsiya dagirkarî, şer û berxwedanê de ye, di vî warî de di nava şert û mercên ne asayî de îradeyeke xurt heye. Rêveberiya xweser di saziyên xwe yên perwerde û fêrkirinê de proseya xwendina bi zimanê Kurdî û suryanî ava kiriye û tê peyrew kirin.

Li her du parên dinê welat, ji bilî ku Kurdî di xwendingehan de nayê xwendin, ji gelek aliyan, bi rêya mezhebî – dînî û regez – nijadperestiya sîstemê desthelatdariya dewletên dagirkeran ve, zimanê Kurdî û zimanên din yên pêkhateyên Kurdistanê di bin metirsiyek mezin de ne. Bi taybetî jî zarav û zaravokên ‘Hawramî, maço, Zazakî, kurmanckî, kelhurî û yên din, her wiha Asûrî, Suryanî, Kildanî û Ermenî’ di bin heman rewşa xerab de ne. Her wiha hîn ji wan zaraveyên Kurdî li başûr û rojava jî rûbirûyê van metirsiyan dibin.”

Pir zaraveyî di zimanê Kurdî de, nîşan û hêza dewlemendiya wî ye. Pir zimanî (yên resen) di nava civaka Kurdistanê de nîşaneya pir rengî, pêkvejiyan û şarîstaniyeta serdem e. Ji ber vê yekê jî divê zimanê Kurdî bi hemû zaraveyên xwe ve, di heman ast û giringî pêdanê de û li cihê erdnîgariya axêverên xwe bêne parastin û li gor derfet û şiyanan di proseya fêrkirin, perwerde û xwendinê de bi awayekî fermi bêne pêşxistin.

Helbet, beşê diaspora jî ku hejmareke zêde ya Kurdan li derveyî welat dijîn. Ji mêj were bi çand û zimanên wan gel û welatan re têkhel bûne, yan jî du zimanên dayikê di kesayeta xwe de afrandine. Giringe ku zimanê şîrînê Kurdî pêş ve biçe, bimîne zînde û ji nemanê bête parastin.

Di vê derbarê de, ji bilî pîrozkirinê, girînge ev roj bibe derfeta kar û xebat û tekoşîneka hê zêdetir ji bo ku bala civaka navdewletî û rêxistinên pispor di warê ziman û çandê de bikişîne ser gef û fişarên dagirkerên li Kurdistanê yên li ser zimanê Kurdî û zimanên din yên pêkhateyên Kurdistanî.

Ziman  nasname û hebûna me ye

Em li Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK ê serbarê destxweşiyê ji hemû hewlên rêxistin û kesanên ku xizmeta zimanê Kurdî dikin. Bi taybetî yên ku zimanê Kurdî xistine nava amûrên wergera dijîtal, ragihandinên global û teknelojiyayê de. Em wan bi destkeftên herî mezin dinirxînin û helkefta 21’ê Sibatê roja zimanê dayikê ya Cîhanî ji xwe re wek derfetek dibînin û daxwaza hemû saziyên ziman, çand, perwerde, mediya û çapemeniyan dikin ku li dijî hemû hêrîş, gef û metirsiyên li ser zimanê Kurdî rawestin. Di heman dem de, li hember planên dagirkeran bê deng nemînin.

Her wiha pêwîste desthilatdarên Kurd jî li ser metirsiyên nebûna siyaset û plansaziya zimanî bêne hişyar kirin. Ji bo me ziman ne tenê navgîna peywendiya di navbera kesan de ye, belku nasname û hebûna me ye jî. Parastina ziman erka me ye, werin bi hev re xizmetê jê re bikin û bighînin astên herî bilind.”