spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heval Evîn; Stargeha jin û jiyanê ye

23’yê kanûna 2022’yan Evîn Goyî li navenda çanda kurd a Ahmet Kaya bû hedefa guleyên Gladyo/MÎT’a tirk, ku di heman komkujiyê de tevî Evînê Mîr Perwer û apê Adulrahman Kizil jî şehîd bûn! Rêya me bi saya mîrasê wan ronî dibe, ew jinên rêber hêjayî xelata rûmetê ya azadiyê ne.

Ax Parîs, tu ji xelkê re şûnwargeha evînê yî; ji bo kurdan, gef û xefika kuştinê yî. Jiyan, li dora evîniyê ciwan, vejîn dibe. Evîn Goyî, di xeta dîroka têkoşînê ya 34 salan a azadiyê de, li gel herikîna xewn û xeyalên xwe mezin bibû. Tevî enerjî û hemû zanebûna xwe li pey pêkanîna lêgerînên mezin bezî! Hemû lez û beza wê ji bo xwe gihandina watedayîna vekolîn û fêmkirina jiyanê bû. Evîn, erka hêza cewherî ya temsîlyeta jina rêxistinkirî pêk anî…

Roja 23’yê kanûna 2022’yan Evîn Goyî (Emîne Kara) li navenda çanda kurd a Ahmet Kaya bû hedefa guleyên Gladyo/MÎT’a tirk, ku di heman komkujiyê de tevî Evînê Mîr Perwer û apê Adulrahman Kizil jî şehîd bibûn. Erê 23’yê kanûnê yekemîn salvegera şahadeta Evîn Goyî, Mîr Perwer û apê Abdulrahman e ku li Parîsê li navenda çanda kurd bûne hedefa guleyên çeka tetîkêşekî…

Îca vê carê jî zilamêke ku bi eslê xwe fransiz e, yê bi navê Willîam M. di komkujiya 2’yemîn a Parîsê de, bikaranîn! Di wê êrîşê de wê rojê dîsa Glandyo di dewrê de bû ku sîxur, kujer ji bo pêl tetîkê bike, ji zû ve ew perwerde kiribûn.

Qet hewce nîne ku mirov pirsa “ma gelo li pişt vê planê û komkujiyê kî hebû?” bike ku Gladyoya ji Tirkiyeyê, çawaniya vê planê û êrîşê bi rêve bir. Rayadarên hikûmeta Tirkiyayê, ku heroj gefa kuştinê li siyasetmedar, aktivîst, nivîskar û rojnamegerên kurd ên li Ewropayê dixwin; bi vê planê hedef dikirin ku wê rojê ‘komkujiyeke’ mezin li navenda çandê li hember aktîvîstên kurd pêk bînin. Ji xwe kujer bi xwe jî di îfadeya ku daye polîsan de li xwe mikur hatibû ku wî, ‘li navenda çanda kurd  qelebalix’ dizanî û wî texmîn dikir ku wê rojê yanî 23’ê kanûnê wê civîneke girseyî li komelê pêk bihata û amadekariyên xwe, (gule-çek) li gorî ku komkujiyeke mezin pêk bîne, bi planeke tekûzkirî tevgeriya…

Wê deme gelek civîn, hevdîtin li navenda çanda kurd a Parîsê çêdibûn ku lewra amadekariya rêze çalakiyên ji bo salvegera komkujiya yekem a 9’ê çileyê saz dibû. Wê rojê jî dê bi pêşengiya Evînê de, civîneke giring li darbiketa û plansaziya bîranîna şahadeta Sara, Rojbîn û Ronahiyê bihata aşkere kirin. Evînê, ji bo pêşwazîkirina kesên ku dê tev li civînê bibin, beriya herkesê/î rê digre û tê navenda çanda kurd a  Ahmet Kaya. Ji xwe ew qederek bû ku tevahî lêhûrbûyîna wê ku, li ser amadekariya komkujiya 9’ê çileyê kûr dibû, li ser rê û rêbazên cuda yên çalakiyên bîranîne pûnijandina xwe hebû; lê mixabin rastî êrîşeke bi heman şêwazî hat, Evînê! Daxwaza Evînê, ew bû ku di amadekariya çalakiyan de tu xeletî, şaşî dernekevin û pêvajo bêkêmasî bi rêk û pêk bimeşe.

Tevgera azadiya jinên kurd a ku mîrasê xwe ji tevahî jinên têkoşer û dîroka berxwedanê wergirtiye, bi pêşengiya Evîn Goyiyan de xwe gihandiye çarenûsa civakî ya têgihiştina xeta azadiyê. Jina kurd, bi avakirina partî û artêşa jinan re xwedî li mîrasên têkoşîna jinên cîhanê derketiye. Evîn Goyî, bi sekna xwe ji bo jinan têkoşîn bi wate kir, nirx da helwesta jinên afrîner ku ji bo mafên xwe têkoşîn didin. Di komkirin û avakirina tevgera “jin, jiyan, azadî de ku li gelek welatên Ewropayê bingeha wê hat danîn cihê xwe girt, nerînên xwe bi jinan re parve kir, ji bo jinan rêya rêxistinkirina hevbeş a jinên cînahê nîşan da. Bi vê pêngava tevgera jinên kurd re ku Evîn Goyî jê re pêşnegî kir, li seranserî cîhanê lêgerîna hatina gel hev a tevgerên jinan ku her diçe bi pêş dikeve kir.

