spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsên Pakistanê bi sedan jin û zarok binçav kirin

Li Pakistanê jin li dijî sûcên ku hêzên dewletê li hemberî Belûciyan pêk tînin, daketin kolanan. Polîsan destwerdana xwepêşandanê kir û bi sedan jin û zarok binçav kirin.

Li eyaleta Belûcistanê hevjîn, xwişk û keçên kesên ku hatine windakirin, di çalakiyên ku li seranserê welêt tên lidarxistin de hatin ba hev. Bi hezaran kes beşdarî çalakiyan dibin. Sibeha Pêncşemê jin gihiştin paytext Îslamabadê.

Lê di tevahiya rê de, li hemû bajarên mezin xwepêşandan hatin lidarxistin. Çalakiyên protestoyî, dema ku beriya hefteyan li kasabaya Tûrbay a Belûcistanê mêrekî ciwan ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, 6’ê Kanûnê destpê kirin.

Çalakvan ji Tûrbatê heta Îslamabadê herî kêm 2 kîlometre meşiyan û li hemû bajarên mezin kom bûn.

Çalakvanan roja Pêncşemê daxuyanî da û diyar kirin ku polîsan bi sedan jin û zarok binçav kirine.