22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’

Jinên ku di mitînga Partiya Çepên Kesk a li Kadikoy a Stenbolê de hatin bahev bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan û wiha gotin: “Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, kes azad nabe.”

Partiya Çepên Kesk di 7’ê Gulanê de bi dirûşmeya “Em li vir in, em ê bi jinan re biguherînin” li Parka Yogûrtçû ya li navçeya Kadikoy a Stenbolê mitîngek li dar xist. Bi hezaran jinên di mitîngê de hatin bahev peyama ku dê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de desthilatê bişînin dan. Jinên beşdarî vê mitîngê bûne ji nûçegihana ajansa Mezopotamyayê Esra Solîn Dal re axivîn û nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê anîn ziman. Jinan bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 25 meh in agahî jê nayên girtin dan û wiha gotin: “Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, kes azad nabe.”

Divê dawî li tecrîdê were

Yek ji jinan Bahar Demîr (23) anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê herî zêde bandorê li jinan dike û anî ziman ku ji bo azadiya gel divê pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bi dawî bibe. Demîr, diyar kir ku dixwaze bi awayekî azad bijî û wiha got: “Ez dixwazim zimanê xwe bi awayekî azad bijîm. Hêj hefteya borî hevalekî me yê kurd ji ber bi kurdî stran digotin hate kuştin. Lê medyayê ev rast û dirûst neda jî. Heta ku AKP desthilat be kes azad najî. Em ji bo jiyaneke azad li vir in.”

‘Bi tecrîdê hewl didin kurdan biqelînin’

Nesîhe Sever (55) jî destnîşan kir ku divê tecrîd bi dawî bibe aştî pêk were û wiha axivî: “Abdullah Ocalan serokê me ye. Sedemê tecrîdê parastina kurdan e. Bi tecrîd û zilmê hewl didin zextê li gelê kurd bikin û dawiyê lê bînin. Lê wê têkoşîna me bidome êdî bes e ev koletî. Ji bo ku ev koletî xelas bibe û mirovên ji girtîgehê derkevin divê kurd zêdetir têbikoşin.”

 ‘Yekitiya kurdan dê tecrîdê bidawî bike’

Hakîme Polat (60) a bi lêv kir ku 25 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin, xwest ku ji bo fikar ji holê bên rakirin divê pê re hevdîtin bê kirin û wiha got: “Li Tirkiyeyê mafê hemû girtiyan heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Mafê Abdullah Ocalan jî heye. Astengkirina vî mafî bêhiqûqî ye. Serokê me ye û divê bi gelê xwe re têkiliyê de be. Em nizanin ka dijî an na. Serok ne tenê ji bo mafê me diparêze ji bo mafê hemû gelan diparêze tê tecrîdkirin. Serok ji bo girîng e. Cihekariya li jinên kurd hatiye kirin vegot û kir ku em azad bibin. Heke gelê kurd bibe yek wê tecrîd bi dawî bibe.”

‘Em ê dest ji doza xwe bernedin’

Halîse Issiz (68) a bertek nîşanî tecrîdê da, destnîşan kir ku bi yekitiya kurdan tecrîd dikare bê bidawîkirin û wiha got: “Heke em bibin yek, wê tecrîda li ser Serok Apo jî rabe. Wê girtiyên siyasî yên li girtîgehan jî bên berdan. Ji ber Abdullah Ocalan Serokê me ye ez serbilindim. Me di vê dozê de keç û xortên xwe xwişk û birayên xwe feda kirin. Em ê dest ji doza xwe bernedin. Dewlet her tim dixwaze gelê kurd weke kole bimîne û bîatî wan bike. Lê em serî natewînin. Di vê hilbijartinê de yekane daxwaza min ew e ku Serok Apo azad bibe.”

Tecrîd bandorê li hemû jinan dike

Nadîre Firat (37) jî anî ziman ku bi yekitiya jinan dikarin desthilatê bişînin û wiha got: “Heke jin bibin yek em ê ji vê desthilata ku dijminê jinane xelas bibin. Divê di vê hilbijartinê de hemû jin li ser sindoqan peywîrê bigirin.” Firat qala bandora tecrîdê ya li ser jinan kir û wiha berdewam kir: “Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan weke her kesî bandorê li jinan jî dike. Ji ber vê yekê divê tecrîd rabe.”