Hişmendiya nêr-faşîst a ku îro nûnertiya dewleta tirk dike, di her firsande de jinên pêşeng, şoreşger dixe hedef. Ev îxtîdar ji bo sergirtina qeyranên nav xweyî, berjewendiyên desthilatdariya xwe çareseriyê di belavkirina şer, komkujî, talan û dagirkeriyê dibîne. Di salên dawî de îxtîdara AKP şerê li dijî kurdan de derxist derveyî sînorên Rojhilata Navîn, ango li parzemîna Ewropayê jî dest bi cînayetên siyasî kirine. Di heman demê de di encamên politîkayên şerê qirkirinê de, li welatên cuda jî, pêşengên tevgera azadiya jinên kurd, di hedefa vê desthilatê dene. Pêkanîna cînayetên sisyasî, bi erêkirina berpirsên netewe-dewletê tê birêvebirin. AKP bi hişmendiya girtin, kuştin, qirkirinê destûrê dide ku jinên xwedî nasnameya pêşengiyê ne, li her devera dinyayê bibin armanca êrîşên sekvan/sîxurên ku kirê kirine.

Pergala modernîteya kapîtalîst bi awayek hov êrîşên xwe li ser destkeftiyên jinan pêk tîne, di kesayeta jinên ku xwedî kesayetek xurt a ezmûna têkoşînêne, êrîşî civakê dike û bi vî ewayî dixwaze qirkirineke gelemperî/topyekûn bixe dewrê de. Li hember van êrîşên ku têne kirin, divê têkoşîna ku em pêşbixîn jî di asta çêkirina hevgirtinek cîhanî ya jinan de pêk bê. Ji bo ku em destkeftiyên xwe li hemberî pergala mêr-serwer biparêzin pêwîste em pêngav, çalakî, komxebat, konferansên hevbeş ên jinên dinyayê hîn zêdetir li darbixin. Divê jin ji hêza xwe ya pûnijandin, çêkirine pê bawerî bînin. Bi tevahî jinên herême û jinên cîhanê re em bikaribin hevgirtineke hevbeş avabikin, em dê hîngî bikarin tola Evîn Goyî ji kujerên wê yên “pişt-perde” hilînin. Em vê rastiyê bibînin û yeqîniyê pê bînin, ger ku em bi xîret û wêrekiya Evînan tevgera xwe bimeşînin, em ê pergala jinan ya konfederal bi rêxistin bikin, ‘qadên jina azad’ ava bikin. Û vê rejîma ku jinê û jiyanê dikujê,  civakbûyînê tune dike, bi şêwazê têkoşîna ji mîrasê Sara, Evînan, îxtîdara AKP ser û bin bike…

Em ji bîranekin ku Evîn Goyî, jinêke jêhatî, jîr, xwedî sekneke kurdewar; heskiriya çand û civaka xwe bû. Li ba Evînê, bêhêvîbûyîn, rawastandin peyda nedibû. Evînê, ji kar, çalakî, çêkirin, ji dan û standine geleke hez dikir; Evînê ji xebatê hêz digirt. Ji gudarîkirina mirovan, şewq digirt; ji ber wê sebra xwe gelek bû. Ji loma mîrasê ku bi keda Evînê avabûye, tu carî biçûk na be, têk naçê, teslîmyetê qabûl nake, kêlî bi kêlî li dora komûna jinên azad, mîna pelên dara çinarêye xwe zêde dike…

Şerê zihniyetê bê moral, bê îdeolojî pêk nayê, moralê Evîn Goyî, ji bîrdoziya rizgariya jinan dihat, ew ê ji çemê kaniya dîroka berxwedanê ya 51 salan, ji ava berfa çiyayên Botan û Zagrosê vexwaribû.  Helbet  li  ser vê xetê şerê zihniyetê bi rêve bir û serkeftin bi dest dixist! Hemû emrê Evînê, di xizmeta gelê xwe de da. Li beramberî meraq û hewla mezin a fêmkirina wê ya ji nepeniyên jiyanê re, bi estetîka hizrî, wîjdanî tevgeriya; ji pêşdeçûyîna tevgera azadiyê, pê qeneat û hêvî anî. Şerê wê yê di wateya pêşengiyê de, rê li ber forma avakirina artêşa jinan vekir. Artêşa jinên kurd, bi serkêşiya fermandar Evînan de, teşe digirt. Evîn, tu carî li qeraxa jiyanê rûnedinîşt, cihê xwe li hembêza jiyana hevaltiyê; li hêlîna parêzgiha jîngehê çêdikir! Evînê; xwe wiha pênase dikir; ‘Ez aşiqê rêhevaltiya çiyayên Kurdistanê me, jineke  çiyayî, ji Botanê me’!

Jinên mîna Evîn Goyî, ku ji pêşketinên tevgera azadiyê ya jinan re, bi erka pêşengiyê rabûn navê xwe li rûpelên dîrokê nivîsîn, dê têkoşîna wan jinan li erdê nemîne, wê ÇIRAYA me gurtir bike. Rêya me bi saya mîrasê wan ronî dibe, ew jinên rêber hêjayî xelata rûmetê ya azadiyê ne. Heval Evîn; Stargeha jin, û jiyanê ye, bihara giyana me tu yî, Evîna jinên kurd tu yî…