6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gel li dijî rewşa xirab a jiyanê li qadane

Hemwextê çalakiyên serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ ku 5 meh li pey xwe hiştin û berdewame, li gelek navendên cuda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî welatî û karmend li dijî rewşa xirab a jiyanê daketin qadan

Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ ku zêdetirî 5 mehin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi çalakiyên cûda dewam dikin, vêcarê welatî û karmend li dijî nebûna xizmetguzarî û rewşa xirab a jiyanê daketin qadan.

Divê çarçoveyê de duh li bajarê Kirmaşan, Ehwaz, Şuş û Şuşter xanenişînên çavdêriya civakî li dijî rewşa xirab a jiyanê û xemsariya berpirsan a li beramberî xwestekên wan xwepêşandanek lidarxistin.

Li Tehranê jî xwediyên simunxaneyan çalakiyek nerazîbûnê li dijî nebûna alîkariyên hikûmetê ya ji bo peydakirina kelûpelên pêwîst lidarxistin.

Li bajarê Yasucîş karkerên şaredariyê li dijî derengketina muçe li ber avahiya walîtiya bajêr xwepêşandan lidarxistin.

Her wiha li bajarê Tebrizê jî mamosta û karmendên perwerdê li dijî kêmkirina muçe nerazîbûn nîşandan.

Li bajarê Yezdîş li beramberî bicihneanîna daxwaz û rewşa xirab a jiyanê karkerên tekstîlê dest bi grevê kirin.