10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tabûra Mirinê ya Jinan

ji bo beşdarbûna jinan di hemû qadên jiyana giştî de, di nav wan de artêş jî amade kir. Ev dîrok weke dîrokek serkeftî a jinan tê naskirin û her weha navê wan wek Tabura Mirinê a Jinan ket dîrokê

Di çarçoveya hewldana giştî ya avakirina artêşeke şoreşgerî de, li seranserê Rûsyayê formasyonên dilxwaz ên ji pêkhateyên cihêreng derketin holê. Di nav wan de yekîneyên ku ji girtiyên reviyayî, seqetên şer, nûnerên hindikahiyên neteweyî û hwd. Fikir ew bû ku ji aliyê fizîkî ve ji bo xizmeta leşkerî ne guncav be ji hemû welatiyan piştgirî were girtin.

Ji jinan jî dihat hêvîkirin ku tevkariyê bikin. Ji ber vê yekê rêxistinên bi vî rengî xwestin jinan bikişînin nava karên leşkerî. Yek ji van rêxistinan Yekîtiya Şer bû. Di bin navê wê de, Komîteya Jinan a Dildar hat avakirin, ku navenda wê beşên jinan bû. Beşdarên wê neçar bûn ku erkên leşkerî yên alîkar pêk bînin – mînak, wekî operatorên telefonê, operatorên telegrafê, şofêran, zanyarên elektrîkê, karmend, topograf û personelên bijîjkî. Yên ku li pişt van rêxistinan bûn, di wê baweriyê de bûn ku divê jin di vejîna artêşê de xwedî roleke taybet bin û bi taybetî jî dikarin bandoreke berçav li ser morala mêran bikin.

Jinan her wiha rêxistinên xwe yên paramîlîter ava kirin, weke Yekîtiya Jinên Dildar ên Leşkerî û her wiha endamên zayenda xwe teşwîq kirin ku hêza xwe ber bi xebatên leşkerî ve bibin. Yekitiya Jinên Dildar a Gel a Leşkerî ya herî dawî hat avakirin, jinan teşwîq kir ku biçin eniyê û di mijareke girîng a weke bilindkirina hişmendiya neteweyî ya di nava girseyên leşkerî de bibin alîkar. Rêxistinê ev bang li jinên rûs kir, ku di gelek kovarên girîng ên Petrogradê de hatine weşandin: “Welatî! Ji bo hemû kesên ku azadî û bextewariya Rûsyayê diparêzin, bilezînin ku beşdarî refên me bibin. Bilezîne, berî ku dereng be. Bi tevlêbûna rasterast di şer de, ne fikrandina jiyana xwe, divê em hemwelatî ruhê artêşê bilind bikin û bi xebata perwerdehî û propagandayê di nav rêzên wê de, têgihîştinek maqûl ya erka hemwelatiyek azad ji Rûsyayê re derxin holê.

Di vê serdemê de ku di nava civakê de ji nû ve eleqeya ji bo şer derket holê, tevlêbûna jinan di karên leşkerî de gelekî zêde bû. Şoreşa Sibatê hêzeke xurt da rêxistinên jinan. Wan bang li jinên li çar aliyê welêt kirin ku hêza xwe ji bo alîkariya artêşê bikin. Rêxistinên jinan ên pêşverû yên wekî Lîga Rûsî ji bo Wekheviya Jinan û Yekîtiya Jinan a Tev-Rûs (berê “Civata Xêrxwazî ​​ya Jinan a Rûsî” ya berê ya A. N. Shabanova) beşdarî çalakiyên cihêreng ên nêzîkî şer bûn. Bi însiyatîfa çend jinên naskirî, hikûmetê li dezgeha sereke ya rêveberîya giştî “komîsyoneke taybet ji bo lêkolînkirina derfet û mercên pêkanîna karûbarê karkirina jinan di Dezgeha Leşkerî de” ava kir. Pêşniyar ji Ofîsa Şer re hat kirin ku kêmbûna giran a personelên tenduristiyê bi seferberkirina bijîjkên jin ên di bin temenê çil û pênc salî re tije bike. Li çaraliyê Rûsyayê, weşanên ku ji lehengên jin ên berê re, di nav de Nadezhda Durova, li pirtûkfiroşan re hatin şandin. Diviyabû bi van pirtûk û broşuran îlhamê bide jinan ku welatparêziyê nîşan bidin. Di atmosfereke wiha de mijara leşkerkirina jinan di nava civakê de bi awayekî cidî dest pê kir.

Fikra avakirina hêzên leşkerî yên jinan ji destpêka şer ve di nava jinan de derket holê. Hin ji wan kesên ku tevlêbûna jinan di xizmeta leşkerî de pêşniyar dikirin, di artêşa Rûsyayê de yekîneyên taybet ên jinan bên avakirin. Di payîza 1914 de, S.P. Yuryeva hewl da ku yekîneyek leşkerî ya jin li Petrogradê organîze bike, ku diviyabû di qadê de beşdarî artêşê bibe.

Yuryeva her roj ji jinên ku dixwestin tev li yekîneya wê bibin name distand. Di Cotmeha 1914’an de, kovara jinan ya pir muhafezekar Jiyana Jinan li ser pêşniyara avakirina yekîneyek leşkerî ya jinan ragihand. Di Adara 1917’de, ew ramana bi sînor pêk hat: xwenîşandanek girseyî ya ji bo mafê dengdana jinan, ku li Petrogradê ji hêla Lîga Wekheviya Jinan ve hatî organîze kirin, ji hêla polîsên siwarkirî yên jinan ve hate parastin. Di bihara 1917’de, ramana karanîna jinan li pêşiyê ji hêla beşek girîng a civaka Rûsyayê ve bi sempatî hate qebûl kirin. Ev pêşnûme di nava rêxistinên jin û leşkerî de hat belavkirin û ev yek pêkan dîtin.

Rewşa siyasî ya li Rûsyayê ya piştî Şoreşa Sibatê jî di avakirina yekîneyên leşkerî yên jinan de pir girîng bû. Berfirehkirina maf û azadiyan hem ji bo gel bi giştî û hem jî ji bo artêşê piştî rûxandina otokrasiyê û avabûna demokrasiya civakî rê li ber leşkeriya jinê gelekî hêsan kir. Piştî îlankirina demokrasiya civakî jinan gelek derfetên zêdetir wergirtin. Pir kes texmîn dikir ku jin dê di dawiyê de bigihîjin wekheviya ku ew demek dirêj dixwestin. Bi taybetî jî hin jin di wê baweriyê de bûn ku hikûmet wê tevlîbûna wan a di nava şer de ji bîr neke.

Yekser piştî damezrandina Hikûmeta Demkî, femînîst û jinên pêşverû dest bi lêgerîna naskirin û xelatkirinê kirin ji bo tevkariya wan di xebata şer de. Wan daxwaz kir ku hukûmeta nû maf û wekheviyê bide jinan, berî her tiştî mafê dengdanê. Hikûmeta Demkî ragihand ku ew dixwazin mafên wekhev bidin jinan. Jin di qada giştî de ku berê ji wan re girtî mabû, xwedî derfetên nû yên xebatê ne. Her wiha mafê wan ê ku parêzeriyê bikin û di dîwanekê de rûnin; ji wan re wekheviya derfet, mûçe, sûd û pêşkeftina kariyerê di karûbarê sivîl de hate dayîn; û di 20’ê tîrmeha 1917’an de Rûsya di nava hêzên mezin de yekemîn bû ku mafê dengdanê da jinan. Ji ber vê yekê, hikûmeta nû ya Rûsyayê bernameyek ji bo azadiya jinê amade kir û zemînek siyasî di warê teorîkî de – ji bo beşdarbûna jinan di hemû qadên jiyana giştî de, di nav wan de artêş jî amade kir. Ev dîrok weke dîrokek serkeftî a jinan tê naskirin û her weha navê wan wek Tabura Mirinê a Jinan ket dîrokê.