6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encû: Rûmeta desthilatê di bin kavilan de ma

Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encû diyar kir ku gel ji roja pêşîn ve ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûye û got: "Me ji bertek û hêrsa gel fêm kir ku dewlet û desthilat di bin wan kavilan de man."

Gel ji bo birînên mexdûrên erdhejên Mereşê bicebirîne ji heft saliyan heta heftê saliyan sefer bû. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê jî, di roja ewil a erdhejê de Navenda Koordînasyona Krîzê ya Herêma Marmarayê ava kir û ket nava hewldanan. Di çarçoveya xebatan de tevî 250 dilxwazan 50 TIR alîkarî hat şandin û ji bo 150 malbatên ku koçî Stenbolê kirin jî cihê mayinê hat peydekirin.

Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encû rewşa piştevaniya ji bo erdhejê ji nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Esra Solîn Dalê re nirxand.

Piştevanî bi rêxistinbûnê çû serî

Encû diyar kir ku ji kêliya ku erdhej çêbûye Navenda Giştî ya HDP’ê pêşî komîsyonên rêxistinbûnê ava kiriye û paşê ew veguherandiye koordînasyonên krîza erdhejê û got ku ew bi van koordînasyonan re tevgeriyane. Encû destnîşan kir ku di vê karesata mezin de bi xebatan piştevaniyeke mezin bi rêxistin kirine.

Encû bilêv kir ku berpirsê vê rewşa derketiye holê desthilat e û got ku wan ji hêrs û berteka gel fêm kiriye ku dewlet û desthilat di bin kavilan de mane.

Ji Stenbolê 250 tir şandine

Encû der barê xebatên koordînasyona krîzê de jî ev tişt ragihandin: “Roja pêşîn me lîsteya pêdiviyên bingehîn amade kir. Pêşiyê me lîsteya kon, zexîre, betanî, av, mont, pêlav û sobeyan çêkir. Paşê me ev lîste bi raya giştî re parve kir. Gelê me jî di dest de çi hebû anî avahiyên navçeyê. Tevî hemû astengiyan jî me ji Herêma Marmarayê 50 TIR alîkarî û 250 hevalên dilxwaz şandin Dîlok, Semsûr, Hatay û Mereşê. Me li Stenbolê koordînasyoneke mezin çêkir û ji bo pêdiviyên gelê xwe seferberiyek da destpêkirin.

Her wiha me serdana 150 malbatên ji herêma erdhejê hatin Stenbolê, kir. Ji xeynî cihê mayinê me pêdiviyên wan peyde kirin.” Encû destnîşan kir ku dê alîkarî û piştevaniya wan bidome.

Ji bo konan atolye çêkirin

Encû ragihand ne dewlet ne jî desthilatê pirsgirêka konan çareser nekiriye û got ku ji ber vê wan atolyeya çêkirina konan ava kiriye. Encû wiha domand: “Ji bo peydekirina pêdiviyên gelê li herêma erdhejê, me ji bo demeke kurt atolyeyek ava kir û em niha li wê atolyeyê konan çêdikin. Gelek sîparîş hatin dayîn û ew sîparîş tên.”

Dewlet û sazıyên wê di bin de man

Encû destnîşan kir ku dewlet tevî hemû saziyên xwe bi bin ketiye û got: “Ger ne ji saziyên sivîl û piştevaniyê bûna em ê bi karesateke hîn mezintir re rû bi rû bimana. Saziyên dewletê piştî roja pêncan çûn hin herêman û hê jî neçûne hin deveran. Lewma ji bo jiholêrakirina vê mexdûriyetê gel piştevaniyeke mezin bi rêxistin kir û ji bo cebirandina birînan û peydekirina pêdiviyan têkoşiya.”

Feraseta qeyûmê zirar da aştiya ciovakî

Encû tayinkirina qeyûmê ya ji bo Navenda Koordînasyona Krîzê ya li Bazarcixa Mereşê jî bi bîr xist û got ku careke din bi tayinkirina qeyûm zirar dan aştiya civakî.

Encû kampanyaya ku di weşana zindî de hatiye kirin jî bibîr xist û got: “Madem ev qas pereyên we hebûn, çima we ew nexistin dewreyê û pêlazimiyên gel peyde nekirin? Desthilat bi awayekî populîst xwe da ber bazarê. Bi lsîtikên wiha di ekranên televîzyonan de mirov kom kirin. Lê dê nikaribe wê îtibara xwe ya di bin kavilan de xilas bike.”