5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şivan Perwer: Dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk

Hunermendê Kurd Şivan Perwer ji Partiya Çepên Kesk re deng xwest û got ku li dijî desthilatdariya yek şexsî ji bo siberojeke demokratîk û azad, dengê xwe bidin partiya xwe

Hunermendê Şivan Perwer di şerê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hemberî Kurdan de bal kişand ser dagirkeriya bajarên Rojava û got ku divê mirov li dijî vê yekê raweste. Perwer ev bang li gelê Kurd kir: “14’ê Gulanê bila bibe serketina we. Partiya we heye, di xizmeta we de ye. Berdêlên giran dide. Navê wê yê îro jî Partiya Çepên Kesk e. Pişgiriyê bidinê, tenê nehêlin. 14’ê Gulanê bi îradeya xwe herin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”

Hunermendê Kurd Şivan Perwer têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê û desthilatdariya 21 salî ya AKP’ê ji ajansa ANF’ê re axivî.

Şivan Perwer diyar kir ku avakirina Tirkiyeyê li ser bingehê red û înkarê ye û got: “Komarê hemû rengên li vê erdnîgariyê tune kir û xwe afirand. Ermenî, Asûrî-Suryanî, Rûmî û Kurdan zextên mezin dîtin. Ev polîtîka 100 sal in dewam dike. Di 21 salên dawî de jî ev desthilatdarî vê yekê didomîne. Hilbijartin rêbazek a têkoşîn û îradeya demokratîk e. Îro Partiya Çepên Kesk dikeve hilbijartinê. Ev partî ne tenê xîtabî Kurdan dike. Xîtabî pêkhateyan hemûyand dike. Xwişk û biratî û aştiyê diparêze. Birêz Ocalan jî bi salane banga aştiyê dike. Ti carî nebûye alîgirê şer û şîdetê. Ji bo ku pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyane were çareserkirin, her tim banga diyalogê kiriye. Daxwaza maf û azadiya Kurdan kiriye. Ev daxwaz nehatin pêşwazîkirin. Birêz Selahattîn Demîrtaş jî her roj qala aştî, xwişk û biratî û yekîtiyê dike. Lê dîsa jî li girtîgehê ye. Dîsa gelek hunermend, nivîskar û siyasetmedar di sirgûnê de dijîn. Ev hişmendiya zilm û neheqiyê di ti olî de tune ye.”

Perwer destnîşan kir ku desthilatdarî û sîstema yek mêr bi vê hişmendiyê “Ez Tirk im, xurt im, sûltan im û divê her tişt mîna min be” zextê dike û ragihand ku ciwanên Kurd êdî hîn zanetir, polîtîk û xwe di her aliyê de pêş xistine. Perwer bal kişand ku Kurd divê destkeftî, xak û nirxên xwe biparêzin û ev tişt got: “Divê ji ziman û çanda xwe hez bikin. Divê her kes di hilbijartinan de were ba hev. Êdî dengê xwe bidin partiyek cuda. Ev partiyane zilmê li wan dike û wan parçe dike. Partiya wan bi xwe dostanî, aştî û xwişk û biratiyê diparêze. Gotin û bernameya Partiya Çepên Kesk van nirxan diparêze.

Li ser Efrîn, Serêkaniyê, Kobanê û Rojava her roj êrîş tên kirin. Desthilatdariya îro van hemû tiştan kir. Ez bang li gelê Kurd dikim; 14’ê Gulanê bila bibe serketina we. Partiya we heye, di xizmeta we de ye. Ji dîrokê û vir ve berdêlên giran dide. Navê partiya îro jî Partiya Çepên Kesk e. Divê partiyên Kurdan hemû piştgiriyê bidin. Partiya Çepên Kesk li holê ye, bi hemû aliyên xwe ve li qadê ye. Piştgirî bidinê tenê nehêlin. Ji bo azadiya Rêber, siyasetmedar û hunermendên me, 14’ê Gulanê bi îradeya xwe herin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”