27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hemedo girêdin

Hesen Hemkê

Li gundekî binê beriyê rojnîvro malbata bavê Hemedo li ser sifra firavînê rûniştibûn. Bav, dê û 4 zarokên wan li ser sifra firavînê li hêwana malê rûniştibûn û xwarina nîvro dixwarin. Ji nişkan ve kera wan serê xwe di deriyê hêwanê yê vekirî re derxist û dikir ku derbasî, hundir bibe. Bavê Hemedo got kuro Hemedo rabe nehêle ker were hundir, bibe girê bide.

  • Hemedo bi rabûna xwe re tasa ava di destê xwe de bi ser xwarinê de rijand, pêl sênîka xwarina birayê xwe kir û pê re dema lingê xwe hilda lingê wî li serê bavê wî ket. Bavê Hemedo kir hewar û ji zarokên xwe re got: Dest ji kerê berdin, yek ji we rabe Hemedo girê bide. Îca bi rastî jî hin caran dema mirovek dixwaze di mijarekê de alîkariya te bike, mijarê bêtir tevlihev û aloztir dike. Lewre divê mirov bi xwe li çareya serê xwe bigere û karê xwe nespêre hinekên din.
Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê