spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şukriye Biradost: Bîden neçare ku bersiva Îranê bide

Şukriye Biradost der barê gengeşiya ku di navbera Îran û Amerîkayê de heye wiha got: “Heta şerê Xezayê bi dawî nebe ne pêkan e ku Amerîka şereke din dest pê bike. Îran jî bixwe vê rastiyê dizane. Lê li aliyek jî Bîden neçar e ku bersiva êrîşa Îranê bide.”

Di 28`ê çileyê de CENTCOM`ê ragihandibû ku li dijî baregehekê li ser sînorên Urdin û Sûriyeyê ku leşkerên amerîkî lê ne, êrîşa bi balafira bêmirov pêk hatiye. Di encamê de 3 leşkerên amerîkî jiyana xwe ji dest dane û gelek ji wan jî birîndar bûne.

Piştî êrîşê Washingtonê komên alîgirên Îranê bi pêkanîna êrîşê tawanbar kirin û got dê bersiva vê êrîşê bi tundî bê dayîn. Lê Tehranê jî diyar kir ku tu eleqeya wan bi êrîşa ku pêk hatiye re nîne. Piştî ragihandina Îranê Hizbûlahê got ku wan êrîş pêk aniye û talimat ji Îranê negirtiye. Gengeşiya ku di navbera Îran û Amerîkayê de destpêkiriye hê didome.

Em der barê polîtîkayên ku Îran ji 1979’an vir ve dimeşîne, piştgiriya wan ya komên şîa, pirsgirêkên ku bi Amerîka re dijîn û dê encamên ku van pirsgirêkan bi xwe re bîne bi pispora ewlekariya navdewletî û analîsta siyaseta derva ya Zanîngeha Virginia Tech’ê Şukriye Biradost re axivîn.

Di destpekê de dikarî hinek behsa rewşa siyasî ya Îranê hem ya navxweyî hem jî ya bi dewletên din re bikî?

Siyaseta ku komara îslamî ya Îranê ji 1979’an heta niha dimeşîne hewl dide ew hişmendiya şîa ya ku dipejirîne li hemû Rojhilata Navîn bike hêza yekemîn. Ji bo pêkanîna vê xeyala xwe gelek rêyan bikaranîn lê ji ber ku gelên Rojhilata Navîn ne şîa ne sûnî ne û her wiha dewletên ereb jî ji ber neteweya xwe desthilatiya farsan qebûl nekirin û nakin.

Îran ji bo hişmendiya xwe belav bike li nav dewletên heremî ku bi şerê navxweyî re rû bi rû mane yên wek Yemen, Iraq, Sûriye, Lûbnan hêzên çekdar fînanse dike. Piştî sala 1979’an cara yekemîn bi van şerên navxweyî ji bo belavkirina hişmendiya xwe derfet bi dest xist. Ji bo vê yekê ye ku li welatên ku me got ew hêzên çekdar fînanse dike û hewl dide ku bi hişmendiya wan dewletên îslamî ên ku Îranê wek navend bibînin bên avakirin. Ji ber vê yekê ye ku tim mîlîsên şîa ji aliyê leşkerî û madî ve fînase dike û piştgirî dide wan.  Em zanin ku ev alîkarî ji bo Haşdî Şabî kêmtir e. Ji ber ku li Iraqê cihek gelek fireh di destê Haşdî Şabî de ye. Haşdî Şabî ne tenê li Îraqê li deverên din jî alîkarî dide hêzên girêdayî Îranê. Ji ber vê yekê cihê Haşdî Şabî cuda ye.

Îran ji aliyê siyasî ve ji bo ev hê di nav dewletên ku lê ne de bibin desthilatdar wan fînanse dike. Ji aliyê îdeolojiyê ve jî ji bo ku hişmendiya şîa belav bike alîkarî dide van hêzan.

Di navxweyî de dewleta Îranê di nav vî 45 salî de nikaribiye berjewendiya neteweya Îranê biparêze. Îran ji aliyê aborî ve ji aliyê çandî û siyasî ve paş ketiye û meşrûiyata xwe ya di nav gel de wenda kiriye.  Heke dewletek peywendiya di navbera xwe û civakê ve wenda kiribe ew dewlet nabe dewleta gel. Ji ber vêkê gel dixwaze guhertin di nav dewletê de pêk were. Dewleta Îranê li dijî vê daxwazê zêdetir hêza xwe ya leşkerî bi kar tînê. Her wiha rêjeya darvekirinan her ku diçe zêdetir bide. Jixwe di nav civakê de zordariya li ser gel pir zêde ye.

Wek tê zanîn ev çend roj e êrîşa ku li dijî hêzên Amerîkayê pêk hatiye û di encamê de 3 leşkerên amerîkî jiyana xwe ji dest dane di rojêvê de ye. Li gor nêrîn û tecrûbeyên te Rejîma Îranê li dijî Amerîkayê vê êrîşê pêk aniye an na? Heke êrîş ji aliyê Îranê ve hatibe kirin gelo armanc çiye?

Heke Amerîka bixwaze bersiva ew leşkerên wan ên ku li Urdinê hatin kuştin bide Îran nikare tu bertekek jî nîşan bide. Ji ber ku gel jî ne alîgirê hikûmetê ye û di gengeşiyek wiha de dê piştgirî nede dewletê. Ev ne şerê navbera Îran û Iraqê ye ku gel rabe piştgirî bide hikûmetê. Wê demê ji bo parçeyek welat nekeve destê Iraqê gel piştgirî dida hikûmeta Îranê lê niha tiştek wiha nîne. Amerîka tevî ku zane dê civak piştgirî nede hikûmeta Îranê jî hikûmeta Bîden niha naxwaze li Rojhilata Navîn şerekî dest pê bike. Ji ber vê yekê egera êrîşeke Amerîka niha ne zêde pêkan e. Bi taybet jî ji ber ku niha şerê li Xezayê heye û zexteke cihanî li ser Amerîka heye da ku ev şerê heye rawestîne. Heta şerê Xezayê bi dawî nebe ne pêkan e ku Amerîka şereke din destpêbike. Îran jî bixwe vê rastiyê dizane. Lê di aliyek de jî Bîden neçar e ku bersiva êrîşa Îranê bide. Lê ez bawerim dê ev bersiv di nav Behra Sor de bê dayîn.  Ango dibe ku Amerîka êrîşên sîberî li ser saziyên Îranê ên navxweyî bike.

Heke Amerîka heta niha êrîş nekiribe ev tê wê wateyê ku pêşî dixwaze agirbesteke di navbera şerê Hamas û Îsraîlê de bide avakirin û ji bo êrîşê derfetek bide avakirin.

Amerîka tevî ku Îranê êrîşa ku pêk hatiye negirt serxwe jî got dê bersiva wan giran be. Dê piştî êrîşa ku pêk hat Amerîka bersiveke çawa bide Îranê?

Hem Bîden hem Wezirê Bergiriyê Amerîka Lloyd James Austin ji êrîşa ku pê hatiye Îranê berpirsiyar dibînin. Lê Hîzbûlah berpirsiyariya vê êrîşê girt ser xwe û got ku tu eleqeya Îranê bi vê êrîşê re nîne. Bi vê daxuyaniya xwe dixwazin Îranê ji Amerîkayê biparêzin.  Ev jî nîşan dide ku zextên Îranê li ser van mîlîsan heye ku divê êrîşên xwe rawestînin. Ji ber ku Îran ji êrîşeke mezin a Bîden ditirse. Lê em zanin ku hêza îslamî ya ku girêdayê Îranê ye ne tenê Hîzbûlah e. 5 grûbên cuda yên şîa ku girêdayê Îranê ne hene. Ji ber vê yekê her çiqas Hizbûlahê gotibe em êdî êrîşa pêk naynin jî ew 4 grûben din dikarin li ser navê Îranê êrîşên li dijî Amerîkayê bidomînin. Ji ber vê îxtîmalê daxuyaniya Hîzbûlahê ji aliyê Amerîkayê ve cidî nehat dîtin.

Ev rewşa di navbera Amerîka û Îranê de dê bandoreke çawa li ser Rojhilata Navîn bike?

Obama bi polîtîkayên ku dimeşand dixwest ji Rojhilata Navîn derbikeve. Ji bo Îran karibe bibe hêzeke heremî û pistgirî bide grûbên şîa derfetan ava kir. Bi ew derfetên ku hatin avakirin re Îranê karibû zêdetir piştgirî bide ew hêzên şîa. Bi vê yekê re bi taybet jî piştî Bihara Ereban êdî tekiliyên dewletên ereb wek berê bi Amerîkayê re baş neman û van dewletan zêdetir bi Çin û Rûsyayê re tekilî danîn. Me bandora van dewletan bi taybet di şerê Ukrayna de dît ku çawa li ser bihayên neftê yên cihanê bandor kirin. Ji ber vê yekê Bîden neçar ma ku bi Siûdî re tevbigere. Bi hêzbûna Rûsya û Çînê ya li Rojhilata Navîn encamên polîtîkayên Obama bûn.

Siyaseta ku niha Bîden dimeşîne berdewama polîtîkayên Obama yên ku li Rojhilata Navîn dabû destpêkirin e. Yanî heke ku îro Bîden nikaribe raste rast bersiva êrîşên Îranê bide ev encama polîtîkayên ku Obama daye destpêkirin e.

Ew hêzên şîa yên ku Îranê div ê pêvajoyê de bi xurt kir niha ji bo Îranê bûne destkeftiyên mezin. Lê ev ne ew destkeftîne ku xizmeta Îranê ji aliyê siyasî, aborî û civakî de pêş bikeve. Tenê dikare li heremê bibe sedema şer û hêza dewletan qels bike. Îran naxwaze ku Rojhilata Navîn aram be. Aramiya Rojhilata Navîn tê wateya qelsbûna Îranê û bi rêya aboriyê xurtbûna Siûdî, Katar û Urdûnê. Ji ber vê yekê Îran bi awayeke serkeftî kaosa di Rojhilata Navîn de tim bi rêya komên şîa pêş dixe.

Mijarek din a ku Rojhilata Navîn niha tevlihe dike şerê Xezayê ye. Erebistan dixwaze dewleta Filîstîn ji aliyê Mahmûd Abbas ve were rêvebirin. Katar dixwaze Îxwanî Mislimîn were desthilatiyê. Her dewletek li heremî der barê Xezayê de xwedî xeyalên cuda ne. Lê egera têkçûna Hamasê ku ji aliyê Îranê ve dihatin finanse kirin û di destpêka şer de xwestin Îran piştgiriya wan bike lê vê daxwaza wan hat redkirin, dê bandora Îranê ya li ser komên şîa yên din lawaz bike. Ji ber ku heke Hamas têk biçe dê grûbên din ên şîa bibêjin ku Îrana nikaribû Hamasê biparêze nikare me jî biparêze. Ji ber vê yekê dibe ku Amerîka têkçûna Hamasê wek derfet jî bi kar bîne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê