spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hikumeta Şamê nahêle alîkarî bighêjin Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Welat Mamo diyar kir ku Firqeya  4ʹan a hikumeta Şamê nahêle alîkariyên mirovî bighêjin her du taxan û ambargoya giran didomînin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10ʹê Sibatê konvoyek ku ji alîkariyên mirovî pêk tê şandinê taxên Helebê yên ku ji ber erdhejê wêran bûne. Alîkarî di deriyê Tayihe yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de hatin şandin. Lê hikumeta Şamê heta niha nahêle ev alîkarî derbasî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin, her wiha ambargoya giran a li ser her du taxan didomîne.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Welat Mamo got, hikumeta Şamê her tim bi nêrîneke siyasî û ewlehî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dinêre û hemû mijarên xizmetguzarî yên girêdayî her du taxan bi siyasetê ve girê dide.

Welat Mamo got: “Berî û piştî erdhejê jî Firqeya 4ʹan destwerdanê li hemû mijarên jiyanî yên şêniyên her du taxan dike û li ser çi tiştên ku derbasî her du taxan dibin bace ferz dike. Her wiha ambargoyeke giran ferz kiriye û nahêle tiştek derbasî van taxan bibe.”

Mamo destnîşan kir ku Firqeya 4ʹan û dewleta Tirk a dagirker zihniyeta xwe neguhertine û wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker bi balafiran herêmên Rêveberiya Xweser bombebaran dike û Firqeya 4ʹan heta vê kêliyê jî ambargo li ser her du taxan ferz kiriye. Car caran ji ber armancên siyasî dihêle ku rêxistin bi rengekî qismî derbas bibe. Rast e rêxistinek derbasî taxa Şêxmeqsûdê bû, lê derbasbûna wê ji bo wênekişandin û propagendayan bû. Rêxistina ku derbas bû tiştek pêşkêşî mexdûran nekir. Helwesta hikumeta Şamê ne mirovî ye, lê belê siyasî ye.”

Mamo anî ziman ku  Rêveberiya Xweser ragihand ku amade ye alîkariya bide hemû herêmên Sûriyeyê yên ji ber erdhejê zirar dîtine, lê hikumeta Şamê heta niha rê nade ku alîkarî derbasî her du taxan bibe. Hevserokê Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga rakirina ambargoya li ser her du taxan kir.