spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel di ferqa her tiştî de ye

Her çiqas qeyûmê  dest dabe ser piştgiriya dilxwazên HDP’î pêk dianîn û bi AFAD’ê girê dabin jî, li bajarokê Narliyê hemû mexdûrên erdhejê di ferqê de ne ku serê pêşîn HDP’ê destê piştgiriyê dirêjî wan kiriye.

Di erdhejên ku navenda wê Mereşê çêbûn de heta niha 40 hezaran zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest da û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Li Mereşa ku hêj alîkarî baş negihiştiye gund û bajarokan, gel bi piştgiriya ji rêxistinên sivîl ên civakî, partiyên siyasî, sendîka û ji dilxwazan tê birînên xwe derman dike. Her çiqas ji piştgiriya ji aliyê dilxwazan ve dihate kirin re qeyûm hatibe tayîn kirin û girêdayî AFAD’ê hatibe kirin jî mexdûrên erdhejê di ferqê de ne ku alîkarî ji ku tên. Mexdûrên erdhejê yên li bajaroka Narliyê ku di erdhejê de 21 kesan lê jiyana xwe ji dest da bi zanebûna ku tora piştevaniyê ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku weke HADEP penase dikin û saziyên sivîl ên civakî ve tê honandin, birînên xwe derman dikin.

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Dilgeş Rûvanas ji Narliya Mereşê rewşa mexdûrên erdhejê radigihîne. Li Narliya ku 15 hezaran zêdetir nifûsa wê heye gel piştî erdhejê nikare bikeve xaniyên xwe û li konên ku ji aliyê koordinasyona Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û AFAD’ê ve hatine danîn dijîn. HDP bi tora piştevaniyê ya honandî alîkariyan digihîne mexdûrên erdhejê.

 ‘Alîkariya pêşîn ji HADEP’ê hat’

Gelê li Narli û gundên wê diyar kir ku alîkariya pêşîn ji Enqereyê ji aliyê HDP’a ku weke HADEP penase dikin ve hatiye şandin û anîn ziman ku alîkariya qeymeqamtiyê piştî 4 rojan hatiye.

Ji  romarka traktorê kon

Li bajarokê pileya germê ketiye bin sifirê, sobeyên ku dilxwaz û welatî ji bo germ bibin vêdixin li ser bajêr mijê çêdikin. Tevî ku di ser erdhejê re 14 roj derbas bûne jî, yek ji detayên balkêş ên li bajêr ew e ku welatî tevî hewayê sar jî di romorka traktorê ku bi brandayan girtiye de dimînin.  Gelek welatî jî neçar in di wesayîtên xwe de razên.

Leşker jî di dora xwarinê de ne

Li dijî sarmaya bi qulibîna rojê re dest pê dike gel agir pê dixe û dibe dema xwarinê. Aşpêjên ku ji aliyê Şaredariya Silopiyayê ya HDP’î ya gihişte bajêr ve hatine şandin ji bo sibê amadekariyan dikin. Li aliyê din di nava rojê de xwarin û komanya ji aliyê dilxwazan ve tên bêlavkirin û balkêşe ku di dora xwarinê de leşker jî hene.

Sohbet jî kêm nabin

Dema agir pêdikeve, li ber agir sohbetên çayê dest pê dikin. Welatî di saetên êvarî de ji bo xwe ji sarmayê biparêzin hewl didin xwe li ber agir germ bikin. Dîsa welatiyên li ber agir têkildarî mijarên zayendiya civakî û gelek mijarên din de nîqaşan dikin.