1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sêrtê dengek ji ‘Qilîç” re dengek ji Partiya Çepên Kesk re ye

Gelê Sêrtê bi biryar e ku her sê parlamenterên xwe jî ji Partiya Çepên Kesk bişîne meclisê. Her wiha bi Partiya Çepên Kesk re dixwazin ji bo serokkomariyê Qilîç (Kiliçdaroglû) jî ser bixin.

Ji herêma Serhedê berê xwe didim herêmên Xerzan û Botanê. Ji Erziromê derbasî warê koçeran Sêrtê dibim. Berê êvarê saet derdora 18.00’an ve digihîjim bajar û destpêkê diçim avahiya HDP’ê. Ji ber  ku ber êvarê ye roja xwe ya destpêkê tiştekî nakim û derbasî mala ku ez ê lê bimînim dibim. Xwediyê malê kesekî temen mezin e û gelek pirsan ji min dike û dixwaze ez pê re sohbet bikim. Lê ji ber karê xwe her çiqas bixwazim pê re sohbet bikim jî her guhê min li ser karê min e. Piştî demekê derbasî odeyeke malê dibim û dest bi karê xwe dikim.

Weke her dosyayê di vê dosyayê de jî beriya ku derbasî atmosfera hilbijartinê ya li bajar bibim dixwazim der barê Sêrtê hin agahî parve bikim. Sêrt bajarekî pirnetewe ye. Bi giştî 6 navçeyên (Tilo, Xana Hawêl, Dihê, Misirc, Berwarî û Şêrwan) Sêrtê hene û li bajar gelê kurd û ereb dijîn. Di heman demê de Sêrt yek ji bajarên bakurê Kurdistanê ye ku hejmareke zêde koçer jî lê dijîn. Li gorî daneyên dawîn li seranserê bajar 332 hezar û 415 kes dijîn. Dîsa li gorî daneyên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) 186 hezar û 155 hilbijêr hene û wê dengê xwe di 751 sindoqan de bi kar bînin.

Rewşa hilbijartinên borî

Ji salên 1990’an ve partiyên li ser xeta HDP’ê li bajar partiya yekemîn in. Di hilbijartinên giştî yên sala 1991’ê de Tifaqa HEP-SHP her sê parlamenteran bi dest xistiye. Ji sala 2007’an ve jî partiyên li ser xeta HDP’ê di hilbijartinên giştî de li sêrtê parlamenter derdixin. Di hilbijartinên heremî de jî cara yekemîn partiyên li ser xeta HDP’ê şaredariya Sêrtê bi dest xistine. Ji bilî hilbijartina sala 2004’an ji sala 2009’an ve partiyên li ser HDP’ê şaredariya Sêrtê û navçeyên wê bi dest dixin û du serdemên jî şaredarên Sêrtê ji peywirê tên girtin û qeyûm tayînî şûna wan tên kirin.

Ji ber ku roja destpêkê dereng gihiştim Sêrtê li bajar negeriyam û derbasî mala ku lê bimama bûm, roja duyemîn serê sibehê piştî ku bi çaya li hewşa malê li ser agir hat çêkirin taştê dixwim û ji mal derdikevim. Destpêkê bi namzetên Partiya Çepên Kesk ên Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş û Abdullah Çetîn re hevdîtin dikim. Her du namzet jî ji serkeftina partiya xwe ya li bajar bawer im û dibêjin ku wê her sê parlamenterên bajar jî bigirin.

‘Em her sê parlamenteran digirin’

Saritaş, destnîşan dike ku li bajar li şûna AKP’ê Walî û Qaymeqam jê re dixebitin û wiha dibêje: “Em beriya çendekê li navçeya Berwariyê bûn. Me xwest em serdana esnafan bikin. Dema ku em derketin serdanê me dît ku Waliyê Sêrtê û Qaymeqamê Berwariyê jî derketine serdana esnafan û ji AKP’ê re deng dixwazin. Lê ew çi jî bikin wê bi ser nekevin. Lewre gel li dijî vê rewşê bi bertek e û berê wan li me ye.” Çetîn jî dibêje ku navçeya mezin a bajar Misirc e û li navçeyê partiya yekemîn in û wiha got: Ji bilî Tilo li navçeyên din jî partiya yekemîn in. Hemû dane nîşan didin ku em ê her sê parlamenteran bigirin. AKP’ê cih nedaye namzetên ereb û namzetê wan ê rêza yekemîn (Mervan Gul) diz e û her kes wî weke diz dinase. Ereb jî di nav de wê gelê Sêrtê deng nede wan”

Piştî wergirtina van agahiyan derdikevim kuçe û kolanên bajar. Destpêkê dikevim qeweyeke vekirî ya çay û bi kesekê re rûdinim. Piştî ku xwe didim nasîn pirsa hilbijartinê jê dikim. Bi pirsa min re dibêje, ‘Em ê deng bidin Qilîç’. Dema ku ez pirsa hilbijartina giştî jî dikim, vî tiştî dibêje: “Ji kesên ku zilmê li gelê me dikin, bi balefiran zarokên me dikujin re dengên me tune ne. Piştî van gotinan bawer im hewce nake bibêjim ez ê dengê xwe bidim kîjan partiyê. Jixwe diyar e em ê dengê xwe bidin kîjan partiyê.”

Bi Partiya Çepên Kesk re Qilîç jî bi ser dixin

Ji vir derbasî sûka sefara dibim. Di têketina sûkê de kesek li ser tabloyê soryaskê difiroşe. Destpêkê pirsa bihayê soryaskê dikim û piştre ji bikirên ku li soryaskfiroş kom bûne pirsa hilbijartinê dikim. Weke ku berê plana xwe kiribin hemû bi hev re dibêjin ku ew xizan in û wê dengê xwe bidin partiya xizanan.” Dema ku ez pirsa partiya xizanan dikim bi min dikenin û dibêjîn, ‘Êja tu ji dil nizanî ku partiya xizana kîjan partî ye. Em ê dengekî bidin Qilîç û dengekî jî bidin Yeşîl Sol Partiyê. Ma em bê xîret in ku dengê xwe bidin partiyên din’.

Li kolaneke din bajar jineke navsere dimeşe, didim rawestandin û pirsa hilbijartinê jê dikim. Jina navsere bi rawestadina min pê derdixe ku ez rojnameger im û bi şertê ku ez ê wêneyê wê nekişînim van tişt dibêje: “Em xizan in, em ê dengê xwe bidin partiya xizanan. Bila êdî dewlemend bi sernekevin. Ji ber ku dengê xizanan e em ê dengê xwe bidin partiya xwe Yeşîl Sol Partiyê. Em ê ji bo cûmhûrbaşqaniyê jî dengê xwe bidin Qilîç.”

Ji ber çi ye nizanim lê li Sêrtê dema ku kî behsa namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû bike jê re dibêje Qilîç. Ji ber ku ji min re bû meraq min ji kesekî sedemê vê pirs kir. Wî jî got ku ji ber  şûr wê xweştir koka pergala Erdogan bibire em jê re dibêjin Qilîç. Her çiqas ev kes bi van gotinan henekê xwe bi min bike jî ez dizanim ku ji ber devoka xwe dibêjin Qilîç. Lewre ne kesek du kes, hemû kesên ku li bajar dema qala Kiliçdaroglû dikin dibêjîn Qilîç.

Keya: Ez vê pergalê qebûl nakim

Li ber kesekî ku sîrikê difiroşe disekinim û pirsa rengê dengê wî dikim. Sîrikfiroş, dibêje ku ew deng dide Erdogan û AKP’ê. Dema ku ez sedema vê yekê pirs dikim dibêje, ‘Hema wisa’. Ji pirsên min ên bi israr aciz dibe û xwe ker dike. Li ser vê ez jî ji cem vediqetim û derbasî kolaneke din a bajar dibim. Gelek kes li vê kolanê xwe bêdeng dikin û naxwazin bersiv bidine min. Ji dûr ve dengê kesekî tê û bi gotina “Keya” xîtabî kesekî dike. Min jî xwe li vî dengî girt û çûm cem wan.

Bi rûniştinê re min pirsa ku ‘keya kî je we ye?’, kir. Kesê keya bersiv da min û xwest ku bi tu awayî wêneyî wî nekişînim. Keyayê me gelek ditirse navê xwe û gundê xwe ji min re nabêje. Keya dibêje ku duh walî û fermandarek hatine gund û bi wan re sohbet kirine. Keya, angaşt dike ku walî û fermandar ji bo AKP’ê deng ji wan nexwestine lê dibêje ku serdana wan ji bo hilbijartinê bûye. Keya, dibêje ku wê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk lê ji bo ku xizmet bê gundê wî wê ji malbata xwe dengê çend kesan jî bide AKP’ê.

Dema ku ez dibêjim, ‘Ma hûn mecbûr in ji xizmetê deng bidin AKP’ê’? vê bersivê dide: “Xwezî te jî keyatî bikira û hin tişt bi çavên xwe bidîtana. Dema ku em ji bo karekî gundê xwe diçin saziyên dewletê pêşîn li YSK’ê dinêrin ku ka ji bo AKP’ê çend deng ji gundê me derketine. Li gorî vê daxwazên me ya erê dikin an jî red dikin. Mixabin em nexwazin jî pergaleke wiha hatiye avakirin. Lê ez ê vê pergalê qebûl nekim û deng nadim wan. Wê Qilîç jî bi serkeve.”

‘Hê jî li dû Erdogan in’

Li kolanake din a bajar piştî bi komeke ku ji xort û jinên ciwan pêk tê û dibêjin ku wê dengê xwe bidim Paritye Çepên Kes û Qiliç re hevdîtin dikim pêşiya du extiyaran dibirim û pirsa dengên wan dikim. Her du extiyar ji min re qala dîn û quranê dikin û dibêjin em dengê xwe bidin partiya “xwe”. Pirsa min a “navê partiya we çi ye?” wiha bersivandin: “AKP, em dengê xwe didin AKP’ê. Ji destpêkê ve em Millî Selametçî ne.” Dema ku ev bersiv bihîstin du ciwanên ku bi îhtîmaleke mezin HDP’î ne çêrên ku ez nikarim li vir binivisînim li van her du extiyaran kirin û gotin: “Êja partiya wan jî heye. Xwedê bela xwe bide we. Hê jî li dû Erdogan in.”

Li navçeyan jî li pêş e.

Derfeta min çênebû ku biçim navçeyên Sêrtê. Lê der barê rewşa li navçeyan de dikarim vê bibêjim; li navçeyên mîna Xana Hawêl, Dihê û Misircê Partiya Çepên Kesk bi ferqeke mezin li pêşiya AKP’ê ye. Lê li navçeya Tilo AKP li pêş e, li navçeyên Berwarî û Şêrwan jî heta radeyekê AKP deng digire. Lê li Berwarî û Şêrwan jî dîsa partiya yekemîn Partiya Çepên Kesk e. Ji ber vê sedemê Partiya Çepên Kesk bi hêvî ye ku her su parlamenterên bajar bigire.

Bi rastî jî bilî çend kesên ku qala piştgiriya xwe ya ji AKP’ê re kirin li bajar ji sedî 80’yê niştecihan bi awayekî aşkera piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Çepên Kesk radigihînin û pê re bi gotina “Qilîç” dibêjin ku ji bo têkbirina Erdogan di hilbijartina serokkomariyê de jî wê deng bidin Kemal Kiliçdaroglû.

Pir zêde dirêj nekim, tişta ku min fêm kir; sêrtî wê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk û dengekî jî, ji bo têkbirina faşîzma ku bi destê Erdogan û Bahçelî tê birêvebirin, bidin Qilîç